Li Fransayê gelê Kurd ji bo HDP û Ocalan daketin qadan

Li gelek bajarên Fransayê pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ hate silavkirin û operasyonên qirkirina siyasî hate protestokirin.

Li gelek bajarên Fransayê pêngava KCK’ê ya bi navê ‘Dawî li tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê bîne, dema pêkanîna azadiyê ye’ hate silavkirin û operasyonên qirkirina siyasî ya bi destê AKP û MHP’ê hate protestokirin.

PARÎS

Li Parîsê li pêşiya Strasboûrg-St. Denîsê bi pêşengiya CDK-F’yê operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê hate protestokirin.

Li ser navê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp axivî û diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê wê nikaribe HDP’ê tune bike.

Çalakgera jin Bêrîvan Firat jî di çalakiyê de axivî û got ku, “Bi yekîtî û berxwedanê, em ê mêtingerî û faşîzmê têk bibin.”

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi banga Komeleya Jinan a Zînê li qada Kleberê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de girtin û qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê hate protestokirin.

RENNES

Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî li pêşiya Place de Colombîeyê çalakiyek hate lidarxistin. CDK-Rennes û dostên gelê Kurd tevlî çalakiyê bûn û pêngava ji bo azadiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate silavkirin. Di çalakiyê de operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê jî hate protestokirin.