MEBYA-DER: Ji bo gelê me, çi ji destê me tê em amade ne

Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag ku beşdarî xebatên li Bazarcixê bû got, "Çi ji destê me bê em amade ne, em ê bi gelê xwe re û li herêmê bin."

Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Di Dergûşa Şaristaniyan de Xizmên xwe Wenda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmus Karadag, li ser bobeleta erdhejê ji ANF'ê re axivî.

Şeyhmus Karadag, bi bîr xist ku kavil hê li erdê ne û wiha got: “Ji Navenda MEBYA-DER’a Amedê em duh 7 kes ji bo alîkariya gelê Bazarcixê gihiştin herêmê. Em li bajêr geriyan, rewşa ku me dît, dilê me êşand. Hemû kavil hê li erdê ne. Ji aliyê AFAD'ê ve tu lêkolînek nehatiye kirin. Di lêkolînê de me 2,3 kes dît, ew jî rûniştî bûn. Bi qasî ku em ji kesên ji vir hîn bûn cenaze hîn di bin kavilan de ne. Pêdiviya gelê Pazarcixê bi alîkariyê heye. Bi taybetî jî pêwîstiya xwarinê divê were peydakirin. Di bin kavilan de hê jî cenaze hene. Ji bo rakirina van cenaze û kavilan divê AFAD bi lezgînî were herêmê. Mixabin ne dewlet û ne jî AFAD’ê ekîb û alîkarî neşandine ji herêmê re û naşînin jî”

‘EM Ê BI GELÊ XWE RE BIN’

Şeyhmus Karadag anî ziman ku ew bi gelê Bazarcix re li ber xwe didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gel li bendê ne ku cenaze ji bin kavilan were derxistin. Ti xebat nayê kirin. Xuya ye ku wê wiha berdewam bike û mehek jî derbas bibe wê cenaze ji bin kavilan neyên derxistin. Ji bo vê jî em saziya MEBYA-DER'ê em hatine herêmê. Ji bo gelê Bazarcixê çi ji destê me were, em ê bikin.”