BI DÎMEN

Aktîvîsta ciwan a Îtalyayî: Dîlgirtina Rêber Apo dîlgirtina hêviya me ye

Aktîvîsta ciwan Aurora got, "Girtîmayina Rêber Apo tê wateya girtîmayina hêviya me" û xwest, Rêber Apo azad bibe. Her wiha banga rêxistiniyê li ciwanên cîhanê kir.

AZADÎ JI RÊBER APO RE

Li paytexta Îtalya Romayê hefteya derbasbûyî 'Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî' hate lidarxistin. Ji 16 welatên cuda zêdeyî 300 delege beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de ku fikir û felsefeya Rêber Apo hate nîqaşkirin, asta Kampanya Azadî ji Rêber Apo re hate nîqaşkirin ku 10'ê Cotmeha 2023'an destpê kir. Her wiha karên ku ji niha û pê ve di çarçoveya kampanyaye de bêne kirin hatin nirxandin. Banga 27'ê Sibata 2025'an a Rêber Apo mohra xwe li konferansê xist.

Komuna Jinên Ciwan a Torinoyê yek ji beşdarên konferansê bû. Endama komunê Aurora ya 21 salî bersiv da pirsên ANF'ê. Aurora diyar kir ku pêvajoya heyî gelekî girîng e û bi bîr xist ku weke encameke girîng a pêngavê ew banga dîrokî ya Rêber Apo nîqaş dikin. Aurora destnîşan kir ku Rêber Apo bi afiarndina kesayetên azad guhertinên şoreşgerî pêk aniye û got, fikir û felsefeya Rêber Apo li ser mafên hindikahiyan, demokrasî, nirxên mirovî yên gerdûnî û xwezayê hatine avakirin.

'GIRTINA RÊBER APO GIRTINA HÊVIYA ME YE'

Aurora ragihand ku fikrên Rêber Apo ji bo wan hêvî ye û got, "Sîstema global xwe naspere hezkirinê, lê xwe dispêre konsepteke ji nefretê. Bi taybetî ji bo me ciwanan fikrê Rêber Apo alternatîfekê pêşkêş dike." Aurora komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo bi bîr xist û got, "Dibe ku sîstemê Rêber Apo girti be, lê belê ew ji bo me ne tenê girtiyekî siyasî ye. Di heman demê de tê wateya girtina hêviya me, hêviya gel û civakê."

'AZADIYA RÊBER APO ÇARESERIYA ŞERÊ GLOBAL E'

Aurora bal kişand ser girîngiya rêxistiniyê û destnîşan kir ku ciwan ji bo rêxistiniyê û avakirina sîstemeke alternatîf xwedî enerjî û hişekî mezin e. Aurora girîngiya enternasyonalîzmê jî bi bîr xist û got, "Li çar aliyên cîhanê divê em têkiliya dostaniyê di navbera gelan de dînin. Em dikarin nasnameya xwe bi hev re ava bikin. Eger em bibînin ku li her aliyên cîhanê em hevrêyên hev in û li hemberî heman dijminî şer dikin, hingî ti astengî wê li pêşiya rêxistiniya me nemîne." Aurora herî dawî ji bo azadiya Rêber Apo got, "Azadiya Rêber Apo niha gelekî girîng e. Ji ber ku mifteya çareseriya şerê global e û avakirina hezkirina mirovahiyê ye."