BI DÎMEN

Xelkê Şengalê: Pêwiste hikûmeta Iraqê nekeve xefikên Erdogan!

Bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê gelên li Şengalê li dijî serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê û peymanên li dijî gelê Kurd meşiyan û gotin divê hikûmeta Iraqê nekeve xefikên Erdogan.

Îro di derdora saet 15.00’an de li dijî serdana Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê û peymanên dijî gelê Kurd, Êzidî û gelên li Iraqê dijîn, meşeke girseyî li Şengalê hate lidarxistin.

Meşa bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi beşdariya gelê Ereb, Êzidî û Kurmancên Şengalê, her wiha Erebên derveyî sînorê Şengalê Xirapreşkê û Beac’ê jî tevlîbûn.

Meşa girseyî ya gel li ber avahiya Desteya Rêveber a Şengalê destpê kir heya Avahiya Encûmena Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê dewam kir. Di meşê de wêneyên şehîdan hate rakirin, bi posterek hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re hate teşhîrkirin, karîkatûrê Erdogan-Mesûd Barzanî bo şermezarkirina hevkariya bi dagirkeran re ji aliyê ciwanan ve hate rakirin. Her wiha wêneyên şehîdan hate rakirin û bênavber dirûşmên, “Bijî Berxwedana gerîla”, “Bijî Rêber Apo”, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Faşîst Erdogan” hatin berzkirin.

KARÎKATÛRÊ ERDOGAN-BARZANÎ HATE ŞEWITANDIN

Jinên Êzidî bi pêşengiya TAJÊ tevlîbûneke xurt ji meşe re kirin û di refên pêş de cih girtin. Ciwanên Ereb û Êzidî û Kurmancên Şengalê ji bo protestokirina hevkariya Barzanî û Erdogan, karîkatûra ku çêkiribûn, bi dirûşmên, “Faşîst Erdogan” postere fermandarên artêşa Tirk û Barzanî şewitandin.

Girseya gel a li nêzî Avahiya Encûmena Ewlehiya Nîştîmanî ya Iraqê sekinî, daxuyaniyeke çapemeniyê bi zimanê Erebî dan. Daxuyaniya Rêveberiya Xweser ji aliyê Endamê Komîteya Perwerdeyê Qasim Xwedêda ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de serdana Erdogan, pilanên dagirkirina Iraqê û hevkariya Barzaniyan hate şermezarkirin û hişyariyên girîng ji bo hikûmeta Sûdanî hate dayîn.

Qasim Xwedêda di daxuyaniya bi zimanê Erebî hate dayîn de îşaret bi fermana 3’yê Tebaxê ya bi hevkariya PDK’ê hate kirin, kir û wiha got: “Tevî ku gelê Êzidî, li ser esasê rêz girtin û aramiyê bi hemû gel û baweriyan re jiyankiriye jî, desthilatdarên nijadperest û olperest Êzidiyan di 74 fermanan re derbaskir. Fermana dawiyê jî 3’yê Tebaxê bi destê DAÎŞ’ê pêkhat. Lê beriya DAÎŞ were, PDK bi komployekî hemû çeken destê gel de ji wan sitandin û di dema êrişan de xwe ji nişkave paşve kişand. Warê Êzîdxanê bê parastin teslîmê DAÎŞ’ê hate kirin. Dema ev rû didan hêzên Iraqê jî li holê nebûn. Di encam de bi hezaran kes dîl ketin dest, hatin kuştin û koçberbûn. Dema gelê me di qirkirinê re derbas dibû şervanên YPG-YJŞ û gerîlayên HPG û YJA-Starê bi hawarê Êzidxanê ve hatin.”

‘PDK ÊZIDÎ BÊÇEK KIRIN’

Qasim Xwedêda dazanîn herçend ferman bi destê DAÎŞ’ê hatibe kirin jî, mejiyê wê dewleta Tirk û PDK bûye û wiha dirêje pê da: “DAÎŞ fermanê kiribe jî, me bi demê re fêmkir ku mejiyê fermanê dewleta Tirk û PDK ye. Dewleta Tirk û PDK ji bo pîlanên xwe yên qirêj serbixe, DAÎŞ’ê weke amûrekî bikaranîn. Dema ev pîlana bi destê DAÎŞ jî sernegirt, vê carê dewleta Tirk xwest bi destê PDK’ê pêkbîne.”

Li ser pilanên Erdogan ên nû jî wiha hate gotin: “Erdoganê ku xwe wek padîşahê dawî yê Osmaniya dibîne, çavberdaye xaknîgariya Rojhilata Navîn. Sînorê Mîsaqî Millî ya xwe dibîne. Lewma ji xwere maf dibîne, di nava Iraqê de her tiştî bike. Ji ber vêya bi çavsorî êrîşê Herêma Kurdistanê, Qadên Parastinê yên Medya yê, Kerkuk, Mûsil û Şengalê dike. Bê hejmar gelên Êzidî, Sûryanî, Ereb, Kurd bûne qurbaniyên van êrîşên dewleta Tirk.”

‘ERÊKIRINA ERDOGAN WÊ RÊ LI BER FERMANÊN NÛ VEKE’

Li ser armacanca serdana Erdogan jî di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hate gotin: “Erdoganê ku destê wî di xwîna gelan de ye, dixwaze komkujiyên xwe zêde bike û dagirkeriya xwe ya nava Iraqê de berfireh bike. Ji bo vê armanca xwe serdana Bexda yê kir. Qebûlkirina Erdogan tê wateya qebûlkirina komkujiyan. Li hevkirina bi Erdogan re erêkirina dagirkirina Iraqê ye. Dîsa ji bo Şengalê rê vekirina ji fermanên nû re ye.”

Di beşa dawiyê ya daxuyaniyê de bangeke girîng li hikûmeta Sûdanî û giştî dewleta Iraqê jî hate kirin û wiha hate gotin: “Li ser vê esasê em wek gelên Şengalê dixwazin Hikumeta Iraqê pilanên serkêşê faşîstan Erdogan û xizmetkarê wê PDK’ê red bike û bibe dengê gelên Iraqê.  Her wiha îradeya hevpar ya gelên Şengalê nas bike û guh bide vî dengî. Cihê çareseriyê ne Erdogane. Baweriya me bi netewa demokratîk e. Em bawer dikin ku wê hikûmeta bi pêşengiya Birêz Sûdanî vê yekê bibîne û li gorî wê tevbigere.”

Meş bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet” û “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.