Hura Nîkbext a li Girtîgeha Evînê li dijî darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kir

Hura Nîkbext ku ji aliyê rejîma Îranê ve li Girtîgeha Evînê ya li Tahranê tê girtin, li dijî bêdengiya cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê kir.

Girtiya siyasî Hura Nîkbext a li Girtîgeha Evînê li dijî zêdebûna cezayê darvekirinê, ji girtîgehê peyamek belav kir.

Hura Nîkbext ragihand ku ew li dijî bêdengiya welatiyan a beramberî zêdebûna derxistin, erêkirin û pêkanîna cezayên darvekirinê, dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Girtiya Siyasî Hura Nîkbext tekezî kir ku heta ku helwesteke cidî li dijî cezayên darvekirinê neyê girtin, ew ê greva xwe bidomîne.

Li gorî daneyên rêxistinên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî, sala borî rejîma Îranê hezar girtiyên Kurd û Îranî bi darve kir. Her ku diçe ev hejmara darvekirinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî zêde dibe. Li gel van metirsiya darvekirinê hîna li ser Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî berdewam e.