Desthilatdariya AKP-MHP'ê dikuje, gelek kes hîn jî di binê kavilan de ne

Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê rû da, di roja 5'an de ye. Ji ber polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP'ê bîlanço kêlî bi kêlî giran dibe. Bi deh hezaran kes hîn jî di binê kavilan de ne.

22.22

Mexdûrên erdhejê bertek nîşanê wezîran da

Çend roj in ku di ser erdhejê re derbas bûne. Tevî bêkoordînasyoniya di xebata lêgerîn û xelaskirinê de, alîkariya bi derengî hat kirin, xelk ketiye hewila kewandina birînên xwe. Ji roja erdhej rabûye heta bi niha, desthilatdarî di mudaxelekirina erhdjehê de kêm maye û guhdariya gel nekiriye. Wezîr û rêveberên AKP’ê çend roj piştî rabûna erdhejê ku çûn cihên erdhej lê rabûye, xelkê bertek nîşanê wan da.

Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mûrat Kûrûm û Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Adîl Karaosmanoglû pênc roj piştî rabûna erdhejê, çûn Nûrdagiyê. Welatiyan, bertek nîşanê wan da, got: “Hûn heta bi niha li kû bûn?“

21.01

Li Semsûrê piştî 110 saetan pitekek 10 mehî hat rizgarkirin

Li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan a ji bin xirbeyên avahiyan berdewam dike. Li Semsûrê bi rojane xebatên rizgarkirinê hêdî tê birêvebirin. Li taxa Yenîşehîrê ya Semsûrê saet li derdora 20:30’an pitikek 10 mehî ku navê wî/wê nayê zanîn piştî 110 saetan ji bin xirbeyê avahiyekê bi awayek sax hat derxistin. Pitik ji bo kontrola tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Semsûrê.

Li Semsûrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li avahiyên hilweşiyayî berdewam dikin.

20.38

Rewşa sosret a li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê

Kesên ji ber erdheja li Tirkiye û Kurdistanê filitîne û li Osmaniyeyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didin, dixin torbeyekê reş û diavêjin korîdoran. 

Li gor çavkaniyên fermî, heta bi niha zêdeyê 20 kesî, ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest daye. Hat eşkerekirin ku hejmara kesên di bin kavilan de, 186 hezar in. Li Osmaniyeyê ku bajarek e ku ji nav deh bajarên erdhejê herî pir bandor lê kiriye, mirî li rastê hatin hiştin. Kesên bi birîndarî dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê lê li wir jiyana xwe ji dest didin, dixin torbeyên reş û diavêjin korîdorê. Ji wêneyên li nexweşxaneyê hatine kişandin jî diyar e. Gelek miriyan jî bi sedyeyan hildigirin û hewşa nexweşxaneyê datînin.
         

20.02

HDP li Bazarcixê gihîştiye hawara gel

HDP’ê û komeleyên herêmê, li kampanyaya piştevaniya ku ji bo mexdûrên erdhejê li navçeya Bazarcix a Mereşê dest pê kiriye, bi lez û bez dewam dikin. Ji Şirnex, Mêrdîn, Amed, Wan, Colemêrg, Agirî, Stenbol, Konya û gelek bajarên din gelek TIR û kamyon ji bo navçeyê hatin şandin. HDP’ê û Şanoya Bajar a Amedê, Ma Music, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ku ji bo piştevaniya bi gel re hatine Bazarcixê, alîkariya tê, digihînin ber destên gel.

Ji xeynê navenda navçeyê, alîkariyê digihînin gundan jî. Av, nan, xwarina zarokan, betanî, mont, gore, pantor, nivîn, polar û pêlav û gelek zexîre û cilên din belav dikin. Dilxwaz, alîkariyê bi dest didin hin welatiyan. Hin welatî, tên nava navçeyê, tiştên wan hewce ye, hiltînin. Li gor agahiyên hatin wergirtin, heta bi niha gihîştine zêdeyê 30 gundan.

Şaredariya Silopiyayê jî ku di destên HDP’ê de ye, li Taxa Fatîh Xwaringeh çêkir. Wê li xwaringehê her roj ji bo hezar kesan xwarin bê çêkirin.

Şaxê Bazarcix ê Komeleyên Çandê yên Elewiyan jî, ji dil û can dixebitin. Bi pêşengtiya komeleyê heta bi niha bi gelek malbatan re alîkarî hatiye kirin û hewcedariya wan hatiye dîtin.

ÇADIR KÊM IN

Li navçeyê hewa pir sar e. Di cil û xwarinê de zêde pirsgirêk nîn in lê bi hezaran malbat hêj bêyî kon in ku ji çadirê ne. Lewma, malbatan xwe daye bin konên ji naylonan çêkirî ku hewa sar tê re dibuhure.

19.54

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 20 hezar û 213 kesan

Rayedarên dewleta Tirk ragihandin ku hejmara kesên di erdheja navenda wê Mereş û bandor li 10 bajaran kir de jiyana xwe ji dest dane derket 20 hezar û 213'an, hejmara birîndaran jî derket 80 hezar û 52 kesan.

19.44

Mexdûrên erdhejê ji Îskenderûnê koç dikin

Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li navçeya Îskenderûn a Hatayê berdewam in. Ji ber ku AFAD’ê hejmareke kêm a konan da, gelemperiya mexdûrên erdhejê li ser kavilên avahiyan agiran vêdixin û heta serê sibehê li wir dimînin. 

Ji ber erdhejê, li qeraxê Îskenderûnê av bi qasî 200 metreyan pêş ketibû lê ji îro ve dîsa vekişiya. Hat dîtin ku li deverên behrê xwe jê vekişandî erd qelişî ye. Li Bendergeha Îskenderûnê ji ber ku konteynir wergeriya, duh şewat derketibû û gelemperiya bendergehê şewitî.

BAJARÊ XEYALET

Naveçeya Îskenderûnê mîna bajarekê xeyaletê bûye û koça gel a ji navçeyê didome. Li navçeyê sed avahî rûxiyane û xesar gihiştiye bi hezaran avahiyan. Welatiyan da zanîn ku 2 roj piştî erdhejê alîkarî gihiştine navçeyê lê tîmên lêgerîn-rizgarkirinê piştî 35 saetan hatine navçeyê û êdî li kavilên ku deng jê nayê xebatan nameşînin.

19.10

Nikarin xwe bigihînin gundên çiyayî

Yek ji bajarên ku erdhejê bandoreke giran li ser kirî jî Semsûr e. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê her çende ku kêm jî be bedewam dikin. Rêyên gelek gundên girêdayî Semsûrê hatine girtin û kesek nikare xwe bigihîne wan. Di demen berê de di navbera Semsûr -Çêlikanê de gelek pir hilweşiya bûn û piştre rê hatibûn tijekirin û hatin û çûn dest pê kiribûn. Lê îro pireke din dîsa hilweşiya û rê li ber hatin û çûnê hate girtin. Kesên dixwazin xwe bigihînin Çêlikanê, xwe li ser Sergolanê û bajarokên Erkeneke-Kurucuova yên Meletiyê digihînin navçeyê. Li ser rêyê gelek dever qelişî ne û Tunêla Erkenekê ya di sala 2017’an de hatiye vekirin û di erdhejê de ziyan gihiştibûyê jî tenê aliyekê wê tê bikaranîn.

FIKARÊN LI ÇELÎKANÊ DIDOMIN

Li navçeya Çêlikanê xesareke mezin çênebûye û hat gotin ku tenê kesekê di bin xerabeyan de ma ye jiyana xwe ji dest da. Gelemperiya banên avahiyan tebiqîne. Gelek TIR’ên alîkariyê gihiştine navçeyê. Şêniyên navçeyê jî ji ber xesara gihiştiye malên wan, bifikar in.

Rêyên gundên çiyayî yên girêdayî Çêlikanê ji ber hezaz û berfê hatine girtin. Hat ragihandin ku gundên rêyên wan hatine girtin rûxiya ne. Lê belê têkildarî texrîbata li gundan tu agahî nayên bidestxistin. Efserekî cendirmeyan got ku bi helîkopteran erzaq bo gundiyan birine û Navenda Krîzan a ji hêla HDP, DBP û rêxistinên civaka sivîl ve hatine avakirin jî dan zanîn ku li gundan gelek avahî hilweşîn e.

GUNDÊ HILWEŞIYAYÎ DI BIN BERFÊ DE MA YE

Bajarokê Erkenek ê girêdayî navçeya Wêranşar a Meletiyê jî ji ber erdhejê rûxiya. Li gorî agahiyan, li navenda Erkenekê ku berfeke zêde lê bariyaye, di encama erdhejê de 70 kesan jiyana xwe ji dest dane. Welatiyan got ku wan bi derfetên xwe kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji bin kavilan derxistine û hêj gelek kes di bin kavilan de ne.

19.14

Nexweşxaneyên Edeneyê bi mirî û birîndran tije bûne

Li gorî daneyên dawî, hejmara kesên erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn 19 hezar û 388 derbas kir. Gelemperiya birîndarên Hatay, Mereş û Osmaniyeyê sewqî Edeneyê tên kirin. Xebatkarekî tenduristiyê ku nexwest navê xwe bide, da zanîn ku tevahiya nexweşxaneyên navçe û navenda Edeneyê bi mirî û birîndaran tije bûne. Xebatkarê tenduristiyê bi domdarî ev tişt anî ziman: “Qata morg lê ye niha bi cenazeyan tije bûye û cih tune ye. Cenaze li erdê li cem hev hatine rêzkirin. Li hemû nexweşxaneyan jî heman rewş heye. Unîteya 3’yemîn a Nexweşaneya Dewletê ya Seyhan a Edeneyê veguherandin unîteya travmaya zarokan. Birîndar li servîsên travma û ortopediyê radizên. Mixabin gelemperiya kesên ji kavilan hatine rizgarkirin, jiyana xwe ji dest dan.”

Her wiha ji ber kar û barên definkirinê, li goristanên Edeneyê jî doreke zêde heye.

19.00

Şandeya HDP’ê serdana birîndarên li Dîlokê kir

Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û parlamenterên HDP’ê Mahmût Togrûl û Nûran Îmîr li Dîroka ku erdhejê zirareke mezin dayê serdana mexdûrên erdhejê yên li nexweşxaneyê tedawiya wan didome kirin.

Şandeya HDP’ê di dema serdana xwe de pirsgirêkên ku mexdûrên erdhejê jiyan guhdar kirin. Mexdureke erdhejê ku anî ziman nizane zarokê wê yê ji bin kavilan hatiye derxistin li ku ye, alîkarî xwest. Şandeya HDP’ê ku ji bo lêkolînê ket nava liv û tevgerê, rewş ji Navenda Koordînasyona Krîzê re ragihand. 

18.01

6 kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê hatin veşartin

Cenazeyên welatiyên ji Şirnexê û navçeyên wê ku di erdheja Meletî, navçeya Îskenderûn û Antakyayê yên Hatayê û Mereşê de jiyana xwe ji dest dan anîn cihê ku jê dayik bûn veşartin.

Li navçeya Îskenderûn ya Hatayê bav Serhat Temîzer û kurê wî Emîr Temîzer ku di erdhêjê de bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan li Goristana Asrî ya Navçeya Cizîr ya Şirnexê hatin veşartin.

Li Mereşê jî Yûsûf Bîlîk û Îbrahîm Bîlîk ku xwendekarên zanîngehê bûn di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê wan îro li goristana gundê Kizilsû yê girêdayî Şirnexê li cem hev hatin veşartin.

Li Meletiyê avahîsaz Nazan Tûşak ku di bin kavilan de ma jiyana xwe ji dest da li navçeya Silopiyayê hate veşartin.

Cenazeyê Meryem Deger a ku li Antakyayê di bin kavilan de mayî û jiyana xwe ji dest dayî li Goristana Asrî ya Cizîrê hatin veşartin.

17.51

Dewlet bi leşker û polîsên xwe ji bo pere û xwarina gefan ketiye Hatayê

Dewlet, roja pêncan a erdhejê, bi hemû saziyên xwe li cihê erdhej lê rabûye, xuya kir. Bi taybetî polîsên ji bajarên rojava hatine, pêşîn berê xwe da konên alîkariyê yên şoreşgeran û gef li wan xwarin. Dewleta Tirk ku hemû hêza xwe li bajêr kom kiriye, derket holê ku nan nade polîs û leşkeran. Polîs û leşker rêz bi rêz bûne ku xwarina şoreşger belav dikin, werbigirin.

Gelê Hatayê diyar kir ku yekîneyên tîmên taybet, piştî erdehê rojek bi şûn de hatine, banke û zêrfiroşan jî pere û zêrên xwe birine, bi pişt re heta bi roja pêncan a erdhejê xuya nebûne û bertek nîşanê leşker û polîsan da. Gel, ji yên dewletê bêhtir berê xwe dide konên ku şoreşgeran danîne.

AFAD jî qet hesabê ku wê di bin kavilan de kesên sax hebin, nake. Bêyî hizir dikeve hewila rakirina kavilan. Tê gotin ku ceyranê didin gund û navçeyên AKP’ê.

17.30

Erhan Mûrsaoglû: Navê AFAD’ê heye, lê ew bi xwe nîne

Erhan Mûrsaoglû yê ku li Taxa Armûtlû ya navçeya Defne ya Hatayê malbata xwe winda kir bertek nîşan da û got: "Navê AFAD'ê heye, lê ew bi xwe nîne."

17.26

Li Nûrdagiyê jinek bi saxî ji bin kavil hat derxistin

Yek ji navendên ku herî zêde erdhejê dijwariya xwe lê nîşan daye jî navçeya Nûrdagiyê ya Dîlokê ye. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê îro jî dewam kirin. Piştî 5 rojan jinek navê wê nehat hînbûn ji bin kavilê avahiyek li taxa Yavûz Selîmê sax hat derxistin. Jina birîndar ji bo tedawiyê ewilî rakirin nexweşxaneya sahra ya li Nûrdaghiyê û ji vir jî sewqî navenda Dîlokê hat kirin.

17.24

Li Hênê 40 xanî hilweşiyan û gelek heywan mirin

Li gundê Kaledîbî yê navçeya Hênê ya Amedê nêzî 40 xanî ji ber erdhejê hilweşiyane û gelek heywanên di bin kavilên xaniyan de mane mirine. Li mezrika Ûysalê ya girêdayî Topçûlarê jî di dema erdhejê zinar ji çiyê gindirîne nava gund. Hin axurên ku zinar li wan ketine hilweşiyane û gelek heywan mirine.

Welatiyên xaniyên wan ji erdhejê xesar dîtine, li benda alîkariyê ne.

17.02

Cîhat Hacîoglu: Ne gel, lê dewlet di bin kavilan de ma ye

Cîhat Hacîoglu yê ku bi hevsera xwe û sêwikên xwe yên 3 salî, li Taxa Harbiye ya Hatayê bi saya cîranên xwe di binê kavilan de xilas bû, got: "Ji dewletê kesek nehat û destê xwe dirêj me nekir. Bi saya cîranên xwe ez xilas bûm. Li vir ne gel di bin kavilan de ye, lê dewlet di bin kavilan de ye.“

16.56

Li Berlînê Maseya Koordînasyona Alîkariyê hat avakirin

Kurdên li Bremenê, ji bo alîkarî û piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re Maseya Koordînasyona Alîkariyê ava kir.

Aktîvîstê Kurd Kadrî Saka diyar kir ku Bratî e.V, Meclîsa Jinan a Sevê, Mizgefta Şêx Said a girêdayê Civaka Îslamî ya Kurdistanê, NAV-YEK û saziyên din, piştî banga Heyva Sor, li Bremenê hatine ba hev û ji bo berhevkirina alîkariyê maseya krîzê ava kiriye û ev bang kir: “Divê saziyên me, gelê me yê welatparêz, dostên me yên Elman, li ber vê felaketa mirovî bibin alîkar bi mexdûrên erdhejê re.“

Firat Kaya jî got ku piştî banga pêşîn wan bi 50 kesan re civîn çêkiriye û li ser xebatên tên kirin agahî dan ajansa me.

ALÎKARÎ HEM BI DESTAN HEM JÎ BI RÊYA BANKAYÊ TÊ KIRIN

Firat Kaya ku di der barê xebatên maseya krîzê de agahî dan, da xuyakirin ku heta bi niha çûne serdana bi sedan malbatan, bi fîşên alîkariyê yên Heyva Sor a Kurdistanê pere berhev dikin û bi vî awayî alîkariya hatiye berhevkirin yek bi yek tomar dikin û pere li cihekî berhev dibe.

WÊ STANDA JI BO AGAHDARKIRINÊ BÊ DANÎN

Berdevka Meclîsa Jinan Hatîce Aslan ku ji bo alîkariyê dixebite, di der barê xebata ji bo alîkariyê de agahî dan. Aslan, da zanîn ku ji bo berhevkirina alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê, ew ê roja Şemiyê, saet di navbeyna 14:00-20:00’an de standeke ji bo agahkirinê li Zîegenplatza li Sîlva Sîelwallê deynin.

16.31

Sancar: Sedema mirinan polîtîkayên îmarê ne

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar û heyeta pê re çûn serdana Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ku birîndarên erdhejê lê tên dermankirin û agahî ji serbijîşkê nexweşxaneyê girtin. Sancar piştî serdanê li ber nexweşxaneyê daxuyanî da.

Sancar diyar kir ku 800 kesên ku li herêma erdhejê birîndar bûne, li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê tên dermankirin û wiha got: “Her kes mezinahiya karesatê dibîne. Divê weke karesatekî xwezayî neyê dîtin û nirxandin. Erdhej bûyereke xwezayî ye, tiştê ku dibe sedema hilweşîn û trajediya mirovan, rêveber in. “

Sancar anî ziman ku sedema hilweşandina gelek avahiyan polîtîkayên îmarê ne û got: “Ji ber ku hema hema 2 rojan ti destwerdanê lezgîn û xizmetên alîkariyê nebûn, windahiyên wisa mezin çêbûn. Niha hewl tê dayîn ku piştevaniyên civakê jî werin astengkirin. “

Sancar da zanîn ku ji bo ku gel û sazî piştevaniya civakî bi awayekî herî bi bandor bimeşînin, pêwîstî bi koordînasyonê heye û çi ji destê wan were ew ê bikin.

16.16

Bûldan: Karesat wêneyê AKP'ê ye

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buûdan û heyeta pê re, çûn serdana navçeya Bazarcix  a Mereşê ku navenda erdhejê ye. Bûldan ewil serdana mexdûrên erdhejê yên li Taxa Fatîhê kir. Bûldan û şandeya pê re li konê ku ji aliyê Şaredariya HDP’ê ya Silopiyayê ve hatiye danîn, bi gel re hate ba hev. Bûldan, ji malbatên kesên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, sersaxî xwest û got: "Mirovên me ligel ku di bin kavilan de dengê zarok, xwişk, bira, dayik û bavên xwe bihîstin jî nekarîn rizgar bikin. Vê wêneyê di dîroka Tirkiyeyê de cihê xwe gir. Vê wêneyê di mejiyê mirovan weke wêneyekî xerab li welatekî ku desthilatdariya AKP'ê tê birêvebirin cihê xwe girt. Hikûmeta AKP û şirîkê wê MHP’ê gel bi tenê hişt. Ev hemû jî wêneyekî ku welat çawan tê birêvebirin.“

Bûldan pirsa, “20 sal in bacên erdhejê li kû tên xerckirin?” û peyama, “Hêrseke me mezin e ” da. Bûldan diyar kir ku piştevanî dide jiyîn û got: “Em ê piştevaniya xwe berdewam bikin.“

Bûldan û şandeya pê re li taxê serdana gel kirin û li konê xwarinê yê Şaredariya Silopî xwarin li gel belav kir.

16.05

Akdag: Xêra deshilatdariyê ji Semsûre re nîn e bi ser de asteng dike

Erkdara Maseya Krîzê ya Semsûrê û Endama Meclisa Partiya ya HDP’ê Hatîce Akdag, got ku tu xera desthilatdariyê ji Semsûrê nîn e hêj bi ser de nahêle mirov bixebite. Ev çend roj in ku erdhej  rabûye, lê AFAD’a girêdayê desthilatdariya AKP-MHP’ê, hêj negihîştiye gelek deran. Li Semsûrê ku erdhej lê rabûye jî rewş heman e. Erkdara Maseya Krîzê û Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Hatîce Akdag ku bi ANF’ê re axivî, ji roja ku erdhej rabûye, ew, Parlamentera Mûşê Şevîn Coşkûn, Parlamenterê Agiriyê Abdullah Koç û Parlamenterê Antalyayê Kemal Bulbul bi hev re li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re dibin alîkar.  

‘JI SEDÎ 90 XERA BÛYE’

Akdag diyar kir ku piştî roja ku erdhej rabûye, wan xwaringehek çêkiriye û rojê sê danan xwarinê didin û niha jî ji bo çêkirina pêjgeheke seyar dixebitin. Akdag da zanîn ku şandeyeke bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan re çûye serdana wan û wiha axivî: ‘’Roja pêşîn ku em hatin vir, tu baweriya gel nîn bû lê dît ku hewil û hestewarî heye, pê re hêvî çêbû. Nava Semsûrê bûye xerabe û maye, her der kavil e, ji sedî 90 xera bûye. Hêj tu dest tê nehatiye werdan. Ceyran, av û înternet diçin û tên. Pirsgirêka me ya danîna pêwendiyê heye, em pir baş nikarin pêwendiyê daînin. Heta bi niha ji xeynê koordînasyona me, dewlet li vî bajarî neketiye tu hewilê. Gelek hevalên AFAD ew dane sekinandin û destûr nedaye, bi înîsiyatîfa xwe rabûne û bi derfetên kêm hewil didin bixebitin. Bi banga ji bo piştevaniyê, hevalên dilxwaz ji bo xebata lêgerîn û xelaskirinê hatin.’’  

‘AFAD NAHÊLE DILXWAZ BIXEBITIN’

Akdagê her wiha got ku bi banga wan û ya saziyên civakî yên sivîl, alîkarî ji gelek bajaran tê û hewil didin ku bigihînin kesên mihtac û wiha pê de çû: ‘’Alîkariya tê, bi biryara walîtiyê tê astengkirin. Makîneyên kar ku kesên karsaz dişînin, li têketina bajêr tên sekinandin û ketina nav xebata ji bo lêgerînê û xelaskirinê, tê astengkirin. Ji bo cenazeyên ji aliyê xizmên xwe ve tên derxistin tu wesayît nîn in.’’

 ‘PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN SÎ Û STAR E’

Akdag da xuyakirin ku ew û gelek xebatkarên tenduristiyê yên dilxwaz ku ji TTB’ê hatine, bi hev re dixebitin, bi qismî be jî hewcedariya bi derman û tiştên din tê dîtin û wiha got: ‘’Pirsgirêka herî mezin, sî û star e, hewcedariya bi kon û konteyniran e. Li gor şertên zivistanê cihekê mirov li derve lê bicive, nîn e. Ji wê boneyê pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê çêdibin.’’

GEL LEŞKERÊN TIRK PROTESTO KIRIN

Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Hatîce Akdag, axavtina xwe wiha qedand: ‘’Koordînasyona me, bi şiara ‘Niha gava piştevaniyê ye’ dest bi kampanyeyekê kiriye. Bi hezaran kesên di bin kavilan de û yên nikarin bikevin mala xwe û ji der ve ne, li hêviyê ne ku piştevanî bi wan re bê kirin. Gel, cendirmeyan da ber keviran û ew protesto kirin.’’

16.00

Bi roja alîkarî xwestin, lê ne hat

Sevîm Yenîocak a ku ji bo du keçên wê yên di bin kavilên Apartama Armutlûyê de benê derxistin 5 roj in alîkarî dixwaze wiha got: “3 roj alîkarî xwestin, lê alîkarî nedan. Hewldanên bavê wan jî têrê nekir, me bi destên xwe erd kola."

15:47

Hêjmara miriyan her ku diçe zêdetir dibe

Rayederên dewleta Tirk ragihandin ku hejmara kesên ku di erhejan de jiyana xwe ji dest dane gihiştine 19 hezar û 388 kesî û 77 hezar û 711 kes birîndar bûne.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku bi deh hazaran kes jiyana xwe ji dest dane.

15:30

Beşek ji girtiyên li Girtîgeha Turkoglûyê şandin Kirşehîrê

Ji ber ku Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê ya Mereşê di erhejê de ziyaneke mezin dîtibû, biryara tehliye kirinê hatibû dayîn. Beşek ji girtiyên Girtîgehê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê hatin kirin.

15:03

Ji girtîgehên cihên erdhej lê rabûye tu agahî nayê girtin

Li bajarên erdhej lê rabûye, rewşa girtiyên girtîgehan ne diyar e. Endamê OHD û ÎHD’ê Sînan Taştekîn ku li Dîlokê parêzeriyê dike, got, haya wan jê çêbûye ku girtî neqlê girtîgehên din hatine kirin lê malbat nikarin xwe bigihînin girtiyên xwe.

Parêzer Taştekîn diyar kir ku mirov nikare hevdîtinê bi girtiyan re bike û Wezareta Edaletê û CÎMER, bersivê ji bo serlêdanan nadin û wiha got: ‘’ Ji ber ku miwekîlên me telefonê me dikin, em meraqa rewşa girtîgehan dikin. Ji tu serlêdanên me yên ji bo hevdîtinê tu bersiv nehatiye dayîn. Îro me zanî ku girtiyên girtîgehên cihên erdhej lê rabûye, neqlê girtîgehên din hatine kirin. Lê di der barê vê de mirov nikare xwe bigihîne tu kesî.’’ Girtî neqlê girtîgehên nêzê malbatên wan nehatine kirin. Wê dîsa pêkanînên berê dubarê bikin. Tê îdiakirin ku wê girtî neqlê girtîgehên dûrê malbatên xwe bên kirin. Mafê girtiyan heye ku hefteyê, saetekê hevdîtinê bikin, nîv saetê bi telefonê bi dîmen bi hev re biaxivin. Lê ev hevdîtin jî nayên kirin.’’

Taştekîn, destnîşan kir ku tevger ne li gorê qanûna înfazê ye û ev tişt anîn ziman: ‘’Daxwaza me ew e ku di çarçoveya qanûnê bi hejmar 5271 de, maf bên bikaranîn. Çimkî di rewşên wiha de heq ew e ku deh roj destûrê bidin girtiyên ji rewşa wan fikar neyê kirin. Li gor qanûnan wiha ye. Lê bi awayekê wisa tevdigerin ku wek girtîgeh li cihên erdhej lê rabûye nehatibin çêkirin û girtî tê de nîn bin. Bi vê rewşê mafê girtiyan û bi pişt re mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin.’’

15:00

Partiya Çep a Kesk: Desthilatdarî welat veguherand gora gelan

Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin têkîdarî agahî û çavderiyên xwe yên girêdayî herêmên erdhejê li ber kavila Apartmana Sozel ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek dan. Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin diyar kir ku bi taybet Antakya hatiye rewşeke ku neyê bikaranîn: “Hilweşiya ye. Ji nû ve avakirina vî bajarî tenê bi hemû hêz, gelê me û însiyatîfa herêmî pêkan e. Akin, bal kişand ku piştî erdhejê pirsgirêka herî mezin parastin û avakirina qadên jiyanê ên saxlem e. Akin bertek nîşanî astengiyên desthilatdariyê da.

Akin wiha got: “Bi taybet li Antakya û Semsûrê tu cihê ku mirov bikare pêwîstiyên xwe bi cih bîne nemaye. Ji ber ku av û elektrîk tuneye. Qadên jiyanê nehatine parastin. Yek ji pêdiviyên herî mezin kon e. Di mijarê de konê de her serlêdanên ku hatin kirin kêm e. Li gorî Antakya û Hatayê li Amedê mexdûrên erdhejê kêm in.

Hevberdevka Partiya Çep a Kes Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî wiha got: “Xemsarî û bêtedbîrî nîşanî me dide k encamên vê erdhejê jî polîtîk e. Li gorî agahiyên gelê me, mexdûrên erhejê li cihên weke Mûgla û Aydinê werin bicihkirin. Eger ev koçeberî pêk were jî divê ji bo demeke kurt be. “

14:59

Îpekyûz: Li Semsûrê pêwîstiya lezgîn bi sobe û konan heye

Parlementerê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku, li Semsûrê hîna jî pêwîstî bi kon û sobe heye û got: "Ji bo lîsteya pêwîstiyan divê bi koordînasyonan re têkilî bê dayîn."

 

14:55

Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me gelek kêmahî tespît kirin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ragihand ku di rapora xwe ya têkildarî erdhejê de gelek kêmahî tespît kirine û got: “Daxwaza me ya daxilbûna maseya krîzê, hat redkirin.”

 

14:42

Li Hatayê pêdivî bi alavên sereke hene

Li Hatayê gel hewl dide, pêdiviyên xwe yên sereke bi cih bîne. Li taxên Elektrîk, Samandag, Armûtlû û Harbiyeyê pêdivî bi alavên sereke yên wekî kon, paçikê zarok û kal û pîran, pedê jinan û dermanan heye.

14:19

2500 malbatên ku mexdûrê erdhejê ne, gihiştin Şehbayê
Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê 1300 malbat îro gihiştin Kantona Şehbayê. Tevî yên ku îro hatine, 2500 malbat gihiştine Şehbayê.
 

14:01

TMMOB: Xebatên dewletê têr nake, xelk li gelek cihan bi tenê ye

TMMOB’ê diyar kir ku xebatên dewletê yên li gelek cihan têr nake û destnîşan kir ku li gelek cihan xelk hewl dide ku bi derfetên xwe kesên di bin kavilan de derxîne.

 

13:47

3 kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Çelê hatin veşartin

Sê kesên ku di erdhejê de li Meletiyê jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin veşartin.

Mucahît Tûnç, Kasim û Halîme yên ji Çelê, li Meletiyê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Cenazeyên hersê kesan serê sibehê anîn Çelê û bi merasîmeke ku bi sedan kes tevlî bûn li goristana navçeyê hatin veşartin.

13:37

Li gorî dewleta Tirk 18 hezar û 991 kesî jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane 18 hezar û 991 kes in.

Li gorî çavkaniyên xwecihî bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin, dewleta Tirk hejmara rasteqîn eşkere nake.

13:26

Banga Cemîl Bayik li medya cîhanê deng veda

Banga rawestandina çalakiyên leşkerî ya Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik a ji ber erdhejê, li medya cîhanê deng veda.

Di peyama bi dîmen de ya ku li ANF'ê hate weşandin, Bayik got "Em bang li hemû hêzên xwe dikin ên ku çalakiyên leşkerî lidar dixin; li Tirkiye, metropolan, bajaran çalakiyên leşkerî rawestînin." Van gotinên Bayik li medya cîhanê deng vedan.

Li gel ajansên sereke yên nûçeyan AFP, DPA û Reutersê, malperên nûçeyan ên bi Elmanî, Fransî û Îngilîzî her wiha qenalên televîzyonan banga rêveberiya KCK'ê ragihandin.

Di nûçeyan de ku bi taybetî li medya Ewropayê hatin weşandin, hate ragihandin ku rawestandina şer ji bo pêçandina birînên ji erdhejê wê bibe gaveke girîng.

AFP û qenala televîzyonê ya Fransayê France 24 diyar kirin ku herêma erdhejê bandor lê kiriye ew qad e ku şerê navbera PKK û dewleta Tirk lê diqewime û cih dan banga Cemîl Bayik.

Di heman nûçeyan de hate ragihandin ku ji bo banga aliyê Kurd ê ji bo rawestandina çalakiyên leşkerî, rayedarên dewleta Tirk hîn bersiv nedane.

Yek ji rojnameyên heftane yên sereke yên Elmanyayê Die Zeit di malpera xwe ya înternetê de banga Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi sernavê "PKK dixwaze operasyonên xwe yên li Tirkiyeyê bi demkî rawestîne" ragihand.

Di nûçeya Die Zeit de li ser mijarê ev şîrove hate kirin: "Serokkomarê Tirk tê sûcdarkirin ku alîkariyê bi herêma Kurdan re nake ku erdhejê bandor lê kir. Niha jî partiya Kurd PKK'ê bang li milîsên xwe kir ku çalakiyan nekin."

13:19

Desthilatdariya AKP-MHP'ê Elbistanê vala dike

13:16

Cemîl Bayik: Çalakiyên leşkerî rawestînin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik êşa giran a ji ber erdhejê bi bîr xist û diyar kir ku tevgera wan mijar nirxandiye û biryareke bi vî rengî wergirtine:

"Dema ku gelên wê felaketê dijîn, êşeke wisa dikişînin, di nav me de jî wek tevger pêwît dît ku em rewşa heyî û pêşketinên dawîn ku çêdibin, binirxînin û li ser wî esasî em bigihin hinek encaman. Ji ber ku em hurmetê nîşanê gel, jiyana gelan û mirovahiyê didin, êşan li êşan zêde nakin. Li aliyê mirovî, wijdanî, exlaqî, me rewş nirxand. Em bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin ku li Tirkiyeyê, li metropolan, li bajaran çalakiyên leşkerî ku dikin, bisekinînin. Dîsa ku heta dewleta Tirkiyeyê, bi ser me de neyê û êrîşê me neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin. Heta ku êşên gelê me kêm bibin, birînên xwe derman bikin, ev biryara me derbasdar e. Helbet helwesta dewletê jî wê li ser biryara me diyarker be. Careke din dibêjim; ên ku jiyana xwe ji dest dane, rehma Xwedê lê be û yên birîndar jî şifaya acîl dixwazim û dibêjim serê gelê me sax be. Hevgirtina civakî wê ji heqê van êrîşan were der, birînên xwe ew ê bi hev re derman bikin."

12:48

TMMOB: Kar têrker nîne, gel li gelek deveran bi tena serê xwe ye

Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) diyar kir ku li herêmên erdhejê karê ku dewlet dike têrker nîne û destnîşan kir ku li gelek deveran gel bi derfetên xwe hewl dide mirovan ji binê kavilan rizgar bike.

12:37

Desthilatdariya AKP-MHP'ê xelkê Elbistanê bi bayê bezê dişîne bajarên li rojava

Desthilatdariya AKP-MHP'ê erdhejê ji xwe re dike firsendek. Bi hinceta erdhejê xelkê Elbistanê bi bayê bezê dişîne bajarên li rojavayê Tirkiyeyê. Bêyî ku bi aqûbeta mirovên li binê kavilan zanibin û cenazeyên xwe veşêrin, xelkê herêmê dişînin bajarên rojava.

12:28

TJA'yê banga hevgirtinê kir

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) pêdiviyên lezgîn ên ji bo erdhejê ragihandin. Aktîvîsta TJA'yê Emîne Kaya, diyar kir ku weke di şer de herî zêde jin û zarok dibin qurbaniyên felaketên xwezayî. Kaya got, "Ev 5 roj in, gelek cih hene ku qet mudaxele nehatiye kirin. Li wir kesên sax mane jî tî û birçî ne.”

Kaya got: "Bi qasî ku em dişopînin li vir kon pir kêm in, di her konekî de 4-5 malbat dimînin. Paqijî problem e. Ev tenê ji bo Amedê wisa ye. Sobe jî têr nakin. Ji ber hewayê şert û mercên kon jî di nava heriyê de tên vedan û ev yek ji bo zarokan ne baş e. Ji bo zarokan betanî hewce ye. Pêdiviyên jinan ên herî bingehîn ped, malzemeyên paqijiyê, kincên binî, qapût, betanî, xwarina zarokan e. Ji bo zarokan bîberon hewce en. Duh gelek mama hatin şandin lê bîberon tunebû. Em ji bo bîberonê zarokan bang dikin.”

12:09

Bayik: Biryara Rewşa Awarte ji bo nixumandina erdhejê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku biryara AKP-MHP'ê ya Rewşa Awarte ji bo nixumandina rastiya erdhejê ye.

Bayik got, "AKP-MHP’ê, rewşa awarte îlan kir. Ji bo çi îlan kir? Dixwazin ser erdhejê bigirin. Dixwazin ser êşa gel, qêrîna gel bigirin ku dengê wan tu caran negihîje çi cihan. Dixwazin ser erdhejê bi temamî bigirin ku kes pê nehise. Pirsgirêkên tên jiyîn ku kes fêm neke. Ji bo wê jî ragihandinên xwe bi liv tevger kirine. Ê çawa gelan û dinyayê bixapînin, li ser wî esasî propagandayekê bi pêş dixin. Gelek tiştan vedişêrin. Wer didin diyarkirin ku li hemû cihan bi gel re dibin alîkar. Ev derew in. Ragihandinên bêalî, wan derewên wan hemû derxistin holê. Dixwazin bi vê ew alîkariya ku gel dişîne cihê erdhejê, ku pêşiyê lê bigirin. Dixwazin di nava gel de hevgirtineke bipêşketî, ku pêşiyê lê bigirin ku bi temamî desthilatiya xwe li wan deran çêbikin. Derfetên ji derve hatiye, ya jî ji nav Tirkiyeyê hatiye jî ku dîsa têxin bin xizmeta xwe. Bo wê jî wextê demokrasî, gelên Tirkiyeyê, gelê Kurd divê hevkariya xwe her bi awayî dewam bikin. Nehêlin ku dest bidin, ser tarî bikin."

12:07

Cemîl Bayik: AKP Tirkiyeyê mîna şîrketekê bi rê ve dibe; ti tedbîr negirtiye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser berpirsyariya rejîma AKP-MHP'ê ya di karesata erdhejê de û got, "AKP-MHP, li ser desthilatê ye. 20 sal in AKP li ser desthilatê ye. Dewletê bi rê ve dibe. Tê zanîn ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li ser xeta fayê ye. Ji wê boneyê, welatekê erdhejê ye. A ku dihat xwestin ku tevdîr ji bo wê bihatina wergirtin. Lê AKP’ê tu tevdîr bi pêş nexistin. Ji bo gel xizmetekê nake. Li Tirkiyeyê ji bo erdhejê tê zanîn, bac dihatin wergirtin. Lê çi bi wan bacan bû kes nizane. Dewleta Tirkiyeyê, hemû derfetên xwe; hundir û derve, ji bo li Kurdistanê gelê Kurd qir bike, bi milyaran dolar xerc kirin. Şerê taybet bi pêş xistin. Alîgirên xwe xurt kirin. Çete xurt kirin. Hinek saziyên şerê taybet xurt kirin. Hemû derfetên Tirkiyeyê ji wê boneyê xerc kirin. Ji bo wê tiştek nadin gelê Tirkiyeyê. Bi taybetî jî nedan gelê Kurd. Di desthilata xwe bêyî hidûd dizî kirin. Rant, talan bi pêş xistin. Dewlemendiyên xwe zêdetir kirin. Gel jî feqîr xistin. Her ku çû zêdetir feqîr xistin. Di navbera xwe û gelan de zêde cudahî çêkirin. Wek em dizanin, gelek caran ji bo mitehîd û çeteyan qanûnên xwe guhertin. Qanûnên îhaleyan guhertin da ku bikarin ên di xizmeta xwe de dewlemendtir bikin. Li cîhanê li gelek cihan erdhej çêdibin. Mînak; li Japonyayê, erdhejên mezin çêdibin. Em dibînin di van erdhejan de avahî zêde xera nabin, kes zêde namirin. Ji ber ku bi cidî li ser disekinin. Tevdîrên xwe bi pêş dixin. Ji wê boneyê ew êş zêde nayên kişandin. Eger dewleta Tirkiyeyê jî wek Japonyayê tevdîr werbigirtana ew êşên ku îro tên kişandin, wê nehatana kişandin. Bi hezaran avahî xera nabin. Bajar û gund xera nabin û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest nadin, birîndar nabin.

AKP-MHP’ê di desthilata xwe gelek pere kom kirin. Her sal ji bo erdhejê pere kom kirin. Lê em dibînin ku ew pere li rastê nîn in. Hemû ji bo şer xerc kirine. Ji ber ku ji bo şer bi milyar dolaran pere xerc kirin. Eger ew pere ji bo gel xerc bikirana, bo erdhejê tevdîr werbigirtana, bo tenduristî û perwerdehiya gel bi pêş bixistana, ew êş û xirabî nedihatin jiyîn. Gelê Tirkiyeyê wê di nav xweşiyê de bijiya. Eger îro hinek pir dewlemend bûne, ku gel jî zêde feqîr ketiye, ew encama siyaseta AKP-MHP’ê ye ku li dijî gelê Kurd dimeşîne. Ji ber ku dixwaze gelê Kurd qir bike, ji wê boneyê hemû derfetên Tirkiyeyê û derve dixe xizmeta vî şerî. AKP-MHP, Tirkiyeyê wek şirketekê bi rê ve dibin. Wek patronekê bêwijdan, zalim nêzê gel dibin. Çi pêwîstiyên gel ji bo xwe esas nagirin, tu caran armanceke wer nadin pêşiya xwe. Ji bo wê jî pêwîst e; gelê me, gelê Kurd, Tirk, Ereb, gelên li Tirkiyeyê dijîn hemû hesabê wê divê bipirsin. Hem hesab bipirsin, hem jî hevkariya xwe derxin asta herî bilind."

12:05

Cemîl Bayik: Çi ji destê kê tê divê ji bo mexdûrên erdhejê seferber bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji ber erdhejên bi dijwariya 7.8 û 7.7 ên li Mereşê peyamek bi dîmen weşand.

Bayik got, "Gelê me yê hêja, erdhejê rê li ber felaketeke mezin vekir. Li Bakurê Kurdistanê, li Rojava, li Tirkiyeyê, li Sûriyeyê, gelên me di nav zehmetiyeke mezin de ne. Bi taybetî ji ber siyaset û pêkanînên dewleta Tirk, gel zêdetir êşê dikişîne. Ji bo wê, bi taybetî, ew dewleta dagirker, qirker a Tirk, siyaset û pêkanînên ku dimeşîne, li ser gelan zêdetir êşê çêdike. Gelê Kurd, Tirk, Ereb û gelên din, hemû jî zêde êş dikişînin. Hestên civakê gelek bandor li ser me kir. Ji bo yên jiyana xwe ji dest dane, ez ji Xwedê rehmetê dixwazim, ji bo birîndaran jî şifayê dixwazim, dibêjim ji bo yê bi malbatî jiyana xwe ji dest dane, ji bo hemû gelê me sersaxiyê dixwazim.

Em hest û êşên ku hûn dikişînin, hîs dikin û dijîn. Mixabin, erdhej li hemû deran, li hemû cîhanê diqewimin. Ya giring ew e ku gelek welat ji bo erdhejê tevdîrên xwe werdigirin. Ji wê boneyê zerar û ziyan kêmtir çêdibe. Hem hilweşîna xaniyan kêm dibe, hem wefat kêm dibin. Em li Tirkiyeyê dinihêrin; lê Tirkiye ji ber ku ew tevdîr wernegirtine, felaket çêdibin. Hêj jî bi hezaran mirovên me di bin kavilan de ne. Pêwîst e em wan zû derbixin. Ji ber ku zivistan e, berf e, baran e, serma ye. Eger em zû dernexin, dibe ku gelek kes ji ber sermayê jiyana xwe ji dest bidin. Lewma divê her kes çi derfetên xwe hebin divê seferber bike, bi lez alîkarî ên ku di bin avahiyan de mane, bi pêş bixin. Saziyên demokratîk û her kes, derfetên xwe çi ne, divê bi tevahî ji bo wê seferber bikin."

11:37

Ji sedî 50 ê Elbistanê xera bûye

11:36

Pêwîstiya Semsûrê bi lez bi konan heye

Ji Komeleya Hiqûqnasan a Azadîparêz Abdullah Bişaroglû ku li herêma erdhejê ye, bang kir ku bi lez alîkariya kon ji Semsûrê re bê dayin. Abdullah Bişaroglû anî ziman ku xelkê herêmê dibêje hejmara qurbaniyan gelekî zêde ye û got, "Em li navenda Semsûrê ne. Li vir êdî karê lêgerîn û rizgarkirinê nîne. Karê komkirina cesedan tê kirin. Ji şêniyên herêmê mirovan ji me re gotin ku wan 24 hezar cesed dîtine, 24 hezar cesed veşartine. Hejmara ku heta niha diyar kirine bi vî rengî ye. Dibêjin ku dibe ku 50-60 hezar kes miribin.

Li vê derê kon nîne. AFAD hatiye vê derê, lê tenê çûye avahiyên cemaweriyê, bi enqazên li avahiyên cemaweriyê re mijûl bûye û piştre nayê zanîn bi ku ve çûye. Mirov bi derfetên xwe ji xwe re kon çêkirine. Li Semsûrê ji ber ku karê tûtinê tê kirin, konên tûtinê bi kar tînin, lê belê dîsa jî kon gelekî kêm e. Hewa gelekî sar e. Bi lez alîkariya kon li vê derê heye."

11:20

Navenda Krîzê ya HDP'ê li Elbistanê bênavber kar dike

Maseya Krîzê ya HDP'ê karên alîkariyê yên li navçeya Elbistan a Mereşê li Salona Rîva Dugun bênavber dimeşîne. Hate ragihandin ku alîkariya ji bo Elbistanê divê bigihînin Salona Rîva Dugun.

11:05

Wêne ji Elbistanê


         


        

11:04

Heyva Sor a Kurdistanê bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir

Heyva Sor a Kurdistanê ku ji bo mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kampanya alîkariyê dimeşîne, bang li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir ku alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re bikin. Ji bo vê jî nûmareya telefon û pêwendiyan parve kir.


         


        

10:57

AVEG-KON: Ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe em ê seferber bibin

Konfederasyona Koçberan a Bindest li Ewropayê (AVEG-KON) ragihand ku piştî erdheja li Mereşê ew ê ji xwe re bikin wezîfe ku birînên gel bipêçin û got, "Ji bo bicihanîna wezîfeyên xwe ji bo gelên xwe em ê seferber bibin."

Di daxuyaniya AVEG-KON'ê de işaret bi girîngiya piştevaniyê hate kirin û hate gotin, "Rejîma faşîst a mêtinger hewl dide ku gava herî biçûk a ji bo pêçandina birînên gel jî bi terorîzmê pênase bike."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Pêwîstiya bi alîkariya lezgîn û piştevaniyê ya bi herêma erdhejê re wezîfeyên nû daniye pêşiya me. Ji ber vê yekê, ji bo wezîfeyên xwe yên ji bo gelên xwe bi cih bînin, em ê seferber bibin. Em ê karên xwe yên vê demê hemûyan taloq bikin û hêza xwe bi temamî ji bo pêçandina birînên gelên xwe bi kar bînin."

10:30

37 kesên di medya dîjîtal de parvekirin kirin, hatin destgîrkirin, 10 jê hatin girtin

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re nake, bi ser wan mirovan ve diçe ku li ser medya dîjîtal parvekirinê dikin. 37 kesên ku li ser platformên medya dîjîtal parvekirin kiribûn hatin destgîrkirin, 10 jê hatin girtin.

10:22

MEBYA-DER: Ji bo gelê me, çi ji destê me tê em amade ne

Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag ku beşdarî xebatên li Bazarcixê bû got, "Çi ji destê me bê em amade ne, em ê bi gelê xwe re û li herêmê bin."

 

10:00

Ji Elbistanê dîmenê erdhejê

Nîvê navçeya Elbistan a Mereşê xera bûye. Ji sedî 25 ê avahiyên li navenda bajêr xesar dîtiye. Li bajêr tenê li 10 avahiyan karê rakirina enqazê tê rakirin. Piraniya makîneyên kar jî park kirine, naxebitin. Dewleta Tirk li Elbistanê ti karî nake.

09:40

'Afet cihêkariyê li nava gelan nake, roj roja piştevaniyê ye'

Meclîsa Koç û Penaberan a HDK'ê û Komîsyona Koçber û Penaberan a HDP'ê bi sernavê "Afet cihêkariyê li nava gelan nake, roj roja piştevaniyê ye" daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 10 bajarên erdhejê bandor li wan kir, tevî ku ji aliyê zanyaran ve gelek caran hate gotin ku herêmeke bi rîsk e, tedbîr nehatin standin û ev yek jî bû sedem ku bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest bidin, bi deh hezaran mirov birîndar bibin, bi sedan hezaran mirov jî bê cih û war bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji roja destpêkê ve dewletê kar ji bo jiyana mirovan nemeşand, gel ji bo birîna xwe bipêçe seferber bû."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li 10 bajarên erdhejê bandor lê kir nifûseke zêde ya koçber û penaberan heye û hate gotin, "Em ji desthilatdariya AKP-MHP'ê dixwazin ku agahiyê bide, bê rewşa li Navendên Vegerandinê û Navendên Stargehên Demkî yên Koçberan rewş çawa ye, bersiv ji pêwîstiyên koçberan re tê dayin yan na."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Li van 10 bajarên ku dewlet di binê enqazê de maye, berpirsyariya gelên li derveyî herêma erdhejê ye ku piştevaniyê bikin û mirovan rizgar bikin. Bi vê têgihiştina berpirsyariyê em bang li her kesî dikin ku li gorî rastiya mirovbûnê piştevaniyê bi xurtî bi rêxistin bikin. Di vê demê de divê kes û saziyên nijadperestiyê sor dikin, tavilê dawî li van nêzîkatiyan bînin."

09:17

Ferhat Pala: Em xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin

Ji baskê HDP'ê yê Ciwanan ê Wanê Ferhat Pala ku li Bazarcixê tevlî karê alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bûye, bang li her kesî kir ku xwedî li mexdûrên erdhejê derkevin.

Pala anî ziman ku li Bazarcixê gelek avahî hilweşiyane, gel bêxwedî hatiye hiştin û got, "Em hewl didin alîkariya ji bajarên me tên kom bikin û ji vê derê bigihînin gel, bigihînin gundan."

Pala diyar kir ku pêwîstî bi amûrên germkirinê, paçên pitikan, xwarina pitikan, betaniyê heye û ragihand ku alîkariya halê hazir tê, têra mirovan nake.

Pala got, "Bi taybetî bang li gelê me dikim. Heta ku ji dest tê xwarinê ji bo pitikan bişînin. Ji ber ku zivistan e, ji ber ku hewa sar e, pêwîstî bi betanî, kon, sobeyê heye."

09:08

Girtiyan ji bo piştevaniyê kincên xwe şandin

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê ya Hejmara 2'yemîn bi rêya malbatên xwe peyamek weşandin û sersaxî ji malbatên qurbaniyan, şîfa jî ji birîndaran re xwestin. Girtiyan ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re kincên xwe yên zivistanê şandin.

08:52

Bozgeyîk: Bobelateke mezin heye, dewlet hilweşiya!

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku bobelateke mezin rû daye û got, " Ji destpêkê ve dewlet li vir tunebû û dewlet hilweşiyaye.”

 

08:49

Li Hatayê malbatek ji binê kavilan hate derxistin

08:24

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) derbarê berpirsan giliyê sûc kir

Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) der barê muteahîtên avahiyên ku di erdheja Mereşê de hilweşiyan, memûrên îdarî yên ku projeyên avahiyan erê kirine û proje kontrol nekirine, giliyê sûc kir. TBB’ê xwest berpirsyar bi xala 81’emîn a ‘kuştina bi qestî’ û xala 83’emîn a ‘kuştina qestî bi tevgerên îxmalî hatiye kirin’ werin darizandin.

08:18

AFAD: 18 hezar û 342 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daneyên AFAD'ê, li 11 bajaran bi giştî 18 hezar û 342 kesî jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 74 hezar û 232 kes birîndar bûne. Tê gotin hejmara rastî ya qurbaniyan zêdeyî bi deh hezaran kesî ye.

08:17

HDP'ê di 3 rojan de 219 TIR û 140 kamyon xwarin gihand mexdûrên erdhejê

Navenda Koordînasyona Krîza Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo stargeh û xwarinên hewce li Mereş, Dîlok, Meletî, Semsûr, Riha, Amed, Kilîs, Osmaniye, Edene û Hatayê ji serê erdhejê ve seferber bû. HDP'ê di 3 rojên ewil de 219 TIR û 140 kamyon xwarin gihand mexdûrên erdhejê. Hate diyarkirin 70 TIR jî ji bo şandinê amade ne. Li herêma erdhejê bi sedan rêveber, endam û dildarên HDP’ê bênavber dixebitin.

08:16

Kemal Bulbul: Ji ber derengmayinê trajediyek mezin çêbû

08:13

Şêniyên Elbistanê: Cenazeyên me ji bin kavilan derxin

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li navçeya Elbistana Mereşê gelekî hêdî didome. Şêniyên Elbistanê ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîn û gotin, "Em di rewşeke pir zehmet de ne, em xwarinê naxwazin, em dixwazin li me xwedî derkevin. Xizmên me hîn di bin kavilan de ne, xizmên me hîn li wir in û em bêçare ne. Di bin kavilan de mirov hene, kes guh nade me, ji me re dibêjin 'deng ji avahiyê nayê' û bi me eleqedar nabin. Em dixwazin xizmên me ji bin kavilan bên derxistin û ev ne daxwazeke mezin e, ez ji vir diqîrim, mirîyên me ji wir derxînin. Di televîzyonê de dibêjin 'talan heye'. Mirov perîşan bûne û tî ne. Li vir tenê kesên xêrxwaz hene, dewlet li vir tune.”

08:08

Li Semsûrê 5 roj in li ser gelek kavilan xebat nehatine kirin

Li Semsûrê hinek kavil hene ku 5 roj in tu xebat li ser nehatiye meşandin. Gel bi derfetên xwe xebatên rizgarkirinê dike.

07:58

AKP-MHP xebatên lêgerîn û rizgarkirinê diqedîne

Ligel ku li gelek cihan gelek kes di bin kavilan de ne, rayedarên dewleta Tirk li gelek cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê diqedînin.Hikumeta AKP-MHP’ê ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li Osmaniye, Kilîs û Rihayê bi dawî kirine.

06:03

Di erdhejê de 17 hezar û 674 kesî jiyana xwe ji dest dan

Li gorî rayedarên dewleta Tirk, di encama erdhejê de ku li Mereşê rû da û bandor li 10 bajaran kir, heta niha 17 hezar û 674 kesî jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku 72 hezar û 879 kes jî birîndar bûne.

06:00

Cemîl Bayik bang li hêzên leşkerî kir: Çalakiyên leşkerî bisekinînin