Sakik: Li Mûşê deng hatine dizîn

Namzetê HDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik anî ziman ku li Mûşê 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin û got: “Hê ti serketin nîne, deng hatine dizîn.”

Namzetê Hevşaredariyê yê HDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik li ser hejmartina dengan a hê li bajar dom dike li ser hesabê xwe yê Twîtterê agahî da.

Sakik wiha got: “Li Mûşê tiştên ecêb diqewimin. Tevî li bajarên ku bi milyonan deng hene bi dawî bûye, lê hê jî li Mûşê ti encamek derneketiye. Di rêjeyek zêde de deng hatine betalkirin. Encam hê diyar nebûye, li bendê ne.

Li gel hevrêyên xwe li desteya hilbijartinê di nobedê de ne. 2500 deng hatine betalkirin, hê ti serketinek nîne, deng hatine dizîn. Bila hemû gelê me bizane ku em ê van bêhiqûqiyan derbixin û ser bikevin.

Li bajarê ku ji sedî 94’ê dengan hatine vekirin, rêjeya dengên AKP  bi 15 hezar û 071 deng ji sedî 33,23, HDP jî 14 hezar û 427 deng ji sedî 31,81.

Desthilat li Mûşê li pey hîleyan e. Li Mûşê ya ku AKP’ê winda kiriye bi saetan e dane nayên parvekirin. Em li ser sindoqan naçin. Em li desteya hilbijartinê ne. Em rê nadin ku vîna me bidizin.