Ji Îranê cezayekî metirsîdar: Stran li 7 hunermendên jin hate qedexekirin

Li eyaleta Xuzistanê ya Îranê ji bo îfadeyê bang li 7 hunermendên jin hate kirin û gotina stranan li wan hate qedexekirin.

Li gorî nûçeya rêxistina mafên mirovan (HRNA) hêzên îstîxbaratê yên Îranê 16'ê Nîsanê li navçeya Behbehani ya eyaleta Xuzistanê ji bo îfadeyê bang li 7 hunermendên jin kirin.

Hate ragihandin ku di encama lêpirsînê de belgeyek bi zorê bi jinan hate mohrkirin ku tê de gotina stranan, tevlîbûna li civînên jinan, lêdana li amûrên muzîkê û karên hunerî yên li medya dîjîtal qedexe tê qedexekirin.

Hunermendên ku ev biryara dijminatiya li jinan li hemberî wan hate dayin bi vî rengî: Îlahe Ahmedî, Mehsan Îhtîramî, Negîn Mansûrî Nejad, Azardext Tahîrpûr, Ramîş Seyîd, Mujde Nasîrî û Zûlfa Cemşiyanî.