AKP-MHP mirovan dikuje, bajaran bêmirov dihêle!

Di ser erdhejê re 8 roj derbas bûn. Bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku erdhej ji bo xwe kiriye firsendek, hejmara miriyan vedişêre. Her wiha dixwaze herêmê bêmirov bihêle.

21:27

Li Colemêrgê wesayîta alîkariyê hat astengkirin

Di pêşengtiya saziyên sivîl ên civakî yên Colemêrgê ve ji bo 10 bajarên ji erdhejê bi bandor bûn kampanyaya alîkariyê hatibû destpêkirin. Kamyoneke alîkariyê ku di çarçoveya kampanyaya alîkariyê de ji navçeya Islahiye ya Dîlokê ve hate şandin ji aliyê polîsan ve bi hinceta “Ferman û destûra Walî nîne” hate astengkirin. Wesayîta ku pêdiviyên bingehîn tê de bûn hewl hate dayîn li Navenda Spor û Ciwanan a Colemêrgê were desteserkirin. Li ser astengkirinê saziyên sivîl ên civakî têkildarî wê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji roja ewil ve ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve alîkarî tên astengkirin û wê piştgiriya ji gel digirin wê piştevaniya xwe bidomînin.

20.47

Tora Koordînasyona Afetê ya Koalîsyona Jinan hat avakirin

Koalîsyona Jinan ji bo tevkariyê li tamîrkirina zirarên erdhejên bi hêza 7,8 û 7,7 ên li Mereşê bikin, Tora Koordînasyon Afetê ava kir.

Ji ber beşa herî zêde ji tiştên qewimî bi awayekî neyînî bi bandor dibin jin, zarok, LGBTÎ+ û beşên din ên di civakê de hatine dûrxistinin, ji bo ku di vê pêvajoyê de piren di navbera çavkanî û kesên hewcedar de bên avakirin, li dijî binpêkirina mafan têkoşîn bê dayîn û ji bo ku rêxistinên jinan di her merheleyên rêveberiya afetê de bi awayekî aktîf cih bigirin, hat ragihandin ku Tora Koordînasyonê ya Afetê ji bo pêçandina birînan bi hevgirtinê re di qadan de ye.

Tora Koordînasyonê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi rêxistinên xwe û her cure derfetên li her derê Tirkiyeyê, ji bo em tecrubeya ku me ji têkoşîna xwe ya bi dehan salan bi dest xistine re parve bikin, em cihê xwe di nava hevgirtina welatiyan de digirin.”

21:25

TTB, TÎHV Û ÎHD’ê têkildarî êşkenceyê daxuyanî da

Şaxa Mafên Mirovan a Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan li ser tundî û êşkenceya li herêma erdhejê pêk hat daxuyaniyeke hevpar  dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji herêma erdhejê nûçeyên binpêkirinên mafan ên hovane hene û hin dîmen hene ku pêwîstiya wan bi piştrastkirinê heye, bi taybetî li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin.

Di daxuyaniyê de ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) a ji aliyê desthilatdariya siyasî ve hat bibîrxistin û wiha hat gotin: "Bi ragihandina Rewşa Awarte re ‘komên hevrik û fesad“ û ‘talankar‘ îdia û nûçeyên binpêkirinên bi vî rengî zêde bûne.

20:24

Li Elbîstanê dewlet nîne, piştevaniya komunan heye

Endamê Lijneya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elbîstanê Îbrahîm Akar ku di erdheja Elbîstanê de 4 kesên ji malbata xwe winda kir, diyar kir ku li bajarên ku dewlet nayê alîkariyê, hewl didin bi derfetên xwe kesên di bin kavildan de derxin, lê ji ber gefa destgîrkirinê ya cendirmeyan, li şûna ku hemûyan rizgar bikin, ji 6 kesan 2 kesan rizgar kirine.

Akar bal kişand ser vê yekê ku piştî erdhej û erdheja peyhatî a Elbîstanê ji sedî 80’ê şenî bajêr terikandine û got, “Ev berdewamiya polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê ye.”

Îbrahîm Akar anî ziman ku wekîlên HDP’ê û hevşaredarên ku li cihê wan qeyûm hatin tayînkirin bi koordînasyonê hatin herêmê û got: "Hemû HDP'yî ji bo piştevaniyê seferber bûn. Me hewl da ku alîkariyê bigihînin Nûrhak, Ekînoz, Afşîn, gund, gundên herî dûr. Di nava hevalan de koordînasyonek hebû; pirsgirêk tune bû. Em hîn jî ne xwedî dewlet in, lê em li ser bingeha jiyana komunal a ji aliyê HDP'ê ve hatiye diyarkirin daketin qadan û em hê jî berdewam dikin. Piştevaniyek baş nîşan dan. Piştevanî ev e. Me hem bi CHP’ê re hem jî bi Mala Cemê re hevkarî kir. Kesên ku pêwîstiyên wan hebin, bila werin li jêrzemîna Mala Cemê pêwîstiyên xwe bi cih bînin.“

 

19:21

Polîsan êrişî çalakiya Yekîtiya Karker û Kedkaran kir: Herî kêm 20 kes hatin destgîrkirin

Yekîtiya Karker û Kedkaran xwest bi dirûşmeya "Ne erdhej, kapîtalîzm dikuje" li ber Cevahîr AVM'yê ya li Şîşliyê xwest daxuyaniyekê bide. Polîsan êrîşî çalakiyê kir. Di êrîşê de herî kêm 20 çalakger hatin destgîrkirin. Nehat hînkirin ku kesên hatin destgîrkirî birine ku derê. Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî piştgirî da çalakiyê.

Li vir Parlementerê HDP'ê Mûsa Pîroglû axivî. Pîroglû got: "Ez tev li merasîma cenazeyê Eylam Aydinê bûm û hatim. Aydin 5 rojan di bin kavilan de ma, li bend avîncê bû, lê jiyana xwe ji dest da. Li Hatay, Mereş, DÎlok û Semûrê hê jî mêzî 150 hezar mirov di bin kavilan de ne. Ji ber ku alîkarî nehat kirin, vînç nehat şandin, ji serma qerisî. Hemû cîhan rabû ser pêyan ji bo alîkariyê, kezeba herkesî şewitî. Lê kezeba yên li qesrê neşewitî. Û ew ji bo li vir dengê me derneyê, me dorpêç dikin. Bila bibihîsin, em ê wê kavilê rakin. Em gel in, em tên cem hev. Em ê van tiştên tên kirin ji bîr nekin. Em ê wan têxin bin wan kavilan, ji bo careke din dernekevin."

Polîsan heya demeke dirêj Pîroglû dorpêç kirin.

18.34

7 girtiyên ku bi hinceta serî rakirine hatin êşkencekirin, sirgûnê girtîgeheke din hatin kirin

7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê bi hinceta ku serî rakirine, hatin êşkencekirin û sirgûnî girtîgeheke din hatin kirin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Îskenderûnê 7 girtiyên ku navên wan nehat hînbûn bi îdiaya ku serî rakirine hatin êşkencekirin. Girtî bi birîndarî ji girtîgehe din re hatin şandin. Hate diyarkirin ku 3 girtiyên ku sirgûnî Girtîgeha Tokatê bûne, rû û çavên wan şîn bûne û wergirtina rapora derpkirinê hatiye astengkirin.

Her wiha hat hînkirin ku tîmeke girêdayî Wezareta Dadê li Girtîgeha Îskenderûnê ya Tîpa T'yê hevdîtin bi girtiyan re kiriye û ji girtiyan re gotiye "Ji ber ku we serî ranekiriye û zirar nedaye kesî em ê we di nava hefteyekê an jî 10 rojan de berdin." 

18:08

Li Botanê 7 cenazeyên din hatin definkirin

Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê di 6’ê Sibatê de bi pileyên 7.6 û 7.7 du erdhej çêbûn. Di erdhejê de ku bandor li 10 bajarên kiribû, heta niha bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest daye û her diçe ev hejmar zêde dibe. Kesên ku li bajarên erdhêjê jiyana xwe ji dest dane cenazeyên wan ji aliyê malbatên wan ve teslîm tên girtin.

Di erdheja Dîlokê de dayik Hediye Tûrgût û keçên wê Reyyan û Azîme Tûrgût di bin kavilên avahiyê de mabûn û jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê dayik û her du keçên wê li Goristana Asrî ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê li cem hev hatin definkirin.

Li navçeya Antakyayê ya Hatayê jî welatiyên bi navê Kadir Deger û hevjîna wî di erdhêjê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên wan jî ji aliyê malbata wan ve hatin wergirtin û li Goristana Asrî ya girêdayi navçeya Cizîrê hat definkirin.

Li Mereşê jî cenazeyê ciwanên bi navê Suleyman Atiz û Selîm Tanrikûlû ji aliyê malbatên wan ve hatin wergirtin û li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin definkirin.

17:45

Semîre Ozalp, 8 roj in li bendê ye ku kurê wî ji bin kavilan bê derxistin

Semîre Ozalp, 8 roj in li Taxa Armûtlû ya Hatayê li bendê ye ku kerê wê Muhammet ji binê kavilan bê derxistin. Ozalp wiha got: “Ex lawê min! Heke zû bihata derxistin wê niha sax bûya. Lê îhmal kirin. Her roj tîmek dihat û diçû. Ji kerema xwe re kurê min derxînin.“

16:59

Ne mirin ne wêranî ne xema wan e!
         

AKP ku piştî erdhejê nikaribû krîzê rû daye bi rê ve bibe, di serdanên xwe yên li herêmên erdhejê de bû cihê nîqaşan. Serokwekîlê Giştî yê AKP'ê Nûman Kûrtûlmûş, li Rihayê serdana konên ji aliyê AFAD'ê ve hatin danîn kir. Kûrtûlmûş û yên pê re, di dema serdanê de kirin tîqetîq.

Dîmenên tîqetîqa Kûrtûlmûş ku li ser medyaya sanal bû rojev, bû cihê bertekan.

16:53

Baroya Rihayê giliyê Umît Ozdag kir

Navenda Koçberiyê ya Baroya Rihayê li ser malpera xwe ya dîjîtal ragihand ku wan giliyê Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag kiriye, ji ber gotinên wî ku gotibû "Sûriyeyî li cihê kavilan diziyê dikin."

Baroya Rihayê ji bo vê ev tişt gotin: “Umît Ozdagê ku bi axaftinên nijadperestî û nefretê yên li hemberî penaberên sûriyeyî raya giştî tehrîk dike, li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeo û belgeyên nerast belav dike. Gumanbar bi van kiryaran sûcê tehrîkkirina kîn û dijminatiyê li gel dike û kiryarên xwe didomîne. Navenda me li ser navê baroyê giliyê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag kiriye."

16:48

HDP’ê têkildarî dîmenên êşkenceyê yên li herêma erdhejê gilî kir

Desthilatê piştî erdhejên li Mereşê çêbûn, bi îdiayên talankirinê OHAL îlan kir. Gotinên desthilatê li ser medyaya dîjîtal bi etîketa ‘talanker’ bi parvekirina dîmenên lînc û êşkenceyê bi encam girt. Li ser medyaya dîjîtal derket holê ku kesên hatine êşkencekirin dilxwaz û mexdûrên erdhejê ne. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî dîmenên êrîşên lîncê û êşkenceyê der barê Wezîrê Karên Hundir, Walî, alîkarên walî, midûrên polîsan, peywîrdarên cemaweriyê yên êşkence û lînc kirin de bi sûcên “sûcê îşkenceyê” , “sûcê eziyetê” , “peywîra xwe baş bikarneaîn” , “bizanebûn birîndarkirin” , “heqaret” , “kes ji azadiya wî bêpar hatiye hiştin” serlêdana sûc kir û giliyê wan kir.

HDP’ê di serlêdana sûc da balkişand ser mewzûata netewî û navnetewî û wiha got: “Di dîmenên li ser hesabên medyaya dîjîtal belavbûn de tê dîtin ku kesên tên texmînkirin hêzên ewlehiyê ne û hin sivîl bi îdiaya ku ‘dizî û talankerî hwd.’ sûc kirine şkence li wan kesan kirine. Em dibînin ku pesnê van sûcan tê dayîn, tên pîrozkirin. Em dixwazin ku peywîrdarên cemaweriyê û kes cuda cuda bên tespîtkirin û derbarê wan bilez lêpirsîn were vekirin, lêpirsîneke bibandor bê meşandin û derbarê wan de doza cemaweriyê bê vekirin.”

16:42

Xelkê Nûrdaxiyê bajêr di terikîne

Li navçeya Nûrdaxiya Dîlokê ku erdhejê ser û bin kiriye xebatên xelaskirin û lêgerînê berdewam dikin. Tevî ku çend roj bi ser erdhejê re derbas bûn jî hêj jî di bin kavilan de bi dehan welatî hene. Li taxên Aslanli û Yavûz Selîm li aliyekî enkaz tên rakirin li aliyê din jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didomin. Li bajêr di heman avahiyê de hem xebatên lêgerîn û xelaskirinê hem jî xebatên rakirina kavilan tên kirin. Ev yek bû sedemê bertekên gel.

Piştî ku bajêr hate rewşeke ku mirov nikarin lê bijîn welatiyên ku cenazeyên xwe wergirtin bajêr diterikînin. Welatiyên ku ketin avahiyên bixesar, an bi rêya vîncên biasansor an jî bi avêtina tiştan a ji jor avahiyan vala dikin. Welatiyên ku tiştên xwe kom dikin an diçin bajarên cuda an jî diçin gundên xwe. Welatiyên ku nikarin ji bin bandora erdhejê derkevin wiha gotin: “Êdî li vir nikare bê jiyîn. Ji bo me li vir tiştek nema. Me cenazeyên xwe wergirtin diçin lê kesên ku nikarin cenazeyên xwe wergirtin hene. Mirov hêj li benda xizmên xwe yên ji avahiyan derkevin in. Cenazeyên xwe bigirin ew jî dê biçin. Edî li vir nayê jiyîn. Dibêjin ‘Em ê Nûrdaxiyê ji nû ve ava bikin’ lê heke saxlem çênekin dê jinûve hilweşe.”

15:52

HDP'ê hewcedariyên astengdarên mexdûrên erdhejê eşkere kir

Komîsyona Astengdaran a HDP'ê bal kişand ser rewşa astengdarên mexdûrên erdhejê û tiştên ku divê werin kirin rêz kir.

Hevberdevkên Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelebî û Mûsa Pîroglû bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got:

“Divê bi awayekî lezgîn welatiyên astengdar bên tespîtkirin, rewşa zirarên xaniyên wan bên diyarkirin, welatiyên astengdar ên ku bê cih mane, divê li gorî şert û mercên wan ên astendariyê, li cihê ku ew lê dijîn yan jî li ser daxwazên wan li bajarên din ên ku şert û mercên wan guncaw bin û bi malbatên wan re derfeta bicihbûnê, werin peyda kirin.

Li cihên nîştecîhkirinê yên demkî ku ji bo mexdûrên erdhejê bên çêkirin, li bajaran kon /konteynir bi barçavgirtina hewcedariyên nifûsa astengdar û extiyeran were sazkirin.

Ji bo têkilî û rahabîlîtasyona kesên ku nabihîsin, divê li bajarên erdhejê û konan de tercûmanên ku bi zimanê îşaretê, Kurdî û Erebî biaxivin, werin erkdarkirin.

Ji bo kesên ku di dema erdhejê de birîndar û astengdar bûne û kesên ku berê astendgar bûn, divê kursiye biteker, gopal, katater, sonda, torbeyên sonda, balîfên hewayê, livînên hewayê, paçê nexweşan, alav û dermanên tibbî ên ji bo pansûmanê, alavên kolostomî, alavên paqijiyê, ji bo kesên ku nabihîsin amûrên bihîstînê û ji bo kesên ku nabînşin gopala spî, telefonê biaqil û hwd. divê di zûtirîn demê de werin peyda kirin.

Li gorî daxwazên kesên ku nabînin, hemû hewcedariyên wan ên bingehîn ji navnîşanên wan re werin radestkirin.

Ji bo kesên di erdhejê de birîndar û astengdar bûne, prosedurên raporê yên pêwîst bên hêsanîkirin, hemû mafên civakî û alîkariyên aborî di zûtirîn demê  de were bicihanîn, ji bo hemû welatiyên astengdar ên herêmê her meh “Dahata Hemwelatiyê ya Bingehîn” were dayîn.

Ji nû ve avakirina bajarên hilweşayî, divê li gorî dizayna giştî û gerdûnî were plankirin. “

14:55

Rojnamevanên girtî: Divê nûçeyên bi kêrî berjewendiyên civakê bên çêkirin

Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê ku di 29’ê Cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, bi boneya erdheja Bazarcix a Enqereyê peyama sersaxiyê şandin. Rojnamegeran di peyama xwe de ji ewil bo malbatên qurbaniyan sersaxî, ji bo birîndaran jî şîfaya xêrê xwestin. Bi domdarî rojnamegeran wiha got: “Ev ne karesatek lê komkujiyek e. Banga me ya ji bo hempîşeyên me ev e; nûçeyên bi kêrî berjewendiyên gel tên çêbikin. Em jî li vir hestên xwe yên piştevaniyê bi we re parve dikin.” 

14:16

Kûrtûlan: Li Bazarcixê dewlet nîne, hevgirtin heye

Parlementera HDP'ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku, li Bazarcixê dewlet nîne, hevgirtin heye û got, "Ev dewlet nekarî av û nan jî bigihîne welatiyên xwe.”

15:16

Alîkariya ji bo herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Alîkariyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê hatin komkirin ber bi herêmên dagirkirî ve hatin şandin.

 

 

13:36

Sancar: Biryara KCK’ê girîng e

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyan girîng e û bang li muxalefetê kir ku bi hev re tevbigerin.

 

13:51

'Ambargoya erdhejê' ya Şamê hate şermezarkirin

Astengiya hikumeta Şamê, ku nahêle alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê bigihêje Şam, Şêxmeqsûd û Şehbayê, ji aliyê koçberên Efrînî û xelkê Kantona Şehbayê ve hate şermezarkirin.

Çalakiya şermezarkirinê ku bi sedan kes tevlî bûn, li xaçerêya navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê destpê kir.

Çalakgeran helwesta cihêkar a hikumeta Şamê û dorpêça li ser herêmê, her wiha bêdengiya qada navneteweyî şermezar kirin.

Çalakger ji pêşiya navçeyê ber bi nuqteya kontrolê ya hikumeta Şamê ve meşiyan.

Tê payin ku li qadê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayin.

12:59

Êrîşên dagirkeran dewam dikin

Li gel biryara Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji ber erdhejê çalakî rawestandine, êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.

12:39

Zaroka xwe winda kir, destê hevjînê wê hat birîn: Bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin

Jineke ku tiştên jiyan ji şandeya HDP’ê ku serdana mexdûrên erdhejê yên Hatayê kirin re vegotin, diyar kir ku keça wê di bin kavilan de jiyana xwe ji dest daye, destê hevjînê wê hatiye birîn û bi gotinên “Wêneyê bêşermiyê rûyê van e. Hêj jî bêyî ku şerm bikin siyasetê dikin” nerazîbûn nîşanî desthilata AKP’ê da.

12:34

Leşkerên Tirk ên ku Gureşçî qetil kirin hîn jî li ser kar in

Leşkerên Tirk ên ku li Hatayê Ahmet Gureşçî li qereqolê bi êşkenceyê qetil kirin û êşkenceyeke giran li birayê wî Sabrî Gureşçî kirin, hîn jî li ser kar in. Parêzerên Komeleya hiqûqnasan a ji bo Azadiyê diyar kirin ku muwekîlê wan Sabrî Gureşçî hînê li qereqolê ye û êşkence lê tê kirin. Parêzeran bang li partiyên siyasî kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

12:32

Li Amedê êşa li ber deriyê morgê

Li Amedê ji binê kavilê 7 avahiyan heta niha 319 cenaze hatine derxistin, zêdeyî 900 kes birîndar bûne. Li navçeya Rezanê li avahiya Işik a li kolana Sento, li avahiya Akar a li taxa Mevlana Halît û li avahiya Yoldaş a li heman taxê karên lêgerîn û rizgarkirinê doh hatin bidawîkirin. Li navçeya Yenîşehîrê karên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dike. Tê texmînkirin ku li Navenda Kar a Diyar Galerîa 60 mirov di binê kavilan de ne. Bi dehan kes li ber nexweşxaneyan ji bo wergirtina cenazeyên xwe disekinin. Li ber deriyê morgê êşeke giran heye.

11:53

Mohr li wan avahiyan hate xistin ku xisar li wan bûye

Li Amedê endezyarên ser bi Midûriyeta Bajêr a Wezareta Guherina Avhewayê, Bajarvanî û Hawirdorê û Maseya Krîzê ya Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr li bajar û navçeyan tespîta xisarê dikin. Ji ber ku ev kar hînê dewam dike, daxuaniyeke fermî nehatiye dayin. Heta niha mohr li hin avahiyan hatiye xistin ku xisar li wan bûye.

11:35

Ji hin zarokên birîndar ên ji erdhejê rizgar bûn, agahî nayê girtin

Ji zarokên ku bi awayek birîndar ji erdheja li Elbistan, navend Mereş, Bazarcix, Semsûr, Îskenderûn, Hatay û navçeyên wê rizgar bûn, agahî nayê girtin.

Li navçeya 12’ê Sibatê ya Mereşê roja yekem a erdhejê di saet 11.00’an de zaroka bi navê Mukaddes Erva Aktaş, ji bin kavilan hat derxistin. Mukades jî yek ji van zarokan e ku agahî jê nayê girtin. Hat zanîn ku ji roja ku radestî ambulansê hatî kirin û vir ve agahî jê nayê girtin. Xaleta zarokê ku dayika wî û xwişka wî jiyana xwe ji dest dan, Feyza Aktaş wiha got: “Em bi fikar in. Eger dijî yan jî nejî jî divê agahî bê dayîn. Em bizanin li nexweşxaneyê, bes e.”

Kesên ji herêmên erdhejê sewqî nexweşxaneyên bajarên rojava jî hatin kirin, hebûn. Lê bi ti awayî agahî ji zarokên winda nayê girtin.

11:29

Ozsoy: Bi termalan dikarin bikujin, lê bi heman termalan rizgar nakin

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy polîtîkayên avahîdanî û erdhejê yên dewleta Tirk rexne kir û got, "Bi termalan dikarin mirovan bikujin, lê belê bi heman termalan mirovan rizgar nakin."
 

10:24

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan zêde dibe

Li gorî daxuyaniya AFAD'ê ku saziyeke dewleta Tirk e, hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 31 hezar û 643 kesî.

Çavkaniyên herêmî diyar dikin, hejmara rastî tê veşartin û hejmara qurbaniyan ji yên hatine eşkerekirin gelekî zêdetir e.

10:16

Girîngiya hevgirtin û parvekirina civakî

Divê civak qedera xwe têxe destê xwe û divê hişmendî û rêxistineke ku ew ê civakê zindî bihêle ava bike. Wê demê hûn dikarin azad bibin û bijîn.

10:02

Ji ber parvekirina li medya dîjîtal 56 kes hatin destgîrkirin, 14 kes hatin girtin

Hêzên dewleta Tirk ji ber parvekirina li medya dîjîtal a têkildarî erdhejê, 56 kes destgîr kirin, 14 kes jî girtin.

10:00

Fermandariya YRK'ê ji bo mexdûrên erdhejê bang kir

Ji fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir.
 

09:47

Lîstikvan Itziar Ituno Martínez: Bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê bikin

Lîstikvana rêzefîlma 'La Casa de Papel' Iztiar Ituno ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê peyamek bi dîmen a piştevaniyê weşand û got: "Hêvî dikim ku hûn alîkariyên xwe bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê bişînin."

Lîstikvana rêzefilma ‘La Casa de Papel’ Itziar Ituno Martínez, peyamek bi dîmen ji bo mexdûrên erdhejê weşand û daxwaz ji her kesî kir ku bi rêya Hevya Sor a Kurdistanê piştgiriyê bide mexdûrên erdhejê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.

Peyama Itziar Ituno Martínez wiha ye:

“Ez vê peyamê ji mala xwe dişînim, lê hûn zanin Tirkiye, Kurdistan û Suriye ji ber erdhejek wêranker hejiya. Zêdetirî 20 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane û winda ne, birîndar in û dibin kavilan de ne. Alîkarî tê, lê têrê nake û bi taybetî jî nagihe her derê. Ez dixwazim hûn alîkariya xwe bişînin cihên ku kêm alîkarî diçinê û Heyva Sor a Kurdistanê lê kar dike. Ez hêvî dikim hûn alîkariyê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bikin. Spasiya we dikim.”

08:44

Alîkarî bi Elewiyan nayê kirin

Li gund û bajarokên Meletiyê bi 'torpîl'ê kon têne belavkirin. Li gundê Savakliyê, malbateke ku kon bi destan neket, bi 55 hezar lîreyî konteynirek kirî. Elewiyên li bajarokê Dîlekê jî gotin, "Ji ber ku em Elewî ne alîkarî bi me nayê kirin."

08:39

Li Hatayê jendermeyan kesek bi êşkenceyê kuşt

Li taxa Buyukbûrç a Hatayê, Ahmet Gureşçî û Sabrî Gureşçî yên ji malên xwe hatin destgîrkirin, li qereqola jendermeyan êşkence li wan hate kirin. Ji ber êşkenceyê Ahmet Tureşçî jiyana xwe ji dest da.

08:30

Bandora erdheja Mereşê ya li ser Sûriye û Rojava

Ji ber erdhejê li Sûriye û Rojava 3 hezar û 581 kesî jiyana xwe ji dest dan, 5 hezar û 348 kes jî birîndar bûn. Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne, ku hilweşîneke mezin lê çêbû, bi hezaran kes hînê di binê kavilan de ne.

08:29

Mûazzez Orhan: Li Dîlokê hîn jî av û elektrîk nîne

Mûazzez Orhan a HDP'î ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve li Dîlokê ye, ragihand ku ji ber destwerdan di dema xwe de nehate kirin gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Sarisaç ê HDP'î: Dewlet gel di binê kavilan de dihêle

Parlamenter Mûrat Sarisaç anî ziman ku bi erdhejê re hate fêhmkirin ku ti polîtîkaya dewletê ya ji bo jiyana mirovan nîne û destnîşan kir ku astengkirina alîkariya ji herêmê re hatiye, ji ber polîtîkaya koçberkirina Kurd û Elewiyan e.