TMMOB: Xebatên dewletê têr nake, xelk li gelek cihan bi tenê ye

TMMOB’ê diyar kir ku xebatên dewletê yên li gelek cihan têr nake û destnîşan kir ku li gelek cihan xelk hewl dide ku bi derfetên xwe kesên di bin kavilan de derxîne.

14:17

2500 malbatên ku mexdûrê erdhejê ne, gihiştin Şehbayê

Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê 1300 malbat îro gihiştin Kantona Şehbayê. Tevî yên ku îro hatine, 2500 malbat gihiştine Şehbayê.

Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), derbarê 9 bajar û navçeyekê de ku bandor ji erdhejên Mereşê girtin, raporek amade kir. TMMOB ku hevdîtin bi şax û nûnerên xwe yên li 10 bajaran kiriye, bal kişandiye ser xebatên nehatine kirin.

MEREŞ

“Li Mereş û Elbistanê rûxandineke gelekî mezin heye. Li her kuçeyê 3-4 avahî hilweşiyane, li hin kuçeyan jî avahî bi temamî hilweşiyane. Li gor çavdêriyên ewil li Mereş û Elbistanê jî xebateke bi koordîne nehatiye kirin.

Li Elbistanê jî li seranserê navçeyê tenê li 2-3 avahiyan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin. Li van avahiyan jî tenê li avahiyekê tîmên pispor hene. Gelek avahî hene ku hê li nav kavilên wan xebat nehatine destpêkirin. Li van avahiyan welatiyên sivîl bi derfetên xwe dixebitin û hewl didin mirovan ji bin kavilan derxînin. Ji ber ku rê hatine vekirin meseleya xurekan bi awayekî qismî hatiye çareserkirin. Lê meseleya hêwirandin û germkirinê hê jî zêde ye. Kon tên danîn, lê li cihekî gelekî dûrî navendê tên danîn û pir kêm in. Têkildarî tespîtkirina xesarê hê jî dest pê nekiriye. Lê divê bê gotin ku piraniya avahiyan dê neyên bikaranîn.

DÎLOK

Di du rojên ewil de li Islahiye û Nûrdaxiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin. Lê niha xebat di bin banê koordînasyona AFAD'ê de bi karkerên şaredariyê û amûrên şaredariyê û bi saziyên dilxwaz tê kirin. Ji ber ku gaz hatiye birîn, di warê çêkirina xwarinê de pirsgirêk hene. Pirsgirêka amûrên germkirinê û jeneratoran li ber çareserkirinê ye. Zexîre, xurek, dermanî betanî, ekîpman hwd. li koordînasyona AFAD'ê tên li hin deveran tên komkirin û paşê tên belavkirin. Hêwanên sporê, deverên pir zirar ji erdhejê negirtine ji bo mexdûrên erdhejê hatine vekirin. Amadekariyên ji bo konan didomin.

AMED

Roja erdhejê demildest ji aliyê Platforma Parastina Bajêr û Piştevaniyê ya Amedê ku Koordînasyona Bajêr a Amedê jî di nav de ye, Maseya Krîzê hatiye çêkirin. Piştî civîn û hevdîtinan, xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên xera bûne û texrîb bûne dest pê kirine.

Di xebatan de hatiye tespîtkirin ku li navenda bajêr 8 û li seranserê bajêr jî bi giştî 17 avahî hilweşiyane. Li bajêr cihên xetere demildest hatine kontrolkirin. Li navenda bajêr demildest li nav kavilên avahiyên hilweşiyan xebat dest pê kirine. Gava ekîbên AFAD'ê hene û têra xwe tîmên rizgarkirinê çêbûne, xebat bi hev re hatine kirin. Lê ji ber ku ekîpmana xebatkarên AFAD'ê kêm bûye, ji aliyê maseya krîzê ve vînç, kepçe, hîltî û hwd. hatine peydekirin. Xebatên rizgarkirinê tim hatine şopandin û piştgirî tim hatiye kirin.

Ji bo maseya me ya krîzê daxilî nava maseya krîzê ya walîtiyê bê kirin û ji bo vê me pêwendî bi walîtiyê re daniye û a din a rojê 90 hevpîşeyên me yên ji bo tespîtkirina xesarê daxilî nava xebatên tespîtkirina xesarê ya Midûriyeta Bajarê ya Hawirdor, Bajarsazî û Avhewayê hatiye kirin. Hê jî xebatên ji bo tespîtkirina avahiyên xesardîtî bi hev re tê kirin.

Di heman demê de ji bo demildest pêwendî bi avahiyên xesardîtî re bê danîn tîmên tespîtkirina xesarê yên mobîl ên ji bo 20 kesî pêkhatî û girêdayî Desteya Koordînasyona Bajêr a Amedê hatine avakirin. Bi sedan lêkolînên tespîtkirina xesarê yên hatine, raçavkirin. Haya rayedaran ji avahiyên xesardîtî yên giran pê hatiye xistin. Xebatên di vî warî de li gorî daxwazan jî tên kirin. Tevî maseya krîzê li bajêr cihên hêwirandinê hatine çêkirin. Rayedarên ku di vî warî de tu gavan neavêtine pêwendî hatiye danîn û dibistan jî di nav de gelek cih ji bo hêwirandina hatine vekirin. Piştî hevdîtin bi AFAD'ê re hatiye kirin, li hin deveran kon hatine danîn. Stasyonên trênê û vagonên li bajêr jî ji bo hêwirandinê tên bikaranîn. Maseya krîzê xwarinê dide nêzî 200 hezar kesî û pêdiviyên wan peyda dike.

MELETÎ

Ji ber erdhejê beşekê Mizgefta Nû ya dîrokî ya Meletiyê hilweşiya û di avahiya termînala Balafirgeha Meletiyê xesar çêbû. Balafirgeha ku li ber trafîka hewayî ya sivîlan hate girtin, ji bo firînên alîkariya însanî û xebatên lêgerîn-rizgarkirinê vekirî ye. Nexweşxaneya Taybet a Dîvan û ya Gozdeyê hilweşiyan. Her çende ku bi têrî nekin jî, li hinek cihan tîmên AFAD û Heyva Sor hene. Lê belê di asta pêwîst de tîmên pispor ên lêgerîn-rizgarkirinê tune ne. Ji ber ku cihên gel xwe lê bihewîne kêm in, welatî di wesayîtên xwe de dimînin. Organîzasyona xwarinê kêm û netêrker in. Pirsgirêka veguhestinê heye.

RIHA

Li Rihayê rêveberiya AFAD û tîmên Heyva Sor hewl didin pêvajoyê bimeşînin. Lê ji ber ku amade nebûn, mudaxaleyên wan kêm dimînin. Gelek birîndar hene û gelek zarok winda ne. Li bajar xizmetên tenduristiyê pir kêm in ku mirov dikare bibêje qet nînin. Konên hatine vedan pir kêm in û bi taybet jî li deverên çoltar cihê ku welatî lê bimînin nînin. Li navenda bajar av heye lê ceyran tune ye. Rewşa çoltarê hêj xerabtir e. Pêdîvîya xurekê nayê pêşwazîkîrîn. Ji ber ku binesazî têr nake, pirsgirêka trafîkê heye. Midûriyeta Bajar a Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo venêrînê tîm ava kirin û van tîman dest bi xebatên tespîtkirina xesaran kirin.

SEMSÛR

Li navenda bajarê Semsûrê zêdetirî 400-500 avahî hilweşiyane. Yên ne hilweşiyayîn jî ne di wê astê de ne ku gel bikare têkevê. Avahiya xizmetê ya şaredariyê wêran bûye. Hat zanîn ku nexweşxaneyeke li Golbaşi ya Semsûrê jî pir xesar dîtiye. Hêj niha jî dengê mirovan ji bin kavilên avahiyan tê. Lê belê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir kêm in. Hêj jî xwe negihandine gelek avahiyan. Pêdiviyeke mezin bi hêza mirovan heye. Mirov dikare bibêje ku têkildarî rêveberiya karesatê ya bajar tu koordînasyon nîne. Piştgiriya xurekan tê lê nagihije her deveran. Bênavber banga alîkariyê ji gundan tê. Hinek alîkariyên xurekan ên hatine şandin, AFAD’ê dest danîn ser û birin navenda bajar û li konbajarên hatine avakirin belav kirin.

AFAD bi tena serê xwe Koordînasyonê dike lê serkeftî nîne. Ji ber kêmaniya hêza mirovan û koordînasyonê, alîkarî bi awayekî wekhev nayên belavkirin. Pirsgirêka ceyran û avê didome. Bi taybet jî av hatiye qutkirin û welatî nikarin xwe bigihînin ava paqij. Ev jî rê li ber pirsgirêkeke mezin vedike. Ji ber mercên giran ên zivistanê, pirsgirêka hewînê derketiye asteke mezin. Hemû kes di wesayîtên xwe de radizên û pirsgirêka sotemeniyê didome.

HATAY

Li Hatayê gelek avahî hilweşiyane lê xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin organîzekirin. Xebat ji hêla xelkê herêmê û ji hêla kesên dilxwaz ve hatin meşandin. Nexweşxaneya Taybet a Akademî ya Antakyayê û Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê hilweşiyan, pîsta Balafirgeha Hatayê kerr qelişî ye û nema dikare were bikaranîn. Avahiyên cemaweriyê û ya şaredariyê nema dikarin bên bikaranîn. Binesaziya veguhestinê naxebite. Maseyeke krîzê ya ku şaredariyê ava kirî tune ye. Tenê maseya krîzê ya ku walîtiyê li ser AFAD’ê ava kirî heye.

Ji bilî hilweşînê, xesareke mezin gihiştiye gelemperiya avahiyan û êdî nikarin bên bikaranîn.

Di du rojên ewil ên erdhejê de li bajar di tu qadan de xebatên organîzeyî nehatin kirin. Navenda krîzê nehat avakirin, xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatin destpêkirin. Hejmara tîmên lêgerîn-rizgarkirinê yên çalak dixebitiyan, pir zêde kêm bûn. Li hinek şaredariyên navendî de makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê hebûn lê li hinek şaredariyên navendî de tu makîneyên kar û tîmên rizgarkirinê tune bûn. Li kolanan cenaze hene. Ji bo kar û barên definkirinê makîneyên kar, kemçe û mer nehatin temînkirin. Hemû kargeh girtî ne. Tu pêdivî nayên pêşwazîkirin. Ji bo ku gel xwe lê bihewîne, tu gav nayên avêtin. Gel li deverên weke cihê bazarê û li deverên servekirî kom bûye. Li bajar binesaziya ceyran, av û gaza xwezayî naxebite.

Di mijara peydakirina xurekan de pirsgirêkên pir cidî hene. Di du rojên ewil ên erdhejê de tu alîkariyên TIR’an neşandin bajar. Li ser rêya Edene-Konyayê gelek makîneyên kar û TIR’ên alîkariyê hene. Tê payîn ku ev makîne û TIR ji hêla AFAD’ê ve tên sekinandin û divê tavilê derbasî bajar bibin. Divê ji bo mexdûrên erdhejê û tîmên lêgerîn-rizgarkirinê tavilê daşir bên peydakirin ji ber ku pirsgirêkeke mezin e. Divê tavilê daşirên seyar bên avakirin. Yek ji pirsgirêkên din ên girîng jî peydakirina ava paqij e. Di vê mijarê de pirsgirêkên cidî hene. Tê zanîn ku li navendên AFAD’ê TIR’ên ava paqij hene. Lê belê di asta ku tê xwestin de nayên belavkirin. Her wiha di serî de sotemenî, hewîn (kon/tilûmên xewê), ronîkirin û hwd. divê hemû pêdiviyên din tavilê bên pêşwazîkirin.

ÎSKENDERÛN

Li Îskenderûnê tu rayedarek AFAD û Kizilayê xuya nakin. Welatiyên me bi derfetên xwe xebatên lêgerînê-rizgarkirinê dikin. Makîneyên kar dereng gihîştin cihê kar. Pirsgirêka hêwirînê nehat çareserkirin. Konteyner gelek dereng gihîştin herêmê.

Tu organîzasyonek xwarinê tune. Welatî alîkariyên ku bi derfetên xwe kom dikin li herêmê belav dikin. Xizmetên tenduristiyê nayên kirin. Ji ber ku nexweşxaneya dewletê hat hilweşandin, birîndar sewqî Edene û Mêrsînê tên kirin. Veguhastin bi awayekî tengasî berdewam dike. Xebatên tesbîta xesarê dest pê nekirin. Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Deryayî ya Wezareta Veguhastin û Binesaziyê ragihand ku ji ber erdhejê li bendera Îskenderûnê di keştiyê de hin hilweşîn çêbûne.

Li bendera Îskenderûnê şewat qewimîbû. Ji ber ku piştî erdhejê konteyner qelibî, şewatê bi rojan dewam kir. Wek tê zanîn bender herêmên bi rîsk ên asta yekemîn in.

Di pêvajoyên karesatê de veguheztin, hilanîn an bikaranîna tiştên xeternak her tim bi rîskê bi xwe re tîne. Ji bo kêmkirina van metirsiyan a girîng ew e ku li gorî giranî û bandorên ku dê di dema teqînekê de rû bidin, pêşbîneyên xetereyê werin destnîşankirin û her xala ku dê bibe xeternak were analîzkirin, bi veqetandina wan di kategoriyên cûda de ji dergehê derketina maddeya xeternak, û tedbîrên pêwîst bigirin. Divê wisa tevdîr werin girtin ku karesata li ser karesatê neqewime. Nayê zanîn ku gelo ka her cure tevdîr hatiye girtin an na.

EDENE

Li Edeneyê 13 avahî hilweşiyane. Ji ber avahiyên hilweşiyane pirqatî ne gelek qurbanî çêbûne. Bi taybetî li cihên ku nû avahî lê hatine çêkirin, avahiyên ku xesar dîtine gelek in. Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê xebatên tespîtê kiriye û temam kiriye. Di avahiyên saziyên dewletê de û li nexweşxaneyan tu xesar nehatiye tespîtkirin. Rewşa karesta li vir li gorî bajarên din di rewşek baştir de ye. Li vir jî pirsgirêka zexîre û avê heye. Li bajêr av û ceyran heye û xizmet tê temînkirin. 

OSMANIYE

Li başûrê Osmaniyeyê hilweşandin gelek zêde ye. Avahiyên kevn gelek hilweşiyane. Gelek avahî jî xesar dîtine. Nexweşxaneyên taybet jî ketine wê rewşê ku nayên bikaranîn. Li bajêr wezîfedarên AFAD’ê û Kizilayê hene û destek ji derve nexwestine. Konbjar û kampa hatine avakirin. Hê jî têr nake. Ceyranê bi awayek sînordarkirî didin bajêr. Lewma welatî xwe nagihînin pêdiviyên sereke. Nan nayê pêjandin û hilberandin. Tevî ku bi AFAD’ê re hevdîtin hatiye kirin jî lê pirsgirêka xwarinê nehatiye çareserkirin. Her çiqas sînordarkirî be jî lê alîkariya ku ji derve hatiye belav bûye.

Av tê qutkirin û nepaqij diherike. Lewma pêdivî bi ava paqij heye. Ji ber zivistanê problema germbûnê heye. Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê xebatên tespîta xesarê temam kirine. Lê belê ji ÎMO’yê alîkarî nehatiye xwestin.”