'Kuştina jinan bi îdîaya xwekuştinê nikare bê nixumandin'

Platforma Jinan a Wanê ji ber mirina bi guman a sê jinan a nava hefteyekê li bajêr, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Kuştina jinan polîtîk e" hate hildan. Parêzer Bûrcû Şeber axivî û anî ziman ku ev bûyerên mirinê tesadufî nîne û got, "Ev mirin xwekuştin nîne, kuştina jinan e ku hatiye nixumandin."

Bûrcû Şeber diyar kir ku mafê jiyanê yê jinan bi rêk û pêk tê binpêkirin û bang li dozgeriyê û hêzên ewlekariyê kir ku bi rengekî bi bandor û serbixwe lêpirsînê bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên 'Kuştina jinan sedema serhildana me ye" û "Kuştina jinan polîtîk e" bi dawî bû.