Hişyarî: Li Kurdistanê dengdan saet 16.00'an diqede

Alîkarê Hevserokê Bajêr ê Amedê yê HDP'ê Mustafa Akengîn, got li Kurdistanê dengdan wê saet 16.00'an biqede û bi  teqezî divê ewlehiya sindoqê were kirin.

Alîkarê Hevserokê Bajêr ê Amedê yê HDP'ê Mustafa Akengîn got li Kurdistanê dengdan ne saet 17.00'an lê saet 16.00'an wê biqede û bang li gel kir ku beriya saet 16.00'an her kes biçe ser sindoqê, dengê xwe bide.

Akengîn bang li gel kir û got, ''Em bang li gelê xwe dikin, bila li benda saet 16.00'an nemînin û bi mîsogerî biçin ser sindoqê.''

'6 HEZAR PEYWIRDARÊN ME HENE'

Akengîn her wiha got nêzî 6 hezar peywirdarên wan hene, 120 parêzer jî peywira xwe bi cih tînin. Akengîn got, ''Parêzer li her navçeyê li ser peywirê ne. Lê agahî hat ku li Qulpê cerdevanan êrîş biriye ser parêzeran û hevalên me yên partiyê. Rewşeke giran tine lê em li benda êrîşên wiha bûn.''

BANGA EM LI SINDIQAN BIBIN XWEDÎ

Akengîn bi domdarî got piştî ku hijmartina dengan dest pê kir, pêvajoya heta ku biçin desteya hilbijartinê ji bo wan pir girîng e, dema valakirina dengan û hijmartina wan divê rast werin hijmartin û heta ku biçin desteya hilbijartinê ya navçeyê divê peywirdar tim hazir bin. Akengîn got, hevalên wan ên peywirdar li desteya hilbijartinê ya navçeyê hazir in, her wiha hevalên wan ên partiyê ku rayedar in îtîrazê bikin jî wê hazir bin.
Akengîn herî dawî got, ew ê nehêlin ku yek deng jî were dizîn.