Kurd û dostên wan li dehan bajarên Ewropayê li qadan bû

Kurdistaniyên ku li Ewropayê, operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê protesto kirin û xwedî li pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” derketin.

Kurdistanî û dostên wan li dehan bajarên welatên Ewropayê derketin qadan û operasyonên qirkirina siyasî yên AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê protesto kirin.

Di çalakiyên ku peyama êrîş bi piştevaniyê tên vale derxistin de, bal kişandin li ser êrîşên qirkirina siyasî yên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê yên ku li dijî gelan tên pêkanîn.

Li aliyên din Kurdistanî û dostên wan xwedî li pêngava KCK’ê ya bi navê “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” derketin û silav kirin.