NÛ BÛ

Ji bo kesên hatine qetilkirin li 4 bajaran çalakî hatin lidarxistin

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li Amed, Îzmîr, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe domandin.

Xizmên Windayan  û endamên Şaxa (ÎHD) a Amedê çalakîya “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” vê heftê jî domandin. Çalakî di hefteya 798’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Navçeya Rezanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi wesîleya 23’ê Nîsanê Cejna Zarokan, aqûbeta zarokên di bin çavan de hatine windakirin û zarokên bûne qûrbanê kiryar nediyar û kiryarên diyar, hate pirsîn. Piştî Serokê Şaxa (ÎHD) a  Amedê Ercan Yilmaz, Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Berfîn Elçî metna çapemeniyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan, 27 zarok di bin çavan de hatine windakirin ku êrîşekî herî hov a li dijî mafê jiyanê ye.”

ÊLIH

Xizmên windayan û endamên ÎHD’ê di hefteya 629’an de li Êlihê li ber Biryardariya Mafên Mirovan a li Kolana Gulîstan li hev civiyan. Di çalakiyê de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ku 4’ê Nîsana 1995’an di bin çavan de hatiye windakirin, hate pirsîn.

Çîroka windakirina Dagli ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlîhê Erkan Kolkaldiran ve hate vegotin.

COLEMÊRG

Endamên Şaxa (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan li Kolana Huner a navçeya Geverê li hev civiyan. Di hefteya 119’an de bal hat kişandin ser bombekirina Pirtûkxaneya Umut a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê û qetilkirina karkerê înşaetê Abdulhaluk Geylanî yê 22 salî yê ku li Geverê di encama guleyên hêzên dewletê de hat qetilkirin.

Daxuyaniya çalakiyê ji aliyê endamê şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş ve hat dayîn.

ÎZMÎR

Endamên Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku her 2 hefteyan carekê lidar dixin, vê hefteyê li ber Sumerbanka berê ya li Konakê lidar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta rewşenbîrên Ermenî yên ku di sala 1915’an de hatin windakirin, hate pirsîn.

Tirkiya daxuyaniyê ji aliyê rêveberê Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê Caner Canli û Kurdiya wê ji aliyê Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê Zîlan Gumuş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Înkar binpêkirina mafên mirovan e. Înkar dewama sûc e. Dawî li înkarê bînin. Hemû sûcên dermirovî yên li ser vê xakê hatine kirin, qebûl bikin.”