Xelkê Cizîrê li kolanan serketina hilbijartinê pîroz dikin
Xelkê Cizîrê çûyîna qeyûman û encamên hilbijartinê bi coşeke mezin pîroz dike.
Xelkê Cizîrê çûyîna qeyûman û encamên hilbijartinê bi coşeke mezin pîroz dike.
Xelkê Cizîrê bi rêjeyek mezin a dengan Şaredariya Cizîrê ji qeyûm girt û encamê hilbijartinê bi coşeke mezin pîroz dike.
Îro di hilbijartina xwecihî de HDP’ê li navçeya Cizîr a Şirnexê bi dengekî rekor şaredariya ku qeyûm hatibû tayîn kirin, qezenc kir. Piştî hejmartina dengan xelkê Cizîrê bi wesayîtan li nava navçeyê tûra hilbijartinê avêt. Ji 7 salî heta 70’î salî xelkê Cizîrê beşdarî pîrozbahiyê bû û pîrozbahî li Parka Botaş a Taxa Nûrê dewam kir.
HDP’ê bi rêjeya 74 ji sedî dengan şaredarî qezenc kir û pîrozbahiya gel bi coş didome.