Fermandariya YRK'ê ji bo mexdûrên erdhejê bang kir

Ji fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger ji bo mexdûrên erdheja li Bakur û Rojavayê Kurdistanê banga alîkariyê li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir.

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger peyamek sersaxiyê ji bo erdhejên li Bakurê Kurdistanê weşand.

Peyam wiha ye:

"Van rojên dawî gelê Kurd û gelên Ereb ji ber erdhejê di vê demsala zivistanê de gelekî tengav bûne. Di serî de em ji bo malbatên kesên ku di vê erdhejê de canê xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin û ji her kesên ku birîndar bûne şîfayê di demeke nêz de dixwazin.

Em zanin ku gelê me di vê demê de zor û zehmetiyên mezin dikişîne. Ji ber vê yekê em êşa gelê xwe baş nas dikin û heta dawiyê hevxemê êşa gelê xwe ne. Di heman demê de, di nava rewşên bi vî rengî de lazime gelê Kurd bi taybetî li her derê Kurdistanê li hev xwedî derbikevin û êşa xwe bi hev re derbas bikin.

Di vê demê de ji her demê zêdetir pêwîstî bi hevgirtina gelê Kurd û xwedî derketina lihev heye. Di vê mijarê de her çiqas gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê di nava serhildanan de ne û bênavber têdikoşe jî, dîsa pêwîstî pê heye ku bi erkên xwe yên neteweyî rabe. Ji bo alîkariya gelê Bakurê Kurdistanê pêwîste çi ji destê wan hat, bike. Di vê mijarê de em careke din ji xizmên kesên ku bûne qurbanê vê felaketê sersaxiyê dixwazin."