BI DÎMEN

Nasnameya gerîlayekî şehîd hate eşkerekirin

HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Zapê şehîd ket eşkere kir û got, "Hevrêyê me Xebat xwe bi hemû şaneyên xwe tevlî têkoşînê kir."

DAXUYANIYA TÊKILDARÎ ŞEHÎD

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîlayekî de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"23'ê Adara 2024'an li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di êrîşa dijmin de hevrêyê me Xebat Turkmen şehîd bû.

Rêber Apo bi fikrê Neteweya Demokratîk rastiya wê yekê nîşan da ku di serî de Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan jiyaneke azad gengaz e. Bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re fikrên Rêber Apo ketin meriyetê. Ji ber vê yekê gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel êrîş û komkujiyan jî li dora vî fikrî civiyane û jiyaneke hevpar ava kirine. Li cîhaneke tarî ya ku çeteyên DAÎŞ'ê hewl dan biafirînin, hevrêyê me Xebat Turkmen bi fikrên Rêber Apo û şerê fedaî yê hêzên azadiyê yên Rojava ronî bû, ji bo kêliyekê jî teredût nekir, tevlî nava refên têkoşînê bû û tercîha xwe li aliyê jiyana azad danî. Hevrêyê me çiyayên Kurdistanê weke cihên misogerkirina azadiyê dît, di her kêliyê de azadî hîs kir. Hevrêyê me Xebat ku zanîbû tevlîbûna li Rêber Apo divê bi rengê fedaî be, heta hemû şaneyên xwe, xwe tevlî têkoşînê kir. Hevrêyê me li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl cihek nehişt ku neçû, li gelek çeperan têkoşiya û wezîfeyên xwe yên demê bi serketî bi cih anî.

Bi kesayetiya xwe ya sade, pak, durust û kedkar têkoşiya, li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmet û hezkirinê. Di serî de ji malbata hêja ya hevrêyê me Xebat em ji hemû gelên xwe yên ku dilê xwe ji bo azadiyê lê dide sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Xebat Turkmen bi vî rengî ne:

Nasnav: Xebat Turkmen
Nav paşnav: Mihemed Ninawî
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: Wexle-Hinawî
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Adara 2024 / Zap

Rêber Apo ku azadî û wekheviya gelan ji xwe re dike esas, bi felsefeya xwe ya jiyana azad li çar aliyên cîhanê ji bo gelên bindest bûye çavkaniya hêviyê. Gelên ku bi îdeolojiya Rêber Apo ronî bûne, lêgerîna xwe ya li azadiyê bi hîn kûrahî dewam dikin. Bi taybetî gelên Rojhilata Navîn ên ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji xwe re dikin esas, gelên li gelek deverên cîhanê li dijî sîstema kapîtalîst a ku wan tine dihesibîne têkoşînê bilind dikin, gav bi gav sîstema Modernîteya Demokratîk ava dikin. Li Rojhilata Navîn ku fikrên Rêber Apo lê şîn bûne, bêguman di serî de gelê Kurd gelên Ereb, Tirkmen, Asûrî, Suryanî û gelek gelên din di oxira civaka polîtîk û exlaqî de têdikoşin, berdêlan didin û baweriya xwe ya bi jiyana azad xurt dikin. Li Sûriyeyê ku zêdeyî deh sal in şerekî giran lê heye, gelan di vê demê de firsend dîtin ku rastiya Rêber Apo hîn bêhtir ji nêz ve nas bikin. Gelên me kuk piştî rejîma Baas neçar hatin hiştin di bin faşîzma DAÎŞ'ê de bijîn, her ku zilm û komkujî dîtin, berê xwe dan felsefeya azadiyê ya Rêber Apo. Gelên me ku bawer kirin ku jiyaneke azad û bi rûmet tenê bi felsefeya Rêber Apo dibe, bêyî ku teredût bikin ewladên xwe yên herî hêja tevlî refên têkoşînê kirin û dilsoziya xwe nîşan dan.

Yek ji hevrêyên me yên ku tevlî felsefeya Rêber Apo bûn hevrêyê me Xebat Turkmen jî weke ewladekî ji dayikeke Tirkmen û bavekî Ereb li Reqayê ji dayik bû. Li nava malbateke di halê xwe de mezin bû, bi terbiye û exlaqa civakî ya ji malbata xwe wergirtî mezin bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê Reqa dagir kirin, di temenê destpêkê yê ciwantiya xwe de bû. Di demeke kurt de fêhm kir ku ti eleqeya van çeteyan bi ol re nîne. Ji ber vê yekê jî her tim xwe ji çeteyan vegirt. Ji ber komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê kirin, di dilê wî de hêrseke mezin ava bû, soz da ku wê rojekê hesabê van komkujiyan bipirse. Malbata wî ku hîn zêde nikarîbû xwe li zexta çeteyan rabigire di sala 2016'an de koçî gundê Hamam Turkmen ê li Girê Spî kir û bi vî rengî derfetê jiyaneke azad bi dest xist. Hevrêyê me Xebat jî di vê demê de hêzên azadiyê yên Rojava nas kir. Xwest tevlî nava vê hêzê bibe ku bêtirs li dijî DAÎŞ'ê şer dikir û gav bi gav DAÎŞ têk bir. Heman salê beşdarî nava refên berxwedanê bû. Demekê li qada Girê Spî têkoşiya, di vê demê de derfet dît ku çavkaniya Şoreşa Azadiyê ya Rojava, çavkaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas bike. Hevrêyê me dît ku hişmendî û ruhê li dijî hovîtî û dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê têdikoşe ji felsefeya Rêber Apo ye, lewma kete nava wê hewldanê ku di vê felsefeya azadiyê de xwe hîn bêhtir kûr bike. Li ser vê bingehê beşdarî perwerdeya li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb bû, bi perwerdeya ji vê derê wergirtî xwe hîn bêhtir têgihiştî kir. Hevrêyê me fêhm kir ku îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo garantiya azadiya gelan e û ev yek jî bi têkoşînê dibe. Li ser vê bingehê hem ji bo hesabê komkujiyên ku çeteyên DAÎŞ'ê li gelên me kiriye bipirse, hem jî xwe di îdeolojiya azadiyê de hîn bêhtir kûr bike, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Xebat ku di demeke kurt de bi perwerdeya ku wergirtî re adapteyî jiyana çiyayî û gerîlatiyê bû, di hemû detayên jiyana gerîlatiyê de bû xwedî tecrûbe. Dît ku çiya mirov diparêze û xwedî lê derdikeve, ji ber vê bi awayekî xurt bi jiyanê ve hat girêdan. Hezkirina xwe ya ji bo çiyayên Kurdistanê bi van gotinan anîbû ziman, "Dema mirov li ser lûtkeyên çiyê dijî, mirov tiştekî cuda naxwaze." Hevrêyê me yê ku xwe û rastiya xwe li çiyayên Kurdistanê dît, bi perwerdeya îdeolojîk a ku wergirtî re bû kesayetiyeke sosyalîst. Hevrêyê me ku bi ked û fedekariya xwe derket pêş, bi saya zzekaya xwe ya teknîkî di serketina gelek xebatan de rol lîstiye. Hevrêyê me Xebat ê ku bi kesayetiya xwe ya dilnizim û aram tê naskirin, bi tevlîbûneke sade hemû erk û berpirsyariyên xwe bi awayekî serketî û rast bi cih anî û kedek mezin da. Mîna milîtanekî Apoyî xwe di xeta fedaîbûnê de perwerde kir û hîn bêhtir bi rengekî çalak tevlî bû. Hevrêyê me ku bi hemû hebûna xwe bawer dike ku serketin tenê bi tevlîbûna di xeta fedaîtiyê de pêkan e, di vê wateyê de lêhûrbûnên xwe kûrtir kir. Di heman demê de hevrêyê me ku armanc dikir di hemû rêgezên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe serwer bike, her tim xwe di pozîsyona amadebûna domdar a şer de ragirt. Hevrêyê me ku bi kûrahî ket zanabûna ku tunelên şer mifteya serketinê ye, di amadekirina van tunelan de kedeke mezin da. Hevrêyê me Xebat ku li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a ji sala 2022'yan û vir ve li rojavayê Zapê dest pê kir, tevlî pêvajoya şer a li herêma Girê Amediyê bû, di çalakiyên bi bandor ên ji kêliyên destpêkê yên şer ve bi pêş ketin de cih girt. Hevrêyê me Xebat ku tevî Şehîd Delîl Zagros, Şehîd Guven Doza, Şehîd Andok Adil, Şehîd Ciwan Welat û gelek hevrêyên din ên fedaî bi çalakiyên bi bandor ên ku bi pêş xistin re êrîşên dijmin şikand, planên dijmin ên dagirkirinê serûbin kir. Hevrêyê me Xebat ê ku di her çalakiya ku tevlî dibû de bi awayekî fedaî şer dikir, di wê zanabûnê de bû ku bi her guleyê ku li dijmin dixist, tola gelê me û hevrêyên me yên şehîd hiltîne. Ji ber vê yekê, bêyî ku kêliyekê dudil bibe, têkoşiya, lehengiyeke mezin nîşan da û şer kir.

Herî dawî di 23'ê Adarê de hevrêyê me Xebat di pevçûna bi dijmin re bi awayekî fedaî şer kir, heta nefesa xwe ya dawî bi girêdayîna nirxên azadiyê ya jê bawer dikir û ji bo vê jî kêliyekê jî ji bo berdêl bide dudilî nebû gihişt şahadetê. Weke hevrêyên wî em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku hevrêyê me Xebat dewrî me kiriye heta Rojhilata Navîn a Demokratîk û yekîtiya gelan a wekhev û azad pêk bê ku xeyala wî bû bi biryardarî bidomînin."