Li Erdîşê polîsan avêtin ser sindoqê, HDP'yî destgîr kirin
Polîsên Tirk li taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîş a Wanê avêtin ser dibistana Selvîhanê û gelek kes destgîr kirin.
Polîsên Tirk li taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîş a Wanê avêtin ser dibistana Selvîhanê û gelek kes destgîr kirin.
Li taxa Yeşîlova ya navçeya Erdîşê ya Wanê, li Dibistana Seretayî ya Selvîhanê ku HDP lê xurt e, ji ber ku AKP'iyan gef li gel xwarin di navbera gel û AKP'iyan de alozî derket. Polîsên Tirk ên Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê jî avêtin ser dibistanê.
Polîsên Tirk hewl dan bi TOMA'yan gel ji hev belav bikin û wezîfedarên HDP'î yên li ber sindoqan derxistin derve. Du wezîfedarên HDP'î yên li ber sindoqan jî destgîr kirin.