Bozgeyîk: Bobelateke mezin heye, dewlet hilweşiya!

Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku bobelateke mezin rû daye û got, " Ji destpêkê ve dewlet li vir tunebû û dewlet hilweşiyaye.”

Bozgeyik derbarê rewşa navçeya Bazarcixa Mereşê de agahî da û got, “Hê jî di bin kavilan de mirov hene.Xebatên rizgarkirinê nehatine kirin. Li vir li bendê ne, avahiya din bê hilweşandin. Nêzî 80 saet derbas bûn û malbat li benda mucîzeyekê ne. Dîsa em dikarin bibêjin ku li Hatay, Meletî û Semsûrê bi taybetî jî dewlet û AFAD’ê têra xwe mudaxele nekir û dereng ma.”

Bozgeyîk diyar kir ku di şandina ekîbên rêxistinên girseyî yên demokratîk, sendîka, rêxistinên pîşeyî û partiyên siyasî de jî bi astengiyan re rû bi rû mane û got ku ji 8'ê Sibatê û vir ve li herêmê dest bi xebatê kirine. Bozgeyîk got “Ji niha û pê ve di serî de di warê tenduristî, xwarin, stargeh û paqijiyê de pêwîst e tecbîrên pir giran bên girtin û me dît ku Kizilay li holê xuya nake. Yanî ez li Islahiye, Nûrdagi, Narli û Pazarcikê jî dinêrim. Konekî Kizilayê tune, aşxaneyeke Kizilayê tune. Ev aşxane yên şaredarî û cemxaneyan e. Alîkariya komeleyên Elewiyan û cemxaneyan hene.

Bi kurtasî bobelateke pir dijwar heye. Bi taybetî ez dikarim bibêjim ku em dîsa bi polîtîkayên cudaxwaz ên dewletê re rû bi rû ne. Em ji gel hîn bûn ku her çend gelek gund hatin xerakirin bi taybetî li Narliyê jî kon jî bi rengekî cudaxwaz hatin belavkirin. Bi taybetî ji bo gundên Elewî û Kurdan ji aliyê dewletê ve têra xwe kon û pêdiviyên pêwîst nehatin şandin.

JI DÊVILA REWŞA AWARTE DIKARE WEKÎ QADA BOBELATÊ WERE ÎLANKIRIN

Divê ev kêmasî di zûtirîn demê de ji holê bên rakirin. Wek hûn jî dizanin rewşa awarte hatiye ragihandin. Di rastiyê de, diviyabû ku ev der wekî ‘Qada Bobelatê’ bihata ragihandin. Dewlet jî bi niyeta xerab dest bi bikaranîna Rewşa Awarte kir, li ser medyaya civakî qedexe eşkere kir. Li ser çapemeniyê zext hene. Divê ev jî bên rakirin û dest ji Rewşa Awarte berdin. Yanî em di Qanûna Bingehîn de behsa dewleteke civakî dikin. Em behsa dewleteke demokratîk dikin. Behsa hemwelatiya wekhev tê kirin. Dibêje ku dewlet wê di navbera hemwelatiyên xwe de cudakariyê neke. Lê me dît ku dewlet hilweşiya. Bi gotineke din, dewlet bi rastî tune. Em vê yekê li qadan dibînin. Alîkarî bi piranî bi xebatên şaredariyên bajarê mezin, gel û ekîbên dilxwaz tên kirin.

Jixwe Tirkiye herêma erdhejê ye. Ev ne cara yekem e ku em erdhejê dibînin. Em di dîroka Komarê de bi sedan erdhejan rû bi rû mane. Erdheja Wanê, erdheja Marmarayê, erdheja Çewlîgê, erdheja dawî ya Îzmîrê me jiya. Li vir pêşniyarên zanyaran hene. Em hêvîdar in ku ji niha û pê ve jî herî kêm pêvajoya pêş me bi awayekî rast û demokratîk, hişyariyên rêxistinên me yên girseyî yên demokratîk li ber çavan bigirin.”