Sekreterê Giştî yê Lombardiya ya Sendîkaya Karkerên Perwedeyê ya Îtalyayê (FLC CGIL) Massimiliano De Conca têkildarê banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku biryarên Kongreya 12’emîn a PKK’ê û banga 27’ê Sibatê ay Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd firsendeke mezin e. De Conca anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje. De Conca bal kişand ser girîngiya fikir û azadiya Rêber Apo û got, “Fikrên Ocalan ji bo krîza demokrasiyê ya heyî çareseriyê pêşkêş dike.”
‘NE DAWÎ YE, LÊ DESTPÊKEKE NÛ YE’
De Conca destnîşan kir ku fesixkirina PKK’ê dawî nîne, destpêkeke nû ye û got, “Pîvan û biryarên ku di Kongreya 12’emîn a PKK’ê de hatin wergirtin bi dîtina min awarte ne. Destberdana ji tundiyê, pejirandina diyalogek ku gelan nêzî hev bike, çareseriya herî baş e vê demê ye. Ev yek dawîbûna demekê yan jî partiyekê nîne, destpêka rêyeke nû ya siyasî ye.
Ev yek dawî nîne, destpêkeke nû ye. Ev yek, ji dirûşm û gotinên kongreyê ye. Bi taybetî, fêhm dikim ku ev yek dikare wan kesan bitirsîne ku tundî û mêtingeriyê di şerê navneteweyî de weke yekane çareseriyê dibînin. Li hemberî vê yekê Ocalan pêngaveke diyalogê pêşniyar dike ku dikare rêyeke hevpar a pêşketinê veke, ku ev yek jî yekane çareserî ye. Kongreya 12’emîn ji xwe re dike armanc ku tevgereke azadiyê ya hîn berfireh bide destpêkirin; ez vê fêhm dikim û piştgiriya wê dikim.”
De Conca diyar kir ku fikrên Rêber Apo xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû şerên li cîhanê bi dawî bike û got, “Banga Ocalan ku di kongreya PKK’ê de hate qebûlkirin, ne tenê ji bo gelê Kurd, bi giştî ji aliyê polîtîkaya yekbûnê ve işaretê bi veguherîneke girîng dike. Gelê Kurd dikare bibe modeleke polîtîkaya civakî ku rêyeke demokratîk û rasteqîn pêşkêşî welatên din bike; ev yek jî rêyeke ku dikare şerên li cîhanê bi dawî bike.”
De Conca destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî û got, “PKK bi berpirsyariyeke mezin rabû. Divê dewleta Tirk biryarê bide. Ya wê berê xwe bide aliyê demokratîk an jî wê di rejîma heyî de bimîne. Ev yek tiştekî hêsan nîne û tenê bi dewleta Tirk re pêk nayê. Divê civaka navneteweyî jî hurmetê nîşanî pîvanên navneteweyî bide. Lewma divê Ewropa bi roleke hîn xurt rabe, divê Neteweyên Yekbûyî hîn çalak bibe, ku dewleta Tirk li gorî pîvanên navneteweyî tevbigere. Daxuyaniyên PKK’ê yan jî Ocalan ên ji bo guhertinê têrê nake. Divê piştgirî ji vê pêvajoyê re bê dayin.”
‘GAVA DESTPÊKÊ DIVÊ AZADIYA OCALAN BE’
De Conca anî ziman ku ji bo serketina pêvajoyê gavên siyasî û hiqûqî yên dewleta Tirk wê girîng bin û weke gava destpêkê jî got, divê Rêber Apo û girtiyên siyasî azad bibe. De Conca got, “Aliyê hember yanî dewleta Tirk jî divê guhertinan bike. Tişta ku destpêkê divê bike, azadiya Ocalan û berdana girtiyên siyasî ye.”
Sekreterê Giştî yê Lombardiya yê FLC CGIL’ê Massimiliano De Conca bal kişand ser girîngiya fikrên Rêber Apo û got, “Bi dîtina min, gelek şerên li Ûkranya, Fîlîstîn û Frîkayê niha diqewimin pêwendiya xwe bi sînoran û fikrê dewletê heye. Ji ber vê yekê Ocalan bi cewhera pirsgirêkê girt. Heta ku sînorên siyasî û neteweyî hebin şer jî wê hebin. Ji ber ku sînoreke neteweyî û siyasî di heman demê de sînorên milkiyetê jî diyar dike. Li hemberî vê yekê civakeke ku her tiştî hevpar dike, civakeke welê ye ku astengî û sînor li pêşiyê nîne. Lewma ji bo jiyaneke bi hev re mirov dikare qala federasyoneke çandî bike. Fikrekî din ê bingehîn ê Ocalan beriya her tiştî ji jinan û ciwanan destpê dike. Dema ku mirov îro li tabloya navneteweyî dinihêrin, tenê mêr û çek hene. Halbûkî divê çareseriyeke cuda bê dîtin. Eşkere ye ku civaka bi serweriya mêr êdî xitimî ye û nikare paşerojeke hîn baştir pêşkêş bike. Li şûna vê yekê divê mirov ji ciwanan ku paşerojê temsîl dikin û ji jinan destpê bikin ku li derveyî civakê têne hiştin. Ev her du fikrên bingehîn ên Ocalan -konfederalîzma demokratîk û civaka ji jin û ciwanan destpê dike- fikrên şoreşger in ku serweran ditirsîne.”
‘ÇARESERÎ DI NAVA FIKRÊN OCALAN DE YE’
De Conca diyar kir ku divê lêkolîn li ser fikrên Rêber Apo bêne kirin, piştgirî jê re bê dayin û got, “Divê fikrên Ocalan bên lêkolîn, belavkirin û dewamkirin. Fikrên Ocalan ne tenê bi pirsgirêka Kurd re eleqedar in. Bêguman pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke girîng e. Lê belê îro pirsgirêka bingehîn pirsgirêka demokrasiyê ye. Ji ber ku îro me tevlîbûn winda kir, rêyên tevlîbûna mirovan a li demokrasiyê winda kir. Halbûkî divê çareseriyeke nû bê dîtin û ev çareserî jî di nava fikrên Ocalan, di nava manîfestoyên wî de ye.”