Di mewlûda Sakîne Arat de banga gavavêtinê hat kirin
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku destê Kurdan a ji bo aştiyê dirêj kiriye hê jî li hewa ye û anî ziman ku gavên berbiçav nehatine avêtin.
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran diyar kir ku destê Kurdan a ji bo aştiyê dirêj kiriye hê jî li hewa ye û anî ziman ku gavên berbiçav nehatine avêtin.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat ku di 12’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd dan. Mewlûd, bi beşdariya gelek kesan li avahiya komeleyê ya li taxa Mevlana Halît a navçeya Rezanê ya Amedê hat dayin.
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiran di mewlûdê de axivî û got: “Sakîne Arat tevahiya emrê xwe ji bo aştiyê têkoşiya. Hesreta wê ya ji bo aştiyê hêj didome. Em, wê îro bi hezkirineke mezin bi bîr tînin. Bila ev bîranîn bibe wesîleya aştiyê. Bila bibe dayika herî dawî ya ji bo aştiyê têkoşiyayî lê aştî nedîtî. Em dixwazin mizgîniya aştiyê bidin Sakîne Aratê. Lê belê destên ji bo aştiyê hatine dirêjkirin hêj li hewa hatine hiştin û gavek nehatiye avêtin. Bila demildest aştî were Rojhilata Navîn û Kurdistanê. Em ji bo Sirri Sureyya Onder ku niha tê tedawîkirin jî şîfaya xêrê dixwazin. Hêvîdarin baş bibe û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê ku her kes bi hêviya wê dijî, bidomîne.”