Dewleta Tirk a dagirker gundên Amediyê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker malên welatiyan ên gundên Amediyê bombebaran kir.

Endamê Rêkxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman destnîşan kir ku saet 13:45’an artêşa Tirk bi bi topan çar caran herêma gundê Berçê ya girêdayî Nihêlan a navçeya Amêdiyê ya Dihokê bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku saet 14:24’an jî artêşa Tirk 9 cara gundê Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê û Girgaşê ya ser bi Garê ya girêdayî Amêdiyê bombebaran kir. Di êrişê de avaiyên du welatiyan hatin wêrankirin.

Hate zanîn ku îro dewleta Tirk 13 caran gundên herêma sînorên Amêdiyê bombebaran kirin. Di êrişê de ziyanên canî pêk nehatin.