Li Swêdê xwedî li HDP’ê hate derketin

Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê dijîn, ji bo operasyona itifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ya li dijî HDP’ê protesto bikin çalakiyek lidar xistin. Di çarçoveya pêngava “Dema pêk anîna azadiyê ye” de, li Karlstadtê çalakiyek lidar xistin.

Komek Kurdistaniyên ku li Stockholma Swêdê ji bo destgîrkirina parlementer û rêveberên berê û hevserokên şaredariya HDP’ê protesto bikin, li çerxerêya li Qada Sergel Torgê çalakiyek lidar xistin.

Çalakgerên ku pankarta bi nivîsa “Erdogan rawestîne, bimire faşîzm” û alayên HDP’ê hilgirtin, daxwaza rawestandina êrîşên li dijî HDP’ê û berdana HDP’iyên hatîn destgîrkirin, kirin.

KARLSTADT

Li Karlstadta Swêdê jî di çarçoveya pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” de çalakiyek lidarxistin. Bi çalakiya îro hatî lidarxistin re pêngava li Swêdê hate destpêkirin.

Parlementerê Çepgir ê Swêdê Hakan Svennelîng jî di nav de gelek dostên Kurdan ên Swêdî tevlî bûn.

Svennelîng axivî û operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma faşîst a Erdogan ên li dijî HDP’ê şermezar kir. Svennelîng teqez kir ji bo piştevaniya bi HDP’ê re wê weke heyetekê biçin Tirkiyeyê.

Li ser navê NCDK’ê Ridvan Altun axivî. Altunê ku gerîlayên ku li Heftanînê derbê li faşîzma Erdogan xistîn silav kir û got, “Em ê heta dawiyê bi gerilayên azadiyê re bin.”

Li ser navê PJAK’ê jî Hemîd Nergîde axivî. Nergîde diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tê wateya azadiya gelê Kurd û anî ziman ku ew ê piştgiriya pêwîst bidin pêngava KCK’ê dayî destpêkirin. Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.