HILBIJARTINÊN XWECIHÎ - BLOGA ZINDÎ

Nûçeyên li ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî bişopînin.

09:30

 

08:49

 

08:37

 

08:07

 

05:38

HDP li Erdîşê bi ser ket

HDP'ê li navçeya Erdîş a Wanê 3 hezar bêhtir deng stend û li navçeyê bi ser ket.

Şaredariya Erdîşê kete destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). HDP'ê 35 hezar 453 deng stend, AKP'ê jî 32 hezar 536 deng wergirt.

Li gorî encama misogerbûyî, dengê partiyên herî zêde li Erdîşê deng wergirtin:

HDP 35.453
AKP 32.536

04:14

Namzetê CHP'ê yê Stenbolê Ekrem Îmamoglû got: "27 hezar û 919 dengan li pêş im." Di heman saetan de Serokê AKP'ê yê bajarê Stenbolê Bayram Şenocak jî got: "Bi 3 hezar û 870 dengî li Stenbolê em bi ser ketin."

04:06

Sosretî ji AA ya ku daneyên Stenbolê bi qasî 5 saetan neda, bi dawî nabin. Dema ku dane nehatin parvekirin saet 23:21'an li Beşîktaş a herî zêde CHP'ê xwedî deng bû, ji sedî 70'yê sindoqan hatibûn vekirin. Saet 03:30'î li Beşkîtaşê ji sedî sed sindoq hatin vekirin, lê li Stenbolê hejamara sindoqên hatî vekirin nehate guhertin.

02:57

AKP a li Enqerê winda kir, wê îtirazî encamên hibijartinê bike.

02:14

 

01:29

Li gorî daneyên HDP'ê, li Îdirê ya ku hemû partiyan namzetê MHP'ê destek dikir, HDP bi ser ketiye. Li gorî daneyên hilbijartina xwecihî ya HDP'ê, Li Îdirê ya ku AKP-MHP-ÎYÎ Partî îtifaq kirine, namzetên HDP'ê yên şaredariyê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk bi serketine. Rêjeya dengên namzetên HDP'ê ji sedî 50,69, rêjeya dengên namzetên MHP'ê jî ji sedî 47,42 ye.

00:58

 

00:24

HDP 3 bajarên mezin di nav de li 7 bajar û 40 navçeyan şaredarî bi dest xist. Li Îdir û Mûşê hê rewş zelal nebûye.

Li gorî ne daneyên fermî HDP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê de hejmara bajarên mezin, bajar, navçe û bajarokan diyar bû. HDP’ê Amed, Wan û Mêrdîn di nav de, li Êlih, Sêrt, Qers û Colemêrg jî di nav de li 4 bajar, 40 navçe û 12 bajarokan şaredarî bi dest xist.

Li gorî daneyên Navenda Giştî ya HDP’ê li Mûş û Îdirê destkariya dengên HDP’ê hatine kirin. Li ser îtirazên hatine kirin rewşa Îdir û Mûşê hê diyar nebûye.

00:19

Gelê Colemêrgê ji qeyûman re gotin ‘NA’. Hikûmeta AKP’ê ya 12’ê Îlona 2016’an qeyûm wezîfedarkirin, heman qeyûm 31’ê Adarê ketin pêşbaziya hilbijartinê. Lê gel ji qeyûman re gotin ‘NA’. Nazetên HDP’ê Cîhan Karaman û Seher Adîroglû Ateş hatin hilbijartin. HDP ji sedî 60’ê dengan bi dest xistin, AKP jî ji sedî 33’ê bi dest xist.

00:16

Sakik: Li Mûşê deng hatine dizîn

Namzetê HDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik anî ziman ku li Mûşê 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin û got: “Hê ti serketin nîne, deng hatine dizîn.”

 

23:54

HEJMARTINA LI ERDÎŞÊ DIDOME

HEJMARA SINDOQÊN HATINE VEKIRIN: 293

HEJMARA DENGÊN HDP’Ê: 31. 166

HEJMARA DENGÊN AKP’Ê: 28.854

23:41

Lîstika AKP'ê ya li Îdirê: 120 sindoq neketin sîstema YSK'yê.

23:38

Namzetên Amedê: Serketinê diyarî berxwedêrên grevan dikin

Nazmetên Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê Selçûk Mizrakli anî ziman ku encamên derketîn nerazîbûnên li dijî tecrîdê ne û serketin diyarî  berxwedêrên grevan Leyla Guven û Gulten Kişanak kir.

 

23:35

Temellî: Li dijî hişmendiya qeyûman me serketinek mezin bi dest xist

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê encamên hilbijartinê nirxand got: “Me li dijî hişmendiya qeyûman serketinek mezin bi dest xist.

 

22:56

Li taxa Çelebîbag a Erdîşê leşkeran dest danî ser 13 sindoqan.

22:53

Li Mêrdînê serketina HDP’ê bi girseyî tê pîrozkirin

Li Mêrdînê hilbijartina serketina Ahmet Tûrk û Fîgen Altindag a ji bo hevşaredariyê bi girseyî tê pîrozkirin.

 

22:46

Li bajarokê Bajêrgeh li gel leşkeran deng hatin hejmartin

Li bajarokê Bajêrgeh ê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê leşkeran rê neda ku gel encamên hilbijartinê bişopînin.

 

22:31

Îdirê got HDP

 

22:24

Bîlgen: Em bi ser ketin, em ê diyarî Dayîka Berfo bikin

 

22:12

Bûldan: Polîtîkaya qeyûman têk çû, Kurd bi serketin

 

22:09

Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê gel daket qadan û serkeftina HDP’ê pîroz dikin.

 

21:43

Xelkê Cizîrê li kolanan serketina hilbijartinê pîroz dikin

 

21:13

Olûç: Divê YSK sekinandina daneyan rave bike

21:06

Li Sêrtê pîrozbahî didome

 

21:02

Li Amedê gel encaman pîroz dike

 

20:48

HDP li Êlihê encaman pîroz dike

 

20:42

HDP li Qersê li pêş e

HDP di hilbijartina şaredariya Qersê de li pêş e

52 ji sedê sindoqan hate vekirin û encam wisa ye:

HDP: % 28.86

MHP: % 26.52

CHP: % 22.69

DSP: % 18.71

 

 

20:16

LI QERSÊ ENCAMA HILBIJARTINÊ

HDP 7058

MHP 5374

DSP 3841

CHP 4448

 

20:13

Li Amedê girtiyên siyasî dengê xwe dan HDP’ê

Li Amedê girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, dengê xwe dan HDP’ê.

Li girtîgehên Amedê yên Tîpa E, D, T1 û T2’yê de herî zêde HDP’ê deng stend.

Li Girtîgeha Tîpa E ya li Baglarê di 3 sindoqan de HDP’ê 257 û AKP’ê jî 41 deng stend.

Li girtîgehên Tîpa D, T1 û T2 yên li Peyasê jî di 4 sindoqan de HDP’ê 424 û AKP’ê jî 51 deng stend.

19:55

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) nîv saet e, daneyan naşîne ji HDP û CHP’ê re. Hate ragihandin ku HDP’ê derbarê meseleyê serÎ li YSK’ê daye lê hê tu bersiv nestendiye.

YSK di warê zagonî de divê daneyan bişîne ji partiyên siyasî re. HDP û CHP nîv saet in nikarin daneyan ji YSK’ê werbigirin.

19:50

Li Îzmîrê 27 kes hatin destgîrkirin

Li navçeyên cihên yên Îzmîrê, kesên ku çûn dengê xwe bidin, li hewşên dibistanan polîsan li GBT’ya wan nihêrî.

Bi hinceta ku ‘biryara girtina wan heye’ polîsan 27 kes destgîr kirin û ew birin Gerînendetiya Emniyetê ya Bajêr.

19:03

MÛŞ

Sindoqên ku hatine vekirin: 106

HDP: 8801

AKP: 7922

Serbixwe: 6565

 

19:02

REWŞA DAWÎN A QERSÊ

HDP 4918

MHP 3727

DSP 2844

CHP 3104

 

18:45

 

18:37

ERDÎŞ

Encamên 19 sindoqan

HDP:1923

AKP:1091

18:32

Li Amed û Êlihê encamên sindoqan û kîsên dengan tînin edliyeyê. Li Amedê ligel ku qedexe ye jî polîsan rahiştin kîsên dengan.

17:54

ERDÎŞ GUNDÊ BAYRAMLI

HDP 505

AKP 104

GUNDÊ TAŞLIÇAY

HDP 498

AKP 11

 

17:52

COLEMÊRG SINDOQEKE LI TAXA GAZIYÊ

HDP 189

AKP 67

COLEMÊRG SINDOQEKE DIN A LI TAXA GAZIYÊ

HDP 137

AKP 73

 

17:51

Li Îdirê li paş deriyan deng tên hejmartin û li Edeneyê jî muşahîd ji polan hatin derxistin.

17:50

Ji sindoqa Qeyûm û namzetê AKP'ê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Cûmalî Atîlla dengê HDP'ê bi ser ket

Li Amedê ji sindoqa ku Qeyûmê Amedê Cûmalî Atîlla dengê xwe lê da, dengê HDP'ê zêde derket. Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kiribû. Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 2'ê Mijdara 2016’an de ji kar girtibûn û li şûna wan Qeyûm Cûmalî Atîlla tayînî AKP'ê kiribû. Namzetê AKP’ê û Qeyûm Cûmalî Atîlla li Amedê dengê xwe da. Ji sindoqa hejmara 2157'an a Dibistana Lîseya Anatolu ya Pîşeya Teknîkî ya Taxa Mevlana Halitê ku Qeyûm Atîlla dengê xwe da, ji HDP’ê re 145 û ji AKP’ê re 85 deng derket.

17:35

16 TAXÊN DÊRIKA ÇIYAYÊ MAZÎ YA MÊRDÎNÊ

HDP: 3730

AKP: 945

 

17:34

ERDÎŞ- GUNDÊ AŞAGI ÇOKEK

HDP 183

AKP 18

ERDÎŞ - GUNDÊ GOKTEPE

HDP 37

AKP 12

SINDOQEKE TAXA ORENÊ YA ERDÎŞÊ

HDP 146

AKP 71

 

17:26

Li navçeya Cizîr a Şirnexê polîsan bi gule û gazê êrîşî gel kir ku xwedî li dengê xwe derdiketin. Polîsan bi guleyên plastîk û gazê êrîşî welatiyên li ser sindoqan kir û ew ji herêmê dûr xistin.

17:23

Li Şirnexê pûsûlayên dengan tînin Desteya Hilbijartinê ya Bajêr

Li Şirnexê piştî ku sindoq hatin girtin, çewalên dengan anîn Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a li avahiya Edliyeyê.

Çewalên dengan tevî zabitnameyan anîn Desteya Hilbijartinê ya Bajêr. Peywirdar jî li ba çewalên dengan in. Li Bajêr hejmartina dengan didome.

Li navçeyan jî dengên ku hatine hilbijartin birin Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê.

17:06

Gundê Gozutok ê Erdîşê

HDP 135

AKP 33

CHP 4

SAADET 2

Gundê Dolûca yê Erdîşê

HDP 236

AKP 13

DSP 2

Betal (ne lê) 15

16:55

Gundê Nîşanci yê Erdîşê

HDP 146

AKP 28

CHP 5

Gundê Koçkopru

HDP 240

AKP 12

Encamê sindoqekî ya taxa Yeşîlova

HDP 174

AKP 46

16:46

ÇEWLIG-NAVEND

Encamên Giştî yên 16 sindoqan

HDP: 1716

AKP: 1536

 

16:39

CIZÎR-GUNDÊ YEŞÎLYÛRT

HDP :184

AKP:1

 

QEREYAZIYA ERZIROMÊ-TAXA GULLÎ

HDP : 48

AKP: 18

 

QEREYAZIYA ERZIROMÊ-TAXA NARLIDERE

HDP: 54

AKP: 11

 

16:36

WAN/ ARTÊMETAN / RÊYA ARMÛŞÊ
Li Wanê li gorî encamên destpêkê HDP li pêş e.
Li gundê Xorkûm ê Artêmetanê di du sindoqan de HDP 86, AKP 22 û HDP 98 AKP21, li gundê Sûsanis yê navçeya Rêya Armûşê HDP 113 deng girt AKP’ê jî 90, li dibistana Seretayî ya Abdulhamît  Han a navçeya Tûşbayê HDP 207 AKP’ê 24 deng girt.

16:33

AGIRÎ/AVKEVIR

Sindoqa bi nimreya 1264

Meclîsa Giştî ya Bajêr

HDP: 132

AKP: 70

MHP: 6

CHP: 8

 

16:31

AMED/GUNDÊ KEHBÎ

HDP: 345

AKP: 12

CHP: 2

 

16:28

Namzetê Şaredariya Siwêregê ya Rihayê yê ji CHP’ê Fatîh Bûcak, li Endamê Meclîsa Şaredariya Navçeyê ya AKP’ê Nusret Kaya da.

Hate diyarkirin Gerînendeyê Emniyetê yê Rihayê jî çûye navçeyê.

PEYAS

Encamên sindoqeke hatiye vekirin;

Bajarê Mezin:

HDP 115

AKP: 6

Navçe:

HDP 113

AKP 6

Endamê Meclîsê:

HDP 113

AKP 6

16:14

Li Kurdistanê sindoqên destpêkê vebûn.

Li gorî encamên Gundikê Seyida yê navçeya Hezexa Şirnexê:

HDP: 167

CHP: 12

AKP: 9

MHP: 16

Saadet: 1

Vala: 2

DÊRSIM

HDP: 79

TKP: 45

CHP: 27

AKP: 18

16:06

Li Taxa Koçbaşi ya Seraya Wanê di dema dengdanê de di navbera peywirdarê sindoqan ên HDP’ê Nevzat Fîdan û ên AKP’ê Emîrhan û Serdar Ozgur de nîqaş çêbû. 2 peywirdarên AKP’ê êrîşî peywirdarê HDP’ê Fîdan kirin. Fîdan ji aliyê leşkeran ve hate destgîrkirin.

16:06

Li Cizîrê li hemû dibistanan bi zorê muşahîd û hilbijêr derxistin derveyî baxçeyê dibistanê. Tenê endamê esîl yê desteya sindoqê hejmartina dengan dişopîne.

15:23

Dengdan li 32 bajaran bi dawî bû

Buroyên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê ku serê sibehê vebûn, li gorî dema Tirkiyeyê li 32 bajaran saet 16'an hatin girtin. Jimartina dengan wê ji saet 17'an û pê ve dest pê bike.

Bi dehan milyon hilbijêr, ji bo rêveberiyên xwecihî yên 5 salan wezîfeyê bikin hilbijêrin, serê sibehê çûn ser sindoqan.

Li gorî biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dengdana li bajarên Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlik, Amed, Xarpêt, Erzîngan, Erzîrom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Baybûrt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kîlîsê, dengdan saet 16'an bi dawî bû.

Dengdana ku li bajarên din saet 8'an dest pê kir wê saet 17'an bi dawî bibe. Piştî ku sindoq hemû hatin girtin wê jimartina dengan dest pê bike.

Qedexeya li ser medyayê jî wê saet 21'ê bê rakirin. Lê belê eger YSK pêwîstiyê pê bibîne wê karibe qedexeya li ser medyayê beriya saet 21'ê rake.

Di dema dengdanê de gelek nûçe û dîmen hatin ku li gelek bajaran hîle di dengdanê de hatiye kirin. Bi taybetî dengdana li bajarên Kurdan di bin zext û zordariya polîsên Tirk de hate kirin.

Li navçeya Poturge ya Meletiyê, muşahîdê AKP'î gule berda du muşahîdên ji Partiya Saadetê û ew kuştin.

Heyetên ji Ewropayê jî ku li ser vexwendina HDP'ê hatin bajarên Kurdan bûn hedefa astengî û zextan. Li navçeya Hênê ya Amedê, endamên heyeta Îtalyayê Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.

15:13

Li Enqereyê, saetek beriya bidawîbûna dengdanê û destpêkirina jimartina dengan, li navçeya Çankayayê elektrîk qut dibe. Li herêmên Hîlal, Oran û Yildizevlerê yên Çankayayê elektrîk qut dibe.

15:06

Kolana ku avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê lê ye, ji aliyê polîsên Tirk ve bi bendan hatiye girtin.

 

15:03

Li navçeya Elkê ya Şirnexê, qeymeqam, fermandarê alayê, midûrê emniyetê, fermandarê jendermeyan ê navçeyê û heyetek ji AKP'iyan, li dibistana Seretayî ya Ataturk ku sindoqên dengan lê gelek in, civînê pêk tînin.

14:42

Îmîr: Rejîma AKP'ê bajar dorpêç kiriye, lê wê têk biçin

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr diyar kir, ku gelê Şirnexê ji serê sibehê ve deng dide.

Îmîr bang li kesên dengê xwe heta niha nedane kir ku dengê xwe bidin û got, rejîma AKP'ê bi leşkeran dor li bajêr girtiye, lê wê têk biçe.

14:40

AKP'î li Gazîosmanpaşayê dema ku hîleyê hilbijartinê dikin hatin girtin

Muşahîtên AKP'ê yên li Dibistana Navîn a Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, dema ku di dengdanê de hîle dikirin dîmenê wan hate girtin.

Dîmen li ser medya civakî hate parvekirin. Di dîmen de dihate dîtin, muşahîtên AKP'ê sindoqên dengan vedikin û dengan diguherînin.

 

14:37

Namzetê HDP'ê Mizrakli: EM JI BER SINDOQAN NEÇIN

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, ji bo dengdayin û xwedîderketina li dengan bang kir. Mizrakli ji ANF'ê re axivî û got, "Ez careke din bang dikim; bila her kes biçe ser sindoqan. Em bi hev re xwedî li dengan derkevin û ber bi serketinê ve bimeşin."

Li ser ewlekariya dengan jî Mizrakli diyar kir, hevalên wan ên wezîfedar divê heta kêliya dawî ji cihê dengdanê neçin.

 

14:16

Jin li ber sindoqan e

Li navçeyên navendî yên Wanê Artemêtan, Rêya Armûşê û Tûşbayê, jinan piştî ku dengê xwe dan li ber dibistanan sekinîn û diyar kirin, wê ji bo ewlekariya sindoqan li ber dibistanan bin.

14:11

HDP'iyan bi destkelepçekirî deng dan

72 kesên li Stenbolê doh di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, ku namzetên endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP'î û muşahîd jî di nav de bûn, danê sibehê birin navendên dengdanê. HDP'iyan dengê xwe dan.

13:57

Namzetê HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli bang kir û got: "Ji bo bidawîbûna dengdanê saetek ma. Em biçin ser sindoqê û xwedî li îradeya xwe derkevin."

 

13:56

Namzeta HDP'ê ya Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen ji bo dengdanê bang kir: "Amediyên hêja; ji bo dengdanê tenê saetek ma. Ji bo hûn îradeya xwe nîşan bidin ji kerema xwe dereng nemînin, biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."

 

13:46

Li navenda Amedê, navçeyên Keraz, Çunguş, Pîran û Licê namzetên keyatiyê bi hev ketin û 33 kes birîndar bûn. Li Edeneyê jî ji ber şerê navbera keyayan 2 kes hatin destgîrkirin. Li bajarokê Konakkûran ê navçeya Kopê endamên AKP û SP'ê bi hev ketin, 4 kes birîndar bûn.

13:44

Divê her kes dengê xwe bide

 

13:43

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Şirnexê Hişar Osal û Nûrcan Alturk, dengê xwe li sindoqên qeydkirî dan. Tevî endamên heyeta çavdêr a ji Ewropayê Sophia Elisabeth Leipert, Freedhelm Michnia û Robert Bianco Fiore gelek kes bi Osal re bûn. Namzeta Hevşaredariyê Nûrcan Alturk jî li Dibistana Seretayî ya Îstîklalê dengê xwe da. Destûr nehate dayin ku heyeta çavdêriyê bi Alturk re be.

Alturk piştî dengdanê axivî û diyar kir ku ew hêvî dikin hilbijartin bibe wesîleya aştî û azadiyê.

13:39

Çalakgerê greva birçîbûnê Sînmîş li Stenbolê dengê xwe da

Çalakgerê greva birçîbûnê Îhsan Sînmîş ku 1'ê Adarê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete greva birçîbûnê, dengê xwe li Stenbolê da.

Sînmîş ku li Girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê kiribû, piştî ku hate berdan greva xwe domand. Sînmîş dengê xwe tevî malbata xwe li Dibistana Seretayî ya Sogutlu Çeşmeyê da.

13:31

HDP'Ê BANG KIR:

Banga me li welatiyên me ne yên hîn dengê xwe nedane. Gelek tişt hene ku em ji dapîr û bapîrên xwe hîn bibin ku bi coşeke mezin û îradeya serketinê çûn ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derketin. Ji bîr nekin ji bo serketinê tenê çend saet mane. Îrade û serketin a me ye.

13:20

Ji heyeta çavdêriyê ya Îtalyayê Sonia M. Helene Rosset û Noemi Colomba yên li navçeya Hênê ya Amedê hatibûn destgîrkirin hatin berdan.

13:18

2 çavdêrên ji heyeta Elmanyayê ku ji bo şopandina hilbijartinê li navçeya Hezexê ya Şirnexê bûn hatin destgîrkirin. Hate ragihandin, endamên heyetê yên hatine destgîrkirin Cai Pfannenschmidt û Lukas Barlian e.

13:16

Ektîren a ku 76 roj in di greva birçîbûnê de ye dengê xwe da

Gûrbet Ektîren a ku 76 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, li Mêrdînê dengê xwe da.

Gûrbet Ektîren ku 15'ê Çileyê li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ku 8'ê Adarê hate berdan li mala xwe ya li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê çalakiya xwe domand.

Ektîren piştî ku dengê xwe da bang li her kesî kir û got, "Bila kes ji hewşa dibistanan neçin. Bila kes îradeya xwe li naverastê nehêle û neçe."

13:11

 

13:05

Li Dibistana Seretayî ya Nîhat Işik a Kadikoyê, kesekî ku tê gotin AKP'î ye kêr li namzetê keyatiya taxa Osmanaga xist.

13:05

Ji heyeta Îtalyayê ya şopandina hilbijartinên xwecihî Sonia M. Helene Rosset û Noemi Colomba, li navçeya Hênê ya Amedê hatin destgîrkirin, her du çavdêr birin Midûriyeta Têkoşîna li dijî Terorê.

12:51

Li Lîseya Mev Anadolû ya Îdirê, serokê sindoqê nehişt welatiyekî çavên wî nabîne bi alîkariya dayika xwe dengê xwe bide. Serokê sindoqê hewl da li ser navê welatî deng bide, li ser vê yekê wezîfedar û muşahîdên HDP'î dest li rewşê werdan.

Li gelek dibistanên li bajêr polîsên tîmên taybet li hewşa dibistanan e. Li Dibistana Seretayî ya Yenîmahaleyê xwestin welatiyan kontrol bikin, ji ber vê yekê alozî derket. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk daxwazname ji YSK re nivîsî û nehişt lêgerîn bê kirin. Dengdana li herêmê didome.

12:47

Li taxa Gulûşagi ya navçeya Curnê Reş a Rihayê, dengê 45 hilbijêran bêyî haya wan jê hebe ji aliyê kesekî ve bi rengekî komî hatin dayin.

12:26

Li Dibistana Navîn a Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, wezîfedarên partiyên mûxalefetê yên li ber sindoqan ji aliyê polîsan ve ji navenda dengdanê hatin derxistin. Piştre jî wezîfedarên AKP'î yên li ber sindoqan kîs vekirin û pisûlayên dengan ji kîsan derxistin.

 

12:11

Akin ê di greva birçîbûnê de ye dengê xwe da

Sedat Akin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ye, dengê xwe li Êlihê da.

Sedat Akin li Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî ku hate berdan li Êlihê li mala xwe çalakî domand.

Akin dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Petrolê ya taxa Bahçelîevlerê da.

Akin piştî dengdanê got, "Em ê îro qeyûm bişînin. Bila her kes dengê xwe bide. Encama têkoşînê wê gelekî bedew be. Em gav bi gav nêzî serketinê dibin."

11:57

Şêniyên Sûrê li dijî zordariya dewleta Tirk deng didin

Li 6 taxên navçeya Sûrê ya Amedê, ku piştî dorpêçî û êrîşên 103 rojan ên dewleta Tirk hîn jî talan û dagirkerî didome, kûç li ser kûç nemaye. Li taxên navçeyê avahî hemû hatine hilweşandin. Li 6 taxên navçeyê ku qedexeya derketina derve didome, gel dengê xwe dide.

11:49

Leşker û polîsên li Sêrtê hatin bicihkirin deng dan

Leşker û polîsên ku bi 45 otobusan ji Kocaelî û Yozgatê çûn Sêrtê dengê xwe dan. Hêzên çekdar ên Tirk serê sibehê dengê xwe dan. Hate ragihandin, ji ber ku li otel û wargehên li Sêrtê cih neman, hin leşker û polîs bi şev li mizgeftan man.

11:26

 

11:17

Ahmet Turk: Çend saet man ku qeyûm biçin

Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag û Ahmet Turk dengê xwe dan.

Turk piştî dengdanê ji çapemeniyê re axivî û got, "Em zanin ku her dengek ji bo paşeroja me girîng e. Em bi hêvî ne, ku hilbijartin bibe wesîleya paşerojeke aştiyane, biratî û edaletê.

Gelê me li benda vê rojê bû. Hevalên me û gelê me gelekî xebitîn. Zêde nema, tenê çend saet man. Îradeya gelê me hate desteserkirin. Gelê me wê îro bersiva pêwîst bide."

Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyên Nisêbîn, Qoser, Artûklû, Mîdyat, Omerlî, Stewr, Dêrik û Şemrexê dengê xwe dan.

11:14

Li Dibistana Seretayî ya Kaytanli ya taxa Fevzî Çakmak a navçeya Yûnûs Emre ya Manîsayê dengê dubare hate dayin.

11:14

Li Wanê ku tê payin AKP têk biçe, AKP'î pereyan belav dike. Dîmenê ku Serokê AKP'ê yê navçeya Rêya Armûşê Vesîm Yavîç kişandiye, nîşan dide ku avahiya AKP'ê ya navçeyê mîna bankayekê dixebite. Pereyê di kîsan de ne li kesên tên avahiyê tên belavkirin, piştre jî ew kes bi mînîbusan diçin gundan.

11:14

Li Dibistana Seretayî ya Bolunmez a navçeya Puturge ya Meletiyê, di dema dengdanê de du kom bi hev ketin. Di şer de Hasan Aktaş û Îlyas Aktaş bi debanceyê jiyana xwe ji dest dan.

11:14

Li navçeya Erdîş a Wanê, AKP'î û polîs li pêşiya dengdana gel dibin asteng. Du kes bi lêdanê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin destgîrkirin.

11:00

Li bajarên Mûş, Agirî, Îdir û Bedlîsê yên herêma Serhedê û li Colemêrgê dengdan ji saet 07:00 ve didome. Li herêmê tevlîbûna li dengdanê zêde ye. Namzetên HDP'ê yên hevşaredariyan li dibistanên qeydkirî dengê xwe dan.

11:00

 

10:59