Îpekyûz: Li Semsûrê pêwîstiya lezgîn bi sobe û konan heye

Parlementerê HDP'ê Necdet Îpekyuz diyar kir ku, li Semsûrê hîna jî pêwîstî bi kon û sobe heye û got: "Ji bo lîsteya pêwîstiyan divê bi koordînasyonan re têkilî bê dayîn."

Piştî du erdhejên mezin ên li Mereşê, tabloya li Semsûrê roj bi roj xerabtir dibe. Parlamenterê Êlihê Necdet Îpekyuz ê di heyeta HDP'ê de cih digire ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bajar bi temamî wêran bûye û destnîşan kir ku, pêwîstiya bi konan hê jî gelekî zêdeye.

Îpekyuz diyar dike ku, rewş roj bi roj xerabtir dibe û wiha axivî, “Pirsgirêkên li Semsûrê li şûna ku kêm bibin, roj bi roj zêde dibin. Vediguhere hawîrdoreke kaotîk. Yek ji wan jî ew e ku hîn rêxistin û koordînasyon nîne. Mirov hewl didin pêdiviyên xwe yên rojane çareser bikin, lê tevliheviyek çêdibe. Ji ber ku ti rêveberên ku divê li wir bin û yên ku divê pirsgirêkan çareser bikin nîn in. Înîsiyatîf û piştgirên dilxwaz ên ku bi piranî ji hêla mirovên ji bajarên derdorê û herêmê ve hatine çêkirin, hewl didin ku vê karsaziyê bi rêve bibin. Gel hê jî cih nabîne lê bi cih bibe. Ji ber ku ji xwe li Semsûrê mirin zêde ye. Piştî vê demê mirovekî sax ji bin kavilan derbikeve, mucîze ye. Mirov ji bo cenazeyên xwe veşêrin li kefena diğerin. Li bijîşkekî ku wan bişon digerin. Vê sibehê kesek ji me re dibêje, 'Derdorek ku mirov kefenê bibîne tuneye gelo.'

Li aliyê din bajarek bi navê Semsûrê êdî tune ye.

Em bi şev wekî heyet li vir bûn û ev der vediguhere bajarekî ku bi şev jiyan lê nabe. Ji ber ku ceyran tune ye, di vê serma, berf û zivistanê de mirov di erebeyên xwe de cihek digerin. Tiştek ku xwe li ber gerim bikin tune ye û gaza xwezayî tune ye ev jî pirsgirêkek e. Xwarineke germ nîne.”

‘PÊWÎSTÎ BI KON, SOBE Û TUWALETA GEROK HEYE’

Parlamentera HDP'ê Îpekyuz banga pêwîstiya kon li Semsûrê û bal kişand ser bêberpirsyariya qeyûm. Îpekyuz wiha dewam kir,

“Me careke din dît ku qeyûm li vir çiqas pirsgirêkên girîng derdixe holê. Şaredariya HDP’ê ya Silopiya û Çinarê ku qeyûm lê nehatine tayînkirin, du metbex vekirin. Ew her dem xwarinên germ derdixin û li cihê ku qeyûm tune be, bi rengekî organîze xizmet ji gel re dikin.

Ez dixwazim bi rêya we di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de daxuyaniyekê bidim: Cilên ku hatine bikar anîn divê neyên şandin.

Dema ku nan dişinin jî divê bêyî agahdarkirina navendan neyên rêkirin. Ne hewce ye ku ava vexwarinê bişînin. Divê bi koordînasyona navendî re danûstandin bê kirin. Pêdiviya herî lezgîn a vê gavê: kon û sobe ne. Mînakî, heke amûrên paqijiyê ji bo malbatek ji çar kesan were çêkirin, dê saxlemtir be. Divê li ser koliyan notên wiha bên nivîsandin. Alavên paqijiyê, pêdiviyên xwarinê. Digel vê yekê, pêdivî ye ku bi lezgînî deterjan, sabûn, pedên jinan bişînin. Pirsgirêka herî mezin, ez dubare dikim, kon e, ew pir pir girîng e, ji bilî vê yekê, ji bo ku hûn di konan de bimînin hewceyê sobeya darê heye. Û bê guman, pêwîstiyeke din a herî mezin tuwalet û serşokên gerok in û divê jîngehên bi vî rengî werin amadekirin."