Sarisaç ê HDP'î: Dewlet gel di binê kavilan de dihêle

Parlamenter Mûrat Sarisaç anî ziman ku bi erdhejê re hate fêhmkirin ku ti polîtîkaya dewletê ya ji bo jiyana mirovan nîne û destnîşan kir ku astengkirina alîkariya ji herêmê re hatiye, ji ber polîtîkaya koçberkirina Kurd û Elewiyan e.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ku piştî Mereş, navçeyên Elbistan û Bazarcixê çû navçeyên Antakya û Skenderûnê yên Hatayê, diyar kir ku li van hemû herêman di heman astê de felaket çêbûye.

Sarisaç ragihand ku piştî rûdana erdhejê destwerdana pêwîst nehate kirin, tedbîr nehatin wergirtin û got, "Li Bazarcixê, li Elbistanê, li Mereşê, her wiha li vê derê em dibînin ku feraseteke welê ya dewletê heye ku gel di binê kavilan de dihêle. Ji ber ku 24 saetên destpêkê yên erdhejê gelekî girîng bû û mixabin heta roja sêyemîn jî mirov li ber kavilan li benda derxistina xizmên xwe man, hewl didan bi xwe rizgar bikin. Dewlet nehat. Dewlet li wir tune bû."

EŞKERE BÛ KU JI BILÎ POLÎTÎKAYA ŞER TI POLÎTÎKAYEKE XWE NÎNE

Wekîlê HDP'î diyar kir ku sedema vê jî ew e ku dewlet xwe dispêre polîtîkayên şer û ewlekariyê û got, "Gelekî baş eşkere bû ku ji bilî vê yekê polîtîkayeke xwe ya xweîderketina li jiyana mirovan tune ye. Mexdûriyeke gelekî mezin heye. Erdhej qediya, lê belê mirov li derve di nava sermayê de ne."

BI ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊ KOÇBERIYÊ FERZ DIKIN

Mûrat Sarisaç bi bîr xist ku ev erdhej bi giranî li Kurdistanê qewimî, dewlet hîn jî hewl dide erdhejê bi kêrî xwe bîne û got, "Ev erdhej li Bazarcix û cihên din bû sedema koçberiyê. Hîn jî têkildarî vê ti tedbîr tune ye. Ji ber ku li wê derê kon nîne, xwarin nîne, her wiha derman ji bo extiyaran nîne, mirov neçar dimînin koçî bajar û deverên cuda bikin. Li vir jî (Hatay) mirovan dest bi koça ber bi derve ve kirine. Dewlet li şûna ku tedbîran têkildarî vê yekê bigire li pey astengkirina alîkariyê ketiye. Li pey astengkirina hatina konan ketiye, ku herî zêde pêwîstî bi konan heye. Em di wê baweriyê de ne ku ev nêzîkatî ji ber polîtîkaya ji bo koçberkirina Kurdan û Elewiyan tê nîşandan. Ji ber ku çawa ku li ser sînor polîtîkaya koçberkirinê heye, li vir jî heman polîtîkaya koçberkirinê tê meşandin."