Mûazzez Orhan: Li Dîlokê hîn jî av û elektrîk nîne

Mûazzez Orhan a HDP'î ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve li Dîlokê ye, ragihand ku ji ber destwerdan di dema xwe de nehate kirin gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Erdheja ku li Mereşê qewimî û bandor li 10 bajaran kir, hefteyek li pey xwe hişt. Hejmara qurbaniyan gihîşt nêzî 30 hezar kesî û karên rizgarkirinê hîn jî dewam dikin. Parlamentera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan ku ji roja destpêkê ve li Dîlokê ye, bûyerên ji 7'ê Sibatê û vir ve li Îslahiyeyê diqewimin ji ANF'ê re vegot.

HÊVÎ HÎN HEYE, LÊ KARÊ LÊGERÎNÊ RAWESTANDIN

Mûazzez Orhan ragihand ku di nava 24 saetên destpêkê de wan xwe gihandin Dîlokê û got, "Dema ku serê sibehê gihîştim vê derê du tîmên rizgarkirinê li ber kavilan bûn. Ji xwe dibe ku ew jî destpêkê arkuj bûn. Mirov bi rastî jî di rewşeke zehmet de bûn. Ji sedî 60-70 ê Îslahiyeyê hilweşiya. Li yên mayî jî xisareke mezin çêbû. Gelek birîndar, hejmareke zêde ya miriyan û gelek kesên di binê kavilan de hene. Herî dawî beriya sê rojan em çûn nexweşxaneyê û me xwest serdana birîndaran bikin. Lê belê me rayedarên nexweşxaneyê nedîtin, li wê derê dozgeran gotin 'tenê em li vir karên cenazeyan dikin'. Li gorî agahiyên ku wan dan, tenê wê rojê qeyda 830 kesî hatibû kirin. Bêguman hejmar piştre gelekî zêde bû.

Doh dema ku me serdana kavilekî kir, gotin ku sê kes bi zindî hatine derxistin. Ya rast hîn jî hêvî heye, lê belê desthilatdariya AKP'ê di du rojên destpêkê de negihîşt vê derê. Rojên piştre jî tenê giranî dan ser deverên ku digotin deng ji wan tê. Hêvî ji gelek kavilan birîn, lewma kar di dema xwe de nekirin. Eger doh û îro jî mirov bi zindî hatin rizgarkirin, wê demê eger ji destpêkê ve karekî rast, koordîneyî û di dema xwe de hatibûya kirin wê hîn bêhtir mirov bihatina rizgarkirin. Lê mixabin ji ber wan kêmasiyan bi hezaran, bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Hêvî û bendewariya me ew e ku ev hejmar zêde nebe."

LI ÎSLAHIYEYÊ AV Û ELEKTRÎK HÎN JÎ NÎNE

Mûazzez Orhan a HDP'î diyar kir ku li gel astengiyan hemûyan jî ji her devera Tirkiye û Kurdistanê alîkarî tê û ragihand ku li Îslahiyeyê hîn jî av û elektrîk tune ye, "Tevî ku hewl dan asteng bikin jî ji her devera Tirkiyeyê alîkarî û piştgirî hat. Ji ber bêkoordîneyê, ji ber ku wan bi xwe nekarîn xwe bigihînê, nekarîn pêşî lê bigirin. Lê belê di asteke cidî de rewşeke belawela çêbû. Em ji aliyê xwe ve ji roja destpêkê ve li vê derê ne, hevalên me hewl didin xwe bigihînin her derê. Ji bo alîkariyê bigihînin me li Îslahiye, navenda Dîlokê, Altiuzum û gundên çiyê hewl dan xwe bigihînin. Xisar li dehan gundan bûye. Mînak li gundên jêrîn gelekî xisar nebûye, lê li gundên jorîn gelekî xisar bûye. Me hînê nekarî tespîta fermî ya wan deran bikin. Ji ber ku nîvê gelek malbatan li navenda Îslahiyeyê ne û cenazeyên xwe birin li gund veşartin.

Dozgeran di hevdîtinê de gotin, 'Em qeydê dikin, cenazeyan dişînin goristanê, didin şuştin û vedişêrin'. Lê belê di gelek bûyeran de ku me şahidî jê re kir, cenaze çawa ji binê kavilan têne derxistin yekser têne veşartin. Ev rewş li deverên din jî bi heman rengî ye. Ji ber ku li Îslahiyeyê ava ku cenaze pê bên şuştin nîne, elektrîk nîne."

BI LEZGÎNÎ PÊWÎSTÎ BI TIWALET Û KONAN HEYE

Parlamentera HDP'î Mûazzez Orhan diyar kir ku li gelek deverên Îslahiyeyê pêwîstî bi tiwalet, banyo û konan heye û got, "Ev pêwîstiyên lezgîn e. Ji ber ku bandorê li pirsgirêka tenduristiyê dike. Di roja çaran de kon hat, lê belê têrker nîne."