Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Me gelek kêmahî tespît kirin

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ragihand ku di rapora xwe ya têkildarî erdhejê de gelek kêmahî tespît kirine û got: “Daxwaza me ya daxilbûna maseya krîzê, hat redkirin.”

Platforma Tenduristiyê ya Amedê, Rapora Çavdêriya Erdhejê ya 4 rojan li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) eşkere kir. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya girêdayî KESK’ê Şiyar Guldîken, Seroka Odeya Bijîşkan Elîf Turan, Bedevkê Înîsiyatîfa Psîkologên Mezopotamyayê Şerîf Akbaş, Seroka Şaxa Komeleya Pisporên Xizmetên Civakî ya Amedê Bahriye Eşme û Serokê Şaxa Komeleya Bijîşkên Diranan Aslan Yîgît rapor xwendin.

HEJMARA KESÊN JIYANA XWE JI DEST DANE Û KESÊN BIRÎNDAR

Rapor wiha ye:  

“Erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên navenda wan Mereş-Elbistan li navenda Amedê û navçeyên wê jî hate hîskirin. Di encama erdhejê de ziyan gihişt beşeke biçûk ê bajar. Li navenda Amedê 2 jê vala bi giştî 8 avahî, li navçe û gundan jî 12 avahî (yên yek qat) hilweşiyan. Her wiha di gelek avahiyan de jî xesar çêbû. Avahiyên ku li navenda bajar hilweşiyayîn pir qat bûn lewma jî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hêj didomin. Ji 10.02.2023’yan ve hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayîn 242, hejmara birîndaran ser hezar kesan e û ji van birîndaran 42 jê niha li beşa venêrîna awarte bi giştî 133 birîndar li ser cih tên tedawîkirin.

Demekî kin piştî erdhejê Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya ji rêxistinên civaka sivîl ên bajar pêk tê civiya û weke Navenda Krîzê, ji ewil avahiyên hilweşiyayîn tespît kir. Piştre jî bi Midûriyeta Bajar a AFAD’ê re peywendî danîn. Tîmên teknîkê yên ji endamên TMMOB’ê pêk dihatin ku pêkhateyeke maseya krîzê ye hatin peywirdarkirin û li cihên kavilan hatin şandin. Kêmaniyên li qadê hatin tespîtkirin û ev kêmanî ji hêla navenda me ve hatine temamkirin. Kêmaniyên weke makîneyên kar, spîral, hîltî, mobîl kompresor, lepik, maske û çavkaniya ronahiyê ên ku diviyabû di envantera AFAD’ê de hebûna, ji Navenda Krîza Erdhejan a Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ve hatin peydakirin û şandin. Ji bo ku gel li hemberî erdhejokan baldar be, weke Navenda Krîzê bang hatin kirin. Piştre jî li navenda bajar hinek dever weke qadên kombûnê hatin diyarkirin, gelê me arasteyî wan qadan hatin kirin û ewlehiya wan hatiye girtin. Ji ber ku di avahiyên wan de xesar çêbûbû û nedikariya bikevin avahiyên xwe, Navenda Krîzê ji bo peydakirina cihê hewînê 138 cih peyda kirin. (eywanên dawetan, dibistanên taybet, kargeh, OSB). Pêdiviyên weke hewîn, germkirin, xwarin û vexwarinê jî ji hêla Navenda Krîzan ve tên pêşwazîkirin.

 QEBÛLKIRINA NEXWEŞAN

Weke Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji rêxistinên pîşeyî yên ked û tenduristiyê yên bajar pêk tê, em li beşên lezgîn geriyan, bi rêveberên nexweşxaneyan re hevdîtin hatin kirin, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê hatin şopandin. Di pergala ava vexwarinê û ceyranê ya bajar de pirsgirêkê cidî derneketin holê. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Uyyubî û li çendek ASM’an derizîn çêbûn lê belê di van qadan de heta niha pirsgirêkek nehatiye tespîtkirin û hêj xizmetê didin. Agahî li ber destê me ye ku ji bo rewşên lezgîn ên îxtîmalî, emeliyatên elektîf hatine betalkirin. Hejmara xebatkarên tenduristiyê bi têrî dikin û hewcehî bi teqwiyeyê nîne. Ji herêmên erdhejê nexweş tên qebûlkirin.

DAXWAZA TEVLÎBÛNA MASEYA KRÎZÊ HAT REDKIRIN

Piştî erdhejê bi Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û Navenda Serkarî ya 112’yê re ketin nav têkiliyê. Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr diyar kir ku di bin banê walîtiyê ve maseya krîzê ava kiriye. Weke Odeya Bijîşkan a Amedê daxwaza me ya tevlîbûna maseya krîzê ya di bin banê walîtiyê de hatiye avakirin nehate qebûlkirin.

Di hevdîtina me ya di 8’ê sibata 2023’an de bi Miduriyeta Tenduristiyê ya Bajêr re ev tişt hatin ragihandin;

* 90 ambûlans û 20 ekîbên UMKE’yê ji bo bajarên ku ji erdhejê zirar dîtine hatin şandin

* Ji bo her kavil ali bajêr berpirsyarek hatiye peywîrdarkirin

* Li qadên komkirinê konên tenduristiyê hatine vedan

* Li nexweşxaneyan navendên psîkososyal hatine avakirin, piştgirî ji xwediyên cenazeyan re hate pêşkêşkirin

* Ji bo kirariyên cenazeyan bi Wezareta Dadê re hevdîtin hatiye kirin û kirarî hatine lezandin

* Ji bajarên din re piştgirî hatiye dayîn

* Ji Meletî, Semsûr û Mereşê 59 nexweş hatine qebûlkirin

* Li Amedê pêdiviya tenduristvan û ekîpmanan nîne

* Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê li nexweşxaneyan xebatên nirxandina xisarê kir, pirsgirêkek nîne lê heta ku rapora fermî bê weşandin emeliyatên ne mecbûrî hatine betalkirin

* Bi taybetî jî kapasîteya lênêrîna awarte yên nû hatine avakirin û hewl tê dayîn ku lênêrîna awarte ya zarokan bê firehkirin

* Analîzên ava vexwarinê hatine kirin, pirsgirêkeke diyar nîne

* Koordînasyona Wezareta Tenduristiyê heye û dema pêdivî pê hebe tê berfirehkirin

* Dema ji bo bajarên din pêdivî bi xebatkarên tenduristiyê çêbû ji aliyê wezaretê ve peywîrdarkirin tên kirin.

Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniya Amedê serdana konên li Sîteya Toptancilara, Parka Newroz, Sumerparkê, Parka Koşuyolu, Kent Meydani û Parka 75 konên hatine vedan kir û çavdêriyên xwe kir rapor. Di raporê de ev agahî hene: Wezîfedarên koordinasyona qadê, du pisporên xizmeta civakî, personelek AFAD’ê, 1 Pdr, li derveyî bajêr hatine wezîfedarkirin. Hin kêmasiyên li qadê tespît kirine. Li qadê xizmeta tenduristiyê tê dayîn. Lê gelek kêmasiyên wek desteka psîkososyal, ewlehî, mitbex û rêveberinê heye.

Li gorî agahiyên ji qadê hatine girtin, tenê 411 kes yanî 45 malbat hatine tomarkirin. Her roj hejmara malbatan zêde dibe. Nexweş, pitîk, jinên ducanî û kesên hewceyî xwedîkirinê nayên tomarkirin. Li gorî agahiyên ber destan, hejmara zarokên astengdar gelek zêde ne. Kon çawa lê hatû, hatine danîn û mesafeya navbera konan gelek kêm e. Kon di nava heriyê de hatine danîn. Li qadên konan metirsiya kablo û panoyên ceyranê jî heye.

Gelek mirov hewl didin bi şewitandina lastik, êzing û kaxez û laylonan xwe germ dikin. Ji bor ê li ber karesatên wek lehiyê bê girtin  tu tevdîr nehatiye girtin. Kon ji odeyekî pêk tên. Kelûpelên germkirinê kêm in. Ji bo paqijiya nav konan tu xizmet nayê kirin û mexdûrên bicih bûne xwe bi xwe li pirsgirêkên xwe çareser dikin.

Li qadê daşirên seyyar tune ne û mirov ji bo pêdiviyên xwe daşirê diçin avahiyek saziya dewletê ku li miqabilî cadeyê ye. Li van qadan tê dîtin ku paqijî nîne û ji bo vê yekê tiştek nehatiyek irin. Di warê belavkirina xwarinê de jî AFAD û Kizilay rojê du car şorbe û nan tenê belav dike. Pêdiviyên xwarinê ji aliyê dilxwazan ve tê dabînkirin. Ji bo vexwarinê ava şebekeyê tê bikaranîn. Ji bo pitikan mama û madeyên xwedîkirina wan tu tiştek nehatiye plankirin. Dema ku alîkarî diçe qadan ji ber bêkoordînasyonê di nava mirovan de îzdîham çêdibe û rê li ber aloziyê vedike.”