Şaredariya Florensayê hemwelatîbûna rûmetê da Pexşan Ezîzî
Şaredariya Floransa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da rojnamevan Pexşan Ezîzî ya ku li Girtîgeha Evînê girtiye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Şaredariya Floransa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetê da rojnamevan Pexşan Ezîzî ya ku li Girtîgeha Evînê girtiye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.
Şaredariya Florensa ya Îtalyayê roja 14’ê Nîsana 2025’an bi merasîmekê hemwelatîbûna rûmetê da rojnamevan Pexşan Ezîzî ya li Girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Di merasîmê de hemwelatîbûna rûmetê ji aliyê birayê Pexşan Ezîzî, Aso Ezîzî ve hat wergirtin.
Hat diyarkirin ku armanca dayina hemwelatîbûna rûmetê pêşîlêgirtina darvekirina Pexşan Ezîzî ye.
Hêjayî bibîrxistinê ye roja 19’ê Sibata 2025’an Kampanya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî bi rêya hesabê xwe yê fermî yê medya dijîtal ragihandibû, encûmena Şaredariya bajarê Floransa ya Îtalyayê bi piraniya dengan pêşniyara dayina hemwelatîbûna rûmetê ji bo Pexşan Ezîzî erê kiriye.
Rojnamevan û aktîvîsta Kurd Pexşan Ezîzî di 4’ê Tebaxa 2023’yan de li Tehranê hate binçavkirin. Di 11’ê Kanûna 2023’yan de jî bi îdiaya “Li dijî hikûmeta Îranê xebatên çekdarî kiriye” hate girtin. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê jî di 23’yê Tîrmeha 2024’an de bi heman îdiayê cezayê darvekirinê li Pexşan Ezîzî birî. Konseya Darazê ya Bilind a Îranê jî di 8’ê Çileya 2025’an de cezayê darvekirinê erê kir.