HDP bi rêjeya 50 ji sedî yê dengan li Îdirê bi ser ket

Li Îdirê deng hemû hatin jimartin. HDP'ê 50.09 ji sedî yê dengan bi dest xist û li Îdirê bi ser ket.

Li Îdirê ku AKP-MHP û ÎYÎ Partî tifaq kirin, temamiya 170 sindoqan hatin vekirin. Ji 56 hezar 116 hilbijêran 46 hezar 43 hilbijêran dengê xwe dan. Hejmara dengên derbasdar 44 hezar 373 bû.

Li gorî vê encamê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 22 hezar 228 deng wergirt û bi rêjeya 50.09 bû partiya yekemîn. Tifaqa AKP-MHP û ÎYÎ Partî 20 hezar 716 deng wergirt û di rêjeya 46.68 ji sedî yê dengan de ma.

Li navçeyên Îdirê jî li Aralikê AKP, li Karakoyûnlûyê MHP, li Tûzlûcayê jî Partiya Saadetê bi ser ketin.