Arslanoglû ku 21 salan cenazeyê kurê xwe dixwest, jiyana xwe ji dest da

Îsmaîl Arslanoglû ku ji bo cenazeyê kurê xwe yê şehîd bistîne 21 salan têkoşiya, jiyana xwe ji dest da.

ÎSMAÎL ARSLANOGLÛ JIYANA XWE JI DEST DA

Îsmaîl Arslanoglû (80) yê li gundê Sorik ê navçeya Bêrecûk a Rihayê dijiya û li gund weke “Îsmaîlê Hemoş” dihate zanîn, ji bo ku cenazeyê lawê xwe yê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da bigire 21 salan têkoşiya. Arslanoglû yê tevî hemû hewldanan cenazeyê lawê xwe nekarî bigire, ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da.

Lawê Arslanoglû yê di salên 1990’î de hate binçavkirin û êşkenceyeke giran lê hate kirin, Abûzer Arslanoglû (Welat Yilmaz), weke berteke tiştên bavê wî jiyan di sala 1996’an de tevlî PKK’ê bû. Abûzer Arslanoglû yê di sala 2003’yan de li gundê Xolxol ê girêdayî navçeya Qisle ya Dêrsimê jiyana xwe ji dest da, li “goristana bêkesan” hate veşartin.

Bav Arslanoglû yê agahî wergirt ku lawê wî li “goristana bêkesan” hatiye veşartin, ji bo cenazeyî bigire serî li gelek cihên fermî dan. Arslanoglû yê tevî hemû hewldanan 21 sal bûn nedikarî cenazeyê xwe wergire, jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Arslanoglû, bi tevlîbûna gelek welatiyan li goristana gund hate veşartin. Malbat li mala xwe ya li gundê Sorikê şîn danî.