Temellî: Ji sibe û pê ve em ê guhertinên girîng bibînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dema ku dengê xwe da diyar kir, "Ji sibe û pê ve ji bo demokrasî û aştiyê em ê guhertinên girîng bibînin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dema ku dengê xwe da diyar kir, "Ji sibe û pê ve ji bo demokrasî û aştiyê em ê guhertinên girîng bibînin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dema ku dengê xwe da diyar kir, "Ji bo gelên Tirkiyeyê, ji bo kedkar, jin, ciwan û her kesên li vî welatî mexdûr bûne bi xêr be."
Temellî diyar kir, hilbijartin wê beriya her tiştî zimanê siyasetê biguherîne û got, "Siyaset wê ji zimanê cihêkariyê rizgar bibe û li Tirkiyeyê wê mirovên daxwaza jiyana nû, jiyana bi hêvî dike deng vedin."
Temellî herî dawî got, "Em bawer in wê ji sibe û pê ve li Tirkiyeyê ji bo demokrasî û aştiyê guhertinên girîng pêk werin. Me îro li vir wezîfeya xwe ya welatîbûnê kir. Bila ji bo her kesî bi xêr be."