Kemal Bulbul: Ji ber derengmayinê trajediyek mezin çêbû

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul got, ji ber ku di dema xwe de negihiştine kesên di bin kavilan de, trajediyek pir mezin çêbû.

Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul têkildarî erdheja li Kurdistanê qewimî ji ANF’ê re axivî. Bulbul destnîşan kir ku li Semsûrê ku li Kurdistanê herî zêde ji erdhejê bandor bûye, xelk xwe bê xwedî hîs dike û bal kişand ku bi hezaran cenaze di bin kavilan de ne, saziyên dewletê ne madî ne jî manewî ti alîkarî nedane.

Bulbul qala rewşa li Semsûrê kir û wiha pêde çû: “Li Semsûrê bi hezaran kavil mijara gotinê ne. Mixabin di demê xwe de nekarîn xwe bigihînin canên li vir û lewma trajediyek mezin çêbû. Niha jî tê gotin ku di bin gelek kavilan de deng tê, lê ji vê saetê û şûnde têra xwe zehmet e. Em diçin wan deran û hewl didin tîmên cur be cur bi rêve bibin. Ji destpêkê heta niha AFAD, şaredarî û ti saziyên dewletê di aliyê madî yan manewî de ti alîkarî nedayîne.

‘XELK XWE BÊ EWLE HÎS DIKE’

Bulbul anî ziman ku hîna kavila nehatine rakirin û gelek mirov ji ber derengmayînê jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Civak xwe bê ewle û bê xwedî hîs dike. Di aliyê tenduristiyê de ti xizmet nîne. Îro min serdana Nexweşxaneya Semsûrê kir û hekîmên li wir ji min re gotin ku piraniya mexdûrên erdhejê lebetên xwe winda kirine. Ji xwe bi awayek sererast xwe negihandine navçeyan û hîna alîkarî negihiştiye gundan jî. Me weke HDP’ê bi rêxistinên demokratîk ên li vir re hatin ba hev, me koordînasyonek ava kir û maseya krîzê afirand.”

‘ME ENCAMÊN ERDHEJÊ TEXMÎN KIR’

Bulbul ragihand ku dema erdhej qewim, ew li Mêrdînê bû û ji ber şîdeta erdhejê wan encamên wê texmîn kir û ev tişt gotin: “Mirovên me yên li Mereş û Semsûrê wiha got: ‘Rast e erdhej qewimî û bandorên wê çêbûn’. Em ji nişkave ji Mêrdînê hatin Semsûrê. “

TRAJEDIYA MEZIN

Bulbul diyar kir ku maseya krîzê ji HDP’ û rêxistinên demokratîk pêk tê û herî dawî wiha got: “Duh şaredariya me ya Çinar hat û li Cemxaneya Yenîmahaleyê mutfaq afirand. Cara destpêkê me şeva borî, xwarinek germ xwar. Em weke gelê Kurd bûne şahidê gelek trajedî û komkujiyên mezin. Lê ev trajediyek hîn mezintir e.”