Mûşê 2 hezar 500 dengên HDP'ê hatin betalkirin
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik diyar kir, 2 hezar 500 dengên derbasdar hatine betalkirin û got, wê îtiraz bikin.
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik diyar kir, 2 hezar 500 dengên derbasdar hatine betalkirin û got, wê îtiraz bikin.
Dewleta Tirk ragihand, AKP'ê li Mûşê bi 538 dengên zêdetir bi ser ketiye. Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariyê Sirri Sakik ragihand, 2 hezar 500 dengên wan hatine betalkirin.
Sakik doh bi şev bi rêya twitterê ragihand, "Me li nêzî 100 sindoqên dengan hîle tespît kir û 2500 dengên me hatine betalkirin. Em ê sibehê îtiraza xwe bikin. Ji daneyên AA bawer nekin."