Êrîşên dagirkeran dewam dikin

Li gel biryara Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku ji ber erdhejê çalakî rawestandine, êrîşên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Tevî ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di pozîsyona parastinê de ne, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber dewam dikin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

Li herêma Zapê;

12'ê Sibatê dagirkeran bi çekên giran bombe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî barandin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan êrîşan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

12'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 30 carî bi çekên giran hate bombekirin."