KBDH’ê nerazîbûn nîşanî tundiya zayendî ya li hemberî jinên hatine binçavkirin da

Konseya Giştî ya KBDH’ê, nerazîbûn nîşanî tundiya zayendî ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî jinên binçavkirî û nasnameyên zayendî yên bindest da û got, “Yên ku van tundiyan pêk tînin wê hesab bidin.”

Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH), nerazîbûn nîşanî tundiya zayendî ya li hemberî jinên ku di çalakiyên ji 19’ê Adarê û vir ve hatin binçavkirin, da.

Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku polîtîkayên dijî jinan yê desthilatdariya AKP-MHP’ê bi awayekî sîstematîk rûniştiye, tundiya dewletê û mêr bûne yek û hat gotin ku ji ber bêcezakirinê êrîş zêde bûne.

KBDH'ê, diyar kir ku dewlet di bin navê "Sala Malbatê" de dixwaze jinan bitepisîne û destnîşan kir ku zextên li ser jinan û nasnameyên zayendî yên bindest gihiştiye wê astê ku di dema binçavkirinan de jî rastî êrîşên zayendî bên.

Di daxuyaniyê de ligel gelek mînakên berê, êşkenceyên zayendî yên ku li jinan hatin kirin hatin bibîr xistin û ev tişt hate gotin, “Em şahidên van hemû êrîşan in. Em van êrîşan ji êşkenceya zayendî ya li Asiye Zeybek, Kamîle Çîgçî, Remziye Dînç, Şukran Aydin, Zeynep Avci û Leman Çelîkaslan hatin kirin dizanin. Êşkenceya zayendî carna li kolanan pêk hat. Gerîlaya YJA Starê Ekîn Wan piştî hat qetilkirin laşê wê bi awayekî tazî hat teşhîrkirin. Garîbe Gezer di girtîgehê de rastî êşkenceya zayendî hat û hat qetilkirin. Berçem Rênas û Ekîn Su piştî ku li baregehên partiyê yên ku lê diman hatin qetilkirin, bi guleyan li vajînayên wan hat xistin. Ev parçeyek ji rûyê mêtinkar ê rejîma faşîst in.”

Her wiha hate daxuyakirin ku li şaredariyên ku qeyûm lê hatine tayînkirin saziyên piştevaniya jinan hatin girtin û dewlet krîza aborî û xizaniyê weke amûreke zextê li dijî jinan bi kar tîne.

Herî dawî KBDH'ê banga têkoşînê li dijî êşkenceya zayendî û tundiya li ser jinê kir û destnîşan kir ku ew ê hevgirtinê mezin bikin û ji desthilatdariya faşîst a serdest a mêr hesab bipirsin.