Li Amedê dengdan bi dorpêçiya bi hezaran leşker û polîsan pêk tê
Li Amedê dengdana ji bo hilbijartinên xwecihî di bin dorpêçiya hêzên çekdar ên dewleta Tirk de pêk tê. Hate ragihandin, dewleta Tirk 19 hezar leşker û polîs li Amedê wezîfedar kiriye.
Li Amedê dengdana ji bo hilbijartinên xwecihî di bin dorpêçiya hêzên çekdar ên dewleta Tirk de pêk tê. Hate ragihandin, dewleta Tirk 19 hezar leşker û polîs li Amedê wezîfedar kiriye.
Li navenda bajarê Amedê 8 hezar 340 polîs, 10 hezar 364 jenderme bi giştî 18 hezar 704 hêzên çekdar ên Tirk hatine wezîfedarkirin.
Polîsên ku ji 20'ê Mijdara 2018'an ve li ber avahiya HDP'ê ya Amedê hatin bicihkirin îro vekişiyan.
Rêveberên HDP'ê ji bo vê rewşê gotin, "Ji bo polîsan îro ya girîng ew e ku sindoqan dorpêç bikin."