Derheqê Salgûcak ê ku gotibû 'Biaxive, tu ji ku yî' lêpirsîn hate destpêkirin

Derheqê Suleyman Salgûcak de lêpirsîn hate destpêkirin ku Salgûcak bi gotina; 'Biaxive, tu ji ku yî' (Konuş, sen nerelisin) nerazîbûna xwe nîşanî dengdana leşkerên veguhestî dabû.

LÊPIRSÎNA ‘BIAXIVE TU JI KU YÎ’

Derheqê Suleyman Salgûcak de lêpirsîn hate destpêkirin ku Salgûcak bi gotina; 'Biaxive, tu ji ku yî' nerazîbûna xwe nîşanî leşker û polîsên Tirk ên veguhestî yên ku di hilbijartinên xwecihî de li Dibistana Seretayî ya Orgeneral Omer Keçecîgîl a li Şirnexê bi awayekî derqanûnî deng dabûn, dabû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê bi hinceta ‘muxalefeta ji qanûnên hilbijartinê re’ û ‘astengkirina dengdana dengdêran’ lêpirsîn da destpêkirin.

‘BI OTOBUSAN LEŞKER ANÎN’

Salgûcak ji bo îfadedayinê çû Midûriyeta Polîsan a Şirnexê û li Midûriyetê jê hatiye pirsîn ku wî telîmat standiye yan na.

Suleyman Salgûcakî jî ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku ez ji bo dengdanê diçûm dibistanê min dît ku ji 50 metreyan wêdetir ji otobusan leşker tên xwarê. Cil û bergên sivîl li xwe kiribûn lê belê min fêm kir ku ew leşker in û ji bo dengdanê hatine. Ji ber vê yekê min ji wan re pirsî; ‘Biaxive, tu ji ku yî’. Ji ber ku plakaya otobusan ne ya Şirnexê bû, min jî bi hizra ku leşkerên hatine dengdanê ji derveyî Şirnexê hatine, ev yek anî ziman.’’