Bûldan: Ez ê li Amedê çûyîna qeyûman temaşe bikim!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Yeşîlkoy a Stenbolê dengê xwe da. Bûldan da xuyakirin, wê biçe Amedê û ji wê derê li çûyîna qeyûman temaşe bike.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Yeşîlkoy a Stenbolê dengê xwe da. Bûldan da xuyakirin, wê biçe Amedê û ji wê derê li çûyîna qeyûman temaşe bike.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Dibistana Seretayî ya Halîl Vedat Firatli ya li Yeşîlkoy a Stenbolê dengê xwe da.
Bûldan xwest ku hilbijartin bibe wesîleya xêrê û diyar kir, wê biçe Amedê û ji wê derê li çûyîna qeyûman temaşe bike.
Bûldan got, "Me dengê xwe da. Beriya her tiştî, ji her kesî re bi xêr be, ji gelên Tirkiyeyê re bi xêr be. Hêvîdar im ku ev dengên me bibe wesîleya aştî, azadî û wekheviyê.
Me pêvajoyeke gelek dijwar a hilbijartinê derbas kir. Ya rast me her tişt kir. Me ji bo paşeroj û aştiya Tirkiyeyê gelek tişt gotin. Lê belê TV'yên bûyî berdevkevkê desthilatdariyê, xebatên me nedan; di qadê de gelek astengî derxistin pêşiya me. Nehiştin ku em bi hilbijêrên xwe re bicivin. Lê belê me serî netewand û xebitîn."
Bûldan diyar kir ku li qadên mîtîngan her roj tomet li HDP'ê kirin, xwestin bi derewên xwe reş bikin û têgihiştineke neyînî biafirînîn û wiha pêde çû, "Me îro erka xwe pêk anî. Ez bawer im wê gelê me jî li ser sindoqê erka xwe pêk bîne. Piştî dengdanê ez ê biçim Amedê û ka gel çawa qeyûmên dagirker dişîne temaşe bikim. Ev ji bo me wê bibe kêfxweşiyeke mezin. Ji we hemûyan re spas dikim."