Ji 7 gundiyan re cezayê muebetê tê xwestin

Li Bedlîsê derheqê 7 gundiyan de bi hinceta beyanên îtîrafkaran îdîaname hate amadekirin ku daxwaza muebbeta girankirî tê kirin.

Hate zanîn ku derheqê 7 gundiyên de îdîaname hatiye amadekirin ku ew 7 kes di navbera 2’yê Tîrmeh û 28’ê Mijdara 2023’yan de li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê di çarçoveya operasyonên artêşa Tirk a dagirker de hatibûn binçavkirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, îdîaname ji 28 rûpelan pêk tê û her wiha ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê ve jî hatiye qebûlkirin. Di îdîanameyê de 7 kes bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’, ‘têkbirina yekîtî û aramiya dewletê’ û ‘ezmîkirina kuştinê’ tên sûcdarkirin.

Naveroka îdîanameyê bi tevahî ji damezrandin, armanc û çalakiyên PKK’ê pêk tê. Her wiha di naveroka  îdîanameyê de beyanên îtîrafkaran jî cih digire û îtirafkaran di îdîanameyê de beyan kirine ku di sala 2022’yan de li Bedlîsê di encama biryara xwe de kesek kuştine. Lê belê tevî beyanên berbehs jî hate zanîn ku di îdîanameyê de ji kuştinê 7 gundî tên sûcdarkirin. Têkildarî van yekan hate îdîakirin ku van 7 kesan ‘di çarçoveya armancên rêxistinê de çalakiyên veşartî, domdar û cuda’ pêk anîne. 

Rûniştina 7 gundiyan a yekem wê di 7’ê Xizîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê were kirin.