BI DÎMEN

Waliyê Silêmaniyeyê: Divê Kurd êdî nakokiyên navxweyî bidin aliyekî

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir diyar kir ku Kurd her tim beşek ji çareseriya li Rojhilata Navîn e, ne beşek ji pirsgirêk û rikaberî û şer in û got, "Divê Kurd êdî nakokiyên xwe yên navxweyî bidin aliyekî."

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir têkildarî êrişên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Walî Heval Ebûbekir got, "Şerê cîhanê yê sêyem ku niha heye lê nehatiye ragihandin, ezmûnek da civaka navneteweyî ku şer tenê rewşê aloztir dike û zêdetir bi xwe re malwêraniyê tîne û çareseriyê bi xwe re nayne. Lewma li ber dewleta Tirk du vebijêrk hene. Vebijêrkek vebijêrka şer e û vebijêrka din vebijêrka aştî û diyalogê ye. Lewma bi fikira min divê Kurd ji bo her du mijaran xwedî fikir bin û bibêjin ku em li gel şer nîn in, me her tim xwe parastiye. Em dikarin li ser vebijêrka aştî û diyalogê bixebitin, ji ber ku rêya rast ev e."

DIVÊ KURD NAKOKIYÊN XWE YÊN NAVXWEYÎ BIDIN ALIYEKÎ

Di dewama axaftina xwe de Heval Ebûbekir got, "Kurd her tim beşek in ji çareseriya li Rojhilata Navîn, ne beşek in ji pirsgirêk û rikaberî û şer. Kurd girîng e ku li ser du bingehan xebatê bikin. A yekem nakokiyên navxweyî derbas bikin û têkilî şer û aloziyên herêmî nebin û asayiş û seqamgîrî û aboriya herêmên xwe biparêzin. Derfetên pir baş hene ku Kurd bikarin van karan bikin. Em hêvîdar in ku bi diyalogeke niştimanî, bi yekbûneke niştimanî û bi hevkariya saziyên navneteweyî Kurd xwe amade bikin da ku bikarin wan senaryo û rewşan bixwînin. Di maweya borî de şerekî dewletî, şerekî eniyê, şerekî partîzaniyê serketî nebûye û tu şerek jî bi vê yekê bi dawî nehatiye. Ez hêvî dikim alternatîfa şer diyalog be, maseya civînan be û sindoqên hilbijartinê be. Piraniya şer û rikaberiyan li ser aboriyê ne. Derketina şer li herêmekê aboriyê dixe metirsiyê. Lewma bi fikira min li dû van serdanan êriş nayên, lê danûstandin û guhdarkirin li dû wan wê bê. Kurd faktoreke girîng in di seqamgîrî û aborî û asayişa herêmî de, çi niha çi di siberojê de."

Waliyê Silêmaniyeyê Heval Ebûbekir bi dewamî got, "Me wek parêzgarê Silêmaniyê bi konsolê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê re û bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re xeber daye ku di çar bombebaranên dawî de qurbanî kesên sivîl bûne û cihên sivîl hatine armanckirin û rez û erdên hemwelatiyan zerar dîtiye. Bi fikira min şer vê mijarê çareser nake. Ew rikaberiyên ku li Rojhilata Navîn hene, pêwîstiya wan bi têgihîştineke hevbeş heye ku şeran bi dawî bike."

'HÊVÎ DIKIM KURD WEKE ÇAVKANIYA ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKAN BÊNE DÎTIN'

Walî Heval Ebûbekir herî dawî got, "Em hêvî dikin têkilî biçin asteke din, li şûna balafirên şer balafirên sivîl werin, li şûna tank û zirêpoşan konteyner û barhilgirên bazirganî herin werin. Em ezmûna çandinî û bazirganî bi hev re parve bikin, ne vebijêrka şer. Ez hêvî dikim ev yek wê di demeke kin de bi dawî were û rewşeke nû li Kurdistan û Tirkiye û Rojhilata Navîn çêbe da ku bikare li başûr, bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê û li welatên Rojhilata Navîn asayiş û seqamgîriyê çêke. Çinku tevliheviya li Kurdistanê û li Rojhilata Navîn dibe sedema tevliheviyê li hemû dinyayê. Metirsiya li ser başûrê Kurdistanê û Kurdistanê metirsiyê li ser aboriya hemû cîhanê çêdike. Bi dirêjahiya dîrokê ev yek rastiyek e. Hêvî dikim Kurd wek çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan bên dîtin, ne wek pirsgirêk û metirsî û tehdîd."