Bûldan: Polîtîkaya qeyûman têk çû, Kurd bi serketin-NÛ BÛ

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di pîrozbahiyên li Amedê de daxuyaniyek da û diyar kir ku polîtîkaya qeyûman têk çû, Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn B»ûldan li Amedê li ser hilbijartinê ji bo girseyeke qelebalix daxuyaniyek da.

Bûldan li gel Parlementer Dersim Dag, Mûrat Sarisaç, Tayîp Temel ên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 3’ê Adarê ve ketine grevê û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik re li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajar silav da gel.

Bûldan got: “Gelê Amedê, jin û ciwan hûn xêr ahtin. Îro em bi hev re şahidiyê jî pêvajoya dîrokekê re dikin. Em li Amedê bi hev re şahidiya serketinê dikin. Destê we sax be. Ev serketin serketina jian, ciwanan e. Serketina Kurdan e. Serketina gelên Tirkiyeyê ye.”

Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Nêzî mehek û nîvê hema bêje li her devera Tirkiyeyê em geriyan û li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re civiyan. Ji bo vê em bi ser ketin. Her demê em geriyan jî astengî li pêşiya me hatin danîn. Ji bo HDP bi ser nekeve her demê zorî dan me. Me hemû astengî derbaskir û bi ser ketin. Ev vê serketinê di serî de diyarî Leyla Guven û hemû hevrêyên xwe yên di grevê de ne dikin.

KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BI SER KETIN.

Hê encamên gelek deveran nehatine eşkerekirin. Li gorî encamên hatine eşkerekirin li her devera Tirkiyeyê hêzên demokrastiyê û Kurd bi serketine. Li her deverên Tirkiyeyê Partiya Demokratîk a Gelan bi serketiye. Îro gelê me anî ziman ku wê tecrîdê nepejirînin. Gelê me payama ku polîtîkayên qeyûman têk çûye dan.

GELÊ ŞIRNEX, DERSIM Û AGIRÎ BI SER KET

Polîtîkayên qeyûman bi temamî têk çû. Me li Şirnex, Dersim û Agiriyê winda nekir. Ji ber ku li van bajaran her cûre lîstik hatin kirin, her cûre hîle hatin kirin. Ji bo Şirnexê 12 hezar kesên ji deverên derve birin Şirnexê ji bo deng bidin. Şirnex xestp kirin. Gelê Şirnex, Dersim û Agiriyê bi ser ket.

Em tenê li vir bi ser neketin. Me li rojavayê Tirkiyeyê jî ders da AKP’ê, ders da faşîzmê. Me li Enqere, Edene, Antalya, Mêrsînê namzet nîşan neda û destek da hêzên demokrasiyê, me dersek mezin da desthilatê. Divê hikûmeta AKP’ê vê dersê û bersivê baş bixwîne. Her wiha gelê me ji bo desthilatê got biçe, dersekî mezin daye.

MEHKÛMÊ WINDAKIRINÊ NE

Ev bi awayekî vekirî derket holê ku; eger AKP di neçareseriyê de bi israr be wê her mehkûmî windakirinê be. Yên di vê hilbijartinê de bi serketin Kurd û hêzên demokrasiyê ne. Yên windakirin Îtifaqa Komarê bûn.

AMED YA ME YE

Yên bi serketin li Tirkiyeyê Kurd û hêzên demokrasiyê ne. Carekî din we tevan pîroz dikim. Spasdariyê xwe pêşkêşî we dikim. Ev serketin a we ye. Serketin ya me ye Amed ya me ye.”