Temellî: Li dijî hişmendiya qeyûman me serketinek mezin bi dest xist

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê encamên hilbijartinê nirxand got: “Me li dijî hişmendiya qeyûman serketinek mezin bi dest xist.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, li Navenda Giştî ya partiya xwe li ser encamên hilbijartinê civînek ji bo çapemeniyê lidar xist.

Temellî ev tişt gotin:

“Hê encamên hilbijartinê bi temamî nehatine eşkerekirin, lê hêviyên demokrasiyê bi me dide qezençkirin. Tirkiye di nava bêedaletiyeke mezin de ye. Em bi hêvîne ku ev hilbijartin bibe boneya ji vê yekê rizgarbûnê.

HDP ne tenê ji bo di hilbijartina şaredariyan de bi ser bikeve kar kir, heman demê ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêyên demokrasiyê çareser bibin û aştî pêk were kar kir. Di dema kapmanyaya hilbijartinê hatin kirin de, 4 hevrêyên me li zindanan canê xwe bexşandin. Di nava zextekî ku li ti deverên dinê nehatî dîtin li ser me hate kirin.

Li dijî hişmendiya qeyûman me serketinek mezin bi dest xist. Li rojava me AKP-MHP têk bir.

Divê ji van encaman ders bê girtin. Di serî de divê ev desthilat dersê bigire. Tirkiye li ber krîzekî mezin e. Divê her kes tişta bikeve ser milan bi cih bîne.

Erkên mezin li benda hevşaredaran e. Bi hêvîne ku sûdê bide demokrasiya herêmî û demokrasiya Tirkiyeyê. Bikaranîna leşkeran a li Şirnexê nayê pejirandin. Li navxe bi rêveberiyeke ya krîzê re rû bi rû ne. Ji hemûyan zêdetir divê Tirkiye li vê tabloya derketî baş bibîne û binirxîne. Pirsgirêkên cidî yên Tirkiyeyê hene. Dîsa me HDP û ji bo demokrasî û aştiya Tirkiyeyê karên xwe bidomînin.

Bêhestyarbûna li hember tecrîdê ya ne yasayî û ne rewa kiriye ku Tirkiye ber bi bêhiqûqiyê ve biçe. Em dikarin bi hev re vê bêhiqûqiyê derbas bikin. Parlementoyê vedixwînim erkê xwe.