Li Elmanyayê Kurd li qadan e

Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Elmanyayê daketin qadan, operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê lidar xistî protesto kirin û Pêngava KCK’ê ya “Bes ê ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” silav kirin.

Li gelek bajarên Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Tirk li dijî HDP’ê protesto kirin. Kurdistanî û dostên wan pêngava KCK’ê ya bi navê “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” silav kirin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, di çarçoveya pêngava “Dema pêk anîna azadiyê ye” de, bi otobusan 4 seatan li bajêr geriyan. Otobusa ku bi wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û pankartan hatî xemilandin li navendên girîng ên bajêr rawestiya.

Piştî di çalakiyê de bi Elmanî axaftin hatin kirin, li Brandenbûrger Torê jî mitîng lidarxistin.

Di mitîngê de operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin. Di mitîngê de parlementerê Partiya Çep Hakan Taş, parlementera berê ya HDP’ê Sîbel Yigîtalp û Hevserokê berê yê Şaredariya Agiriyê Huseyîn Yilmaz axivîn.

Piştî mitîngê tura otobusê bi mûzîk û axaftinan domiya.

STÛTTGART

Li bajarê Stuttgart a Elmanyayê bi dehan saziyên hatin ba hev, mîtînga piştevaniya bi HDP’ê re li dar xistin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî di nav de gelek sazî li Stuttgart Schlotenplatzê kom bûn. Di platformê de operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin û banga bilindkirina berxwedanê kirin.

HEILBORNN

Li bajarê Heilbornna Elmanyayê jî di çarçoveya pêngava “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” çalakiyek lidarxistin. Kurdistaniyên ku li Theresîenwîesseyê hatin ba hev, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Di meşa ku gelek Kurdistanî tevlî bûyîn de, li ser hev dirûşmeyên “Es Lebe Ocalan”, “Azadî ji Ocalan re”, “Bijî Serok Apo”, “HDP ne bi tenê ye”, “Bimre desthilata faşîzma Tirk”, “HDP nayê bêdeng kirin” berz kirin.

Di tevahî dirêjiya meşê de belavok hatin belavkirin.