Li Tehranê 16 sal cezayê girtîgehê li jinekê hate birîn
Li paytexta Îran Tehranê, 16 sal cezayê girtîgehê û 15 sal cezayê bêparmayina ji mafên civakî li jineke bi navê Nêrgiz Nasirî hate birîn.
Li paytexta Îran Tehranê, 16 sal cezayê girtîgehê û 15 sal cezayê bêparmayina ji mafên civakî li jineke bi navê Nêrgiz Nasirî hate birîn.
Malpera Dengê Girtiyên Kurd û Îranê ragihand ku Nêrgiz Nasirî ji aliyê liqa 36 ya Dadgeha Îstînafê ve bi 16 sal cezayê girtîgehê, 15 sal bêparkirina ji mafên civakî û 330 milyon Riyalê Îranî cezayê pereyan lê hat birîn.
Hate diyarkirin ku Nêrgiz Nasirî ya Mesihî û nişteciha Tehranê, bi tometên ‘çalakiyên propagandayê yên li dijî Şerîeta Îslamî di warê ragihandinê de bi welatên biyanî re di kûrahiya sûcî ya bi bandor û berfireh de’ û ‘propagandaya li dijî dewletê’ hate mehkûmkirin.
Hêjayî gotinêye ku Nêrgiz Nasirî di 2’ê Mijdara 2024’an ku di yek mehiya ducaniyê de bû, li bajarê Tehranê ji aliyê îdareya Îtlaatê ya bajar ve hate binçavkirin û şandin girtîgeha Evînê. Piştre di 2’ê Kanûna heman salê de, bi şêweyekî demkî û bi dayîna berdêl haeta pêvajoya darizandinê hate berdan. Her wiha di 14’ê Sibata 2025’an de, li Şaxa 26 a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê û Şaxa 36 a Dadgeha Îstînafê hate darizandin.