Girîngiya hevgirtin û parvekirina civakî

Divê civak qedera xwe têxe destê xwe û divê hişmendî û rêxistineke ku ew ê civakê zindî bihêle ava bike. Wê demê hûn dikarin azad bibin û bijîn.

Di berbanga 6’ê Sibatê de bobelatek pêk hat. Bobelata erdhejê em matmayî hişt û piştî demekê em hatin ser hişê xwe û em dît ku çi hatiye serê me. Me dît ku herêma Çûkûrovayê ya ku herî zêde Kurd û Ereb lê dijîn, wêran bûye. Xisareke mezin gihiştiye 10 bajarên di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de û 4 bajarên di nav sînorên Sûriyeyê.

Êdî hêvî ji wan kesên di bin kavilan de mane, qut dibe. Şert û mercên zivistanê, rewş û berdêlê girantir dike. Heta niha bi deh hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sed hezaran kes jî birîndar bûne. Ji bajarok û gundan tu agahî nayê stendin. Eşkere ye ku hin gund û navçe ji holê rabûne. Mirov bala xwe bide tevgera nifûsê, wê hejmara rastîn qet neyê bidestxistin. Heke mirov qedexeyên faşîzma AKP-MHP’ê jî li vê zêde bikin, wê gelek rastî berevajî bibin.

Welat hilweşiyaye û wêran bûye. Dema mirov li ekranan dinihêrin û li hejmaran guhdar dikin jî tiştek naguhere. Lomeyên ji dûr ve nayê wateya tu tiştî. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane rehmetê, ji birîndaran re şifayê dixwazin. Em jî bi êşa gelê xwe xemgî in. Tişta ku ji destê me tê, divê em bûeyerê fêm bikin. Gelek aliyan ev tişt kiribin, em ê jî hewl bidin bi hinek aliyan vî tiştî bikin.

Diyar e ji ber şertên hebûnê, xweza û erdê ku em li ser dijîn zindî ye û tê de enerjî hene û vediguherin. Enerjiya di binê erdê de kom dibe û diteqe û cihên tenik ên erdê dişikîne. Ev rewş li ser erdê dibe sedema lerzê û em jê re dibêjin erdhej. Tiştên ku nikaribin li ber lerizînê bisekinin, hildiweşin û dişikên. Bi vî awayî zirareke mezin didin mirovan û mirov jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber vê yekê, tiştê ku li ser erdê ye, çawa û çiqasî bandorê li ser yên binê erdê dike? Dibe ku em hîn bi rastî nizanin. Lêbelê, asta zanistî ya heyî beşek girîng a tiştên ku di bin erdê de diqewimin dizane û dikare tevgera wê bişopîne. Bi kurtasî, meriv dikare kombûna enerjiyê ya di binê erdê de bibîne û îhtîmala teqîna wê binirxîne û hem jî dema wê texmîn bike. Bi gotineke din, em dizanin ku erdhej çima û çawa çêbû û sedema wê çi bû û em dikarin kêm û zêde texmînan bikin ku wê kîngê pêk were.  

Di vî warî de ev pirsên girîng derdikevin holê: Ma kesên ku bi vî karî re mijûl dibin xeta erdhejê ya Hatay, Mereş, Meletiyê neşopandin? Gelo wan encam ranegihandin ji rayedarên pêwendîdar? Ragihandin, lê gelo berpirsyaran tedbîrên pêwîst negirtine û bi xemsarî tevgeriyane? Helbet kesên wek me vê nizanin. Lê belê zanyarên peywirdarên vî tiştî û rêveberiya ku raye di destê wan de heye, teqez bi vê rewşê dizanin.

Nexwe encamên wê zanînê li ku ne? Heke dhat zanîn ku wê erdhej çêbibe, wê demê çima tevdîrên pêwîst di wextê de nehatine stendin? Çima ji bo van tiştan civak nehat hişyarkirin? Çima milyar dolarên ku bi sedema “ji bo erdhejê” hatin berhevkirin, ji bo amadekariya erdhejê li herêma navborî nehat bikaranîn? Ev milyar li ku û di xizmeta kê de hatin bikaranîn?

Eşkere ye ku erdhej zindîbûn û tevgereke xwezayî çêdike û weke yek ji mexlûqên ku niha li ser rûyê erdê dijîn, mirov nikare pêşiya vî tiştî bigire. Lê ew dizanin erdhej wê li ku û çawa çêbibe û wê bibe sedema çi. Di wê rewşê de, ew dikare bi stendina tevdîrên pêwîst, xisara erdhejê kêm bike. Ew dikare li gorî bandorên erdhejê, pergala jiyanê li ser bingeheke zexm ava bike. Nexwe ji ber ku jiyan wisa nayê avakirin, ev xisar çêdibe û di vê rewşê de xweza û erdhej ne berpirsyar in. Berevajî vê, yên ku ev jiyan ava kirine, berpirsyar in. Bi gotineke din, pergalên netewe dewlet ên heyî ku awayê jiyanê jî diyar dikin, berpirsyar in. Hemû kesên li hemberî vê rewşê stûyê xwara kirine û jiyana xwe li gorî erdhejê ava nekirine, berpirsyar in.

Em bi qasî ku ji destê me tê em li encamên giran ên erdhejê dinêrin. Li tu derê jiyanek li gorî erdhejê nehatiye avakirin. Her tişt di rewşek xirab de ye. Kavilan betonan ên ku bi hinek çîmento hatine avakirin, ji her derê hilweşiyane. Îcar kî berpirsiyarê vî tiştî ye? Belê, dewlet û hikumet berpirsyar in. Bi rastî jî 20 sal in berpirsyariya vê encamê ya rêveberiya Tayyîp Erdogan di asteke diyarker de ye û sûcekî giran e. Lê yên ku bi vî rengî dijîn, yên ku di vê astê de jiyana xwe bi dewlet û desthilatdariyê ve girêdidin, ne xwedî berpirsyarî ne? Digel ku êş ew qas giran û teze be, helbet ji me re pir dijwar e ku em wan bi vî rengî îfade bikin. Lê dostê mirov rastiyê dibêje, zimanê rastiyan giran e, belkî dema em wisa bibêjin wê bêtir bandorê bike û rastî di dil û mejiyê me de cih bigire.

Dîsa dema li bûyeran temaşe dikin, herî zêde gotin û banga ku em dibihîzin ev e: “Dewlet li ku ye? Ka pereyên ku em dane wan? Çima nayên vê derê û alîkariya me?" Dema mirov van tiştan dibihîze, agir bi dilê mirov dikeve. Çawa dibe ku ew qas xwe perwerde nekirine, çawa ji rastiyê dûr in? Lê belê dewlet û hikûmet li cihê ku divê lê bin û çi ji destê wan tê dikin. Bi rastî jî kesên ku wateyeke cuda didin dewletê hene. Dewlet bexş û pereyên ku ji alîgiran re hatiye dayîn dixwe, li cem dewletê tiştekî wisa tuneye ku ew biçe ba kesên xisar dîtine û alîkariya wan bike. Diyar e kesên wateyeke wisa didin dewletê, xelet difikirin. Yên ku ji dewletê hêvîya alîkarî û piştgirîyê dikin û yên ku dewletê wek “hêza jiyanê” dibînin tên xapandin. Tayyîp Erdogan got çi? Di nava salekê de em ê her derê bi TOKÎ’yan ji nû ve ava bikin! Ev karê dewletê ye. Bi gotineke din, ne ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ye. Ji bo hesabên milyar dolarên nû yên li ser kavilên erdhejê!

Weke ku gelek caran tê gotin, dewlet û desthilatdarî nahêle mirov bijî, berovajî wê ew bi mirinê mirovan dikuje û qezenc dike. Ji bo civakan hevgirtin û parvekirina civakî, wê dide jiyîn. Bi rastî jî dema ku mirov bang li dewletê dike, dihizire ku di rastiyê de bang li civatê dike. Lê belê pergala netewe dewletê ya heyî di hişmendiyê de xisareke wisa çêkiriye ku ferd û civakê xwe winda kirine û dibêjin qey dewlet in. Ji ber vê yekê berî her tiştî, pêdivî ye ku meriv vê astengiya hişmendiyê rast bike. Divê civak qedera xwe têxe destê xwe û divê hişmendî û rêxistineke ku ew ê civakê zindî bihêle ava bike. Wê demê hûn dikarin azad bibin û bijîn. Ger erdhejek çêbibe hûn ê ji vê erdhejê karibin xwe biparêzin û di demên asayî de hûn ê xwe ji zext û mêtingeriya wekî erdhejê biparêzin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku diyar e pereyê erdhejê xwariye, niha jî wê hewl dide ranta erdhejê bixwe. Wê bixwaze mexdûrên erdhejê îstîsmar bike. Ji bo erdhejê wê bibêjin ‘Karê Xwedê’ ye û vê rewşê ji bo dirêjkirina temenê desthilatdariyê wê bi kar bîne. Ji niha ve ‘Rewşa Awarte’ îlan kir. Ji aliyekî ve dema ku tevahiya pêvajoya erdhejê dixe destê xwe, li ser vê bingehê pêşî li hevgirtin û parvekirina civakî digire, ji aliyê din ve jî bi rêyên taloqkirina hilbijartinê an jî bi xapandina di nava hikûmetê de wê bixwaze temenê hikumeta xwe dirêj bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li her kesî kir ku bi mexdûrên erdhejê re hevgirtinê çêbikin, li aliyê din jî bang li hemû hêzên çalakiyê kir ku heta êrîş li wan neyê kirin, çalakiyan nekin. Got, li ser vê bingehê em hewl bidin êşên gelê xwe sivik bikin. Ka em binêrin wê rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê çi bike? Ew çi bike jî, wekî ku di bin kavilan de maye ew ê encama giran a tiştên ku niha kiriye de bimîne. Her çiqas em êşên giran bijîn jî, bi hevgirtina civakî û parvekirinê re, wê me bide jiyîn!

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka