Li Amedê polîsan kîsên dengan anîn edliyeyê

Li Amed û Êlihê encamên sindoqan û kîsên dengan tînin edliyeyê. Li Amedê ligel ku qedexe ye jî polîsan rahiştin kîsên dengan.

Li Amedê hejmartina dengan didome. Piştî ku hejmartina dengan qediya encamên sindoqan û kîsên dengan ên hin taxên Amedê anîn edliyeyê. Derkete holê ku serokên sindoqan tevî jendirmeyan hatin edliyeyê.

Li Amedê ligel ku qedexe ye jî polîsan rahiştin kîsên dengan.

ÊLIH

Li Êlihê jî bi girtina sindoqan re, ji bo hejmartina dengan gel xwest biçe dibistanan lê polîsan destûr nedan. Gel li dora dibistanan kom bûn û ji dora dibistanan veneqetiyan. Piştî hejmartina dengan kîsên dengan anîn Desteya Hilbijartinê ya Bajêr. Derket holê ku hin kîsên dengan tevî wesayîtên zirxî anîn edliyeyê û li pêşiya edliyeyê dorên dirêj çêbû.