Le Monde: Erdogan bi derbeke giran têk çû

Hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê cihekî berfireh di medya navneteweyî de girt. Le Monde'yê ragihand, hilbijartinên xwecihî ji bo Erdogan têkçûn e.

Di nûçeya rojnameya Fransayê Le Monde de ya bi îmzeya Marie Jego, hate ragihandin ku AKP li Enqereyê têk çû, dibe ku li Stenbolê jî têk biçe û hate gotin, "Ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan têkçûneke giran e."

Rojnameyê diyar kir, Stenbolê kezeba welêt e û ji bo Enqere û Stenbolê wiha nivîsand, "Her du bajarên mezin 25 sal in kelehên AKP'ê bûn ku ketina wan nepêkan bû."

Rojnameyê ji bo vê encama hilbijartinê bal kişand ser resesyona aboriyê ya li Tirkiyeyê û diyar kir, bi mehan e di anketan de hate destnîşankirin ku AKP li Enqere, Edene, Antalya û Mersînê têk diçe.