Olûç: Divê YSK sekinandina daneyan rave bike

YSK'ê bi saetekê dane û agahiyên hilbijartinê yên der barê HDP û CHP’ê de sekinand. Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî mijarê axivî û got; “Divê YSK sekinandina daneyan rave bike.”

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî sekinandina dane û agahiyên hilbijartinê li ser HDP û CHP’ê ji aliyê YSK’ê ve li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyanî da.

Olûç wiha got; “YSK beriya saetekê dane û agahî da sekinandin. Têkildarî rawestandinê YSK’ê daxuyaniyek nedaye. YSK divê rawestandina saetekê ya dane û agahiyan ji civak û partiyên siyasî re eşkere bike. YSK nikare rawestandina dane û agahiyan weke arizayekî teknîkî eşkere bike. Ev pêngaveke ku ji bo guhertina encamên hilbijartinê li bajaran.

STRATEJIYA ME YA HILBIJARTINÊ RAST BÛ

Encamên li erdnîgariya Kurdistanê li yek du cihan em ne li bendê bûn. Lê daneyên destê me de dide nîşandan ku têkoşîna me rast bû.

LI ŞIRNEXÊ HILBIJÊR VEGUHESTIN

Têkildarî Şirnexê dixwazim tiştekî bibêjin. Beriya niha jî bi dehan car me gotibû li Şirnexê dewletê leşker, polîs, tîmên taybet bi cih kiribû.

Me ragihandibû ku hilbijêr hatine veguhestin û ev jî pêk hat. Encama li Şirnexê di encama veguhestina leşker û polîsan de derketiye holê.

POLITÎKAYÊN QEYÛMAN HATINE REDKIRIN

Tevî hemû zext, ambargo, astengî, destgîrkirin û girtinên ji aliyê dewletê ve ku çapemeniyê reklamên me jî neweşand me xebata hilbijartinê kir.

Divê mijarê de rêveberên navçe, bajaran, navenda giştî, parlamenter û hevserokên me kedek mezin dane. Dema em li encaman giştî binêrin ku bi awayekî eşkere politîkayên qeyûman hatine redkirin.”