Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Sûriye li navçeya Samandag a Hatayê ji bo protestokirina komkujiya li ser Elewî û jinan a li Sûriyeyê hat gel hev. Di xwepêşandana ku jinên ji gelek bajaran beşdar bûn de, li Samandagê dîwarê aştiyê hate çêkirin. Paşê jinan ber bi Tirba Hîzîr ve dest bi meşê kirin.
Jinên ku pankartên bi nivîsa "Li Sûriyeyê Elewî tên qetilkirin û jin tên revandin. Em bêdeng namînin" vekirin gelek caran dirûşma "Jin jiyan azadî", "Rizgariya bi tenê na, bi hev re rizgarî" "Bêdeng nemînin, ger hûn bêdeng bimînin dora we tê" û "Bijî hevgirtina jinan" berz kirin.
Dayikên Aştiyê jî piştgirî dan jinan ku di destên wan de rihan hene û banga aştî li welatên Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê kirin. Jinan dowîzên "Em hemû Elewî ne", "Bêdeng nemînin, biaxivin", "Jin nabin xenîmeta şer" hilgirtin, qetlîamên Elewî û jinan protesto kirin û daxwaza jiyaneke bê komkujî kirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM'ê Halîde Turkoglu û Parlamentera DEM'ê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî piştgirî dan dîwarê aştiyê ku ji aliyê jinan ve hatiye çêkirin. Welatiyên li ser rêya meşê bi çepikan piştgirî dan jinan.
Jinan piştî meşa ku saetekê dom kir, li ber Tirba Xizrê ya li ser sînorê Rojhilatê Behra Spî daxuyanî dan.
RÛBIRÛYÊ ŞERMA QIRKIRINA ERMENIYAN WERIN
Piştre daxuyanî hat dayîn. Cîgira Serokatiya Giştî ya Federasyona Bektaşî Elewî Elîf Keleşo daxuyanî xwend û bal kişand ser qirkirina Ermeniyan. Elîf Keleşo got ew wek jin carek din bang dikin û dibêjin bi şerma Qirkirina Ermeniyan re bên rû hev.
Elîf Keleşo got li Sûriyeyê mirovahî bi şermek nû ya mirovahiyê re rû bi rû ne û wiha got: “Li hember Elewiyên li Sûriyeyê qirkirin pêk tê. Ev sazbûna şerîatê tenê êrîşê Elewiyan nake, êrîşa Kurdan, Tirkmen û Xiristiyanan dikin. Tehemula rêveberiya HTŞ ya çavsor tune ye. Em vê ferasetê qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin, xwe rêxistin bikin û di piştevaniyê de bin.”
Elîf Keleşo her wiha got bedela mezin a şer jin didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev zilm tenê bi jinên Elewî yên Sûriyeyê bi sînor nîne. Jinên Êzidî, Suryanî, Xiristiyan, Kurd û Ermenî jî vê zilmê dijîn. Em ji bo hemû jinên jiyana wan hatine dizîn di berwedanê de ne. Em dest ji têkoşîna heqîqetê bernadin. Her ku komkujî didome hêrsa me mezin dibe.”
‘BILA KORÎDORA ALÎKARIYÊ YA MIROVÎ WERE VEKIRIN’
Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan jî axivî û got divê korîdora mirovahî bê vekirin û wek jin li dijî van komkujiyan di serhildanê de ne. Kardriye Dogan daxuyakirin ku ew jiyaneke wekhev û azad dixwazin.
Berdevka Meclîsa jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî destnîşan kir ku ew komkujiya li hember Jinên Elewî wek qirkirin dinirxînin û got: “Em ê bibin dengê jinên li Sûriyeyê. Dengê Elewiyan bibihîzin. Bila her kes vê qêrînê bibîhîze.”
Parlamenter Perîhan Koca jî bi lêv kir ku ew ji bo ji qirkirina Elewiyan re bêjin na hatine vir û got wê bi hev re gelên li Sûriyeyê bidin jiyîn û heta komkujî raneweste wê têkoşîn bê mezinkirin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.